- Nîhad Mihemed 48 sal in kasetên awazên Kurdî û biyanî kom dike
JIYAR CUMA/ROJNEWS/KELAR
Nîhad Mihemed 48 sal in bi komkirina awazên Kurdî û biyanî ve mijûle û heta niha 40 hezar kasêt û CD’yên awazên cuda dane hev.
Nîhad Mihemed li tomargehekê bi çêkirina kasêtan re mijûl bû. 48 sal in kasetên awazên Kurdî û biyanî kom dike. Heta niha 40 hezar kasêt û CD’yên muzîk û stranên cuda komkiriye.
Nîhad Mihemed nasnav Nîhad Hemesnicar ji sala 1974’an ve li navçeyan dest bi komkirina kasêtên awazan kiriye. Di serî de li navçeya Xaneqîn a Diyale dest bi firotina kasêtên stran û awazan dike.
Di salên 1990’î de de ji ber sîstema rejîma Baas berê xwe dide navçeya Kelar a Germiyan û dikanek taybet a tomarkirin û firotina kasêtên stranan dike.
Nîhad Mihemed diyar kir ku niha nêzî 40 hezar kasêt û CD’yên cuda hene û got: “Hemû ji starên resen ên Kurdî (Lorî, Kelhurî, Hewramî, Soranî û Kurmancî) pêk tê. Li gel van yên biyanî weke Îngilîzî, Fransî, Îspanî û Emerîkî hene.”
Li dikana wî gelek kasetên dîroka wan heta sala 1970’yan diçe hene. Nîhad Mihemed diyar kir ku li tevahiya Iraqê hebûna wan nîne û hemû ji Libnan, Xurim Abad, Kirmaşan, radyoya berê ya Îranê û Ewrûpa anîne.
Nîhad Mihemed dazanîn ku ji ber teknolojiyê û înternetê niha xelk kêmtir berê xwe didin kasêt û CD’a û got: “Hinek stran hene qet di înternetê de bi dest nakevin. Ji ber ku kevn in. Eger hebin jî stranên xerab hene û gelek ji wan hatine birrin.”