43 sal ji bo şano û sînemayê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Hezîran 2024 - 00:25

Ebas Omer 43 salin bi hunera şanoyê re mijûl dibe û wek lîstikvanekî serkeftî gelek berhemên şanoyê yên balkêş pêşkêşî Kurdan dike.

Ebas Omer jî wek her hunermend û xebatkarê şanoyê li vê herêmê, ji rewşa niha ya hunerî û jiyana hunermendan tijî xem û gazinc e, lê ev yek Ebas Omer ji dildariya şano û sînemayê sar nekiriye.

Ebas Omer 43 salin karê şano û sînemayê dike. Wek bi xwe dibêje di sala 1981’an de dest bi karê hunerê kiriye û beşdarî karê sînema û rêzefîlman bûye. Karê wî yê yekem şanoya ‘Kargeha Çelebî’ bû. Ebas Omer di sala 1970’an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Di temenê 13 salî de wek şanogerek derketiye ser dikê. Di sala 1983’an de di Komeleya Şanoya Kurdî de wek lîstikvanekî serkeftî tê naskirin.

Wek hunermend Ebas bi xwe dibêje, bi rola ‘Ehe Şêt’ ya di şanoya ‘Kargeha Çelebî’ de bi navûdeng bûye. Ew beşdarî zêdetirî 38 şano û rêzefilman bûye. Niha jî heft şanoyên wî li ber montajê hene ku hîna nehatine belavkirin. Ebas Omer bi xwe da zanîn ku karê wî yê hunerî yê yekem ji aliyê derhêner Fuad Haşim ve di sala 1983’an de hatibû nivîsandin. Yekemîn xebata wî ya şanoyê di desteya Înstîtûtya Hunerên Bedew de bû.

Tiştê heyî ne li gorî daxwaza gel e

Hunermend Ebas Omer di nava axaftina xwe de behsa rewşa niha ya û salên berê ya şanoyê kir û got: “Li gorî vê serdemê, salên 1970 û 1980, rewşa hunerî di asteke bilind de bû, ku jê re serdema zêrîn ya hunerî tê gotin. Lê bi pêşkeftina hemû alav û amûrên medyaya dijîtal, karê hunerî pir paşde maye. Raste tevgerek ku bi hewldana mirovên dilsoz berdewam dike heye, lê tiştê ku em dixwazin li qadan bi dest neketiye, ne li gorî daxwazên gel e.” Her wiha Ebas Omer di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku divê derhêner bêyî ku guh bide pereyan li lîstokvana bigere û wiha anî ziman: “Diviyabû rewşa hunerî û şanoyê pir serdest bûya, lê ji ber ku di berheman de kesên bê tecrube serdestin, li hember pêşketina dramaya Kurdî îhmal bêxemin.”

Ji hunerê hez nakin!

Hunermend Ebas diyar kir ku ger eşqa mirov ji hunerê re tine be, kes nikare vî karî bike û wiha pê de çû: “Zêdetirî 4 hezar lîstikvanên me yên perwerdekirî hene, lê dema ku dor tê ser dikê, ji bilî çend kesan, yên din hemû xwe ji hunerê dûr dixin. Ji ber ku hezkirina wan ji hunerê re nîne yan jî tenê li pey girseyê ketine.” Hunermend Ebas Omer di karên weke ‘Ehe Şêt, Kargeha Çelebî, Maf Nafewtî, Rêya Rêwiyan, Dîwan, Valehiya Ken, Lîstika Dizan de cih girtiye. Her wiha di karên weke ‘Li Sultan Ehmed, Bi darê zorê bijî doktor, Rêzefîlma Drama Kerfiroş, Zarokên Pîr, Mêvan li ser sînor, Pişko, Zozanbên Qendîl, Kurtefîlma Kerîm, Rêzefîlma Duvpişk û bi dehan berhemên din de jî cihê xwe girtiye.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.