45 hezar peyv di berîkê de

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Hezîran 2022 - 21:09

  • Ferhenga ku beriya niha Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê Elmanî-Kurdî weşandibû, niha ji Weşanxaneya Dara Kurdî-Tirkî derçû.

MURAT MANG / BIELEFELD

Ferhenga ku beriya niha Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê Elmanî-Kurdî weşandibû, niha ji Weşanxaneya Dara Kurdî-Tirkî derçû.

Serokê Înstîtuya Kurd a Elmanyayê Fevzi Özmen û ji mamosteyên Yekîtiya Mamosteyên Kururdistanê ya Ewrûpayê Abdulkadir Ulumaskan bi hev re ferheng amade kirine û li ser 800 rûpelan 45 hezar peyv Tirkî-Kurdî û Kurdî-Tirkî cihê xwe têde digirin. 

Rêzan Demir redaksiyona ferhengê kiriye. Nivîskarên wê Abdulkadir Ulumaskan û Fevzi Ozmen ji bo ferhengê dibêjin, „Me xwest ferhengeke mirova karibin rahêjinê û ji bo bikaranîna rojane pratîk amade bikin. Ji ber vê yekê ji bo Kurdên bi Tirkî dizanin lê bi Kurdî nizanin, yan jî kêm dizanin bi du zimanan hatiye amadekirin. Me bêhtir cih da peyvên di jiyana rojane de tên bikaranîn."

Ji bo ferhengê ji 52 çavkaniyan sûd hatiye wergirtin. Tê de wekî din gelek rêzik û qaîdeyên rêzimanî jî hene. Tê de nimûneyên kesandina lêkeran û navê 343 deverên Kurdistanê û navê welatan jî hene. Li Ewrûpayê bi rêya Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê ya Ewrûpayê di ser telefonên 0049 17631714013 yan jî e-maila info@denge-mamoste.de re mirov dikarin ferhengê peyda bikin û bikirrin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.