Rewşa çavkaniyên dijîtal ên Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Sibat 2021 - 00:49

Bahadîn H. Kerboranî li ser arşîv û çavkaniyên online ên Kurdî ji hazine.info re gotarek nivîsî. Di destpêka vê gotarê de hewldanên asîmîlasyonîst ên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û xwedanader a vê siyasetê di arşîvkirina belgeyan de jî em dibînin. Bahadîn H. Kerboranî dibêje, “Ji bo kesên elaqeya wan heye ji dîrok û çanda Kurdî re dîtina materyalên nivîskî, berhemên çandî û mîrasa muzîkî ya Kurdî dikare bibe zehmetiyeke mezin hem ji ber siyaset û helwêstên dewletên Kurd li wan hene û hem jî ji ber sinifandina şaş a li kitêbxaneyên lêkolînê.”

Ew bi mînakên lêgerînên li ser malpera destxetan a Midûriyeta Giştî ya Kitêbxaneyan a Wezareta Çandê ya dewleta Tirk jî dide, ji bo bide fêmkirin, ev karekî çendîn zehmet e: “Gava li ser vê malperê mirov li peyva “Kürdi” bigere, “Terkibü’l Kürdi” (Pêkhatina Kurdî) di nava encamên lêgerînê de ye. Ji sernav em fêm dikin ku elaqeya wê bi zimanê Kurdî yan jî Kurdan re heye. Di nava rûpelê hûrgiliyan de mijar weke “Afro-Asyatik diller Sami dilleri” (Zimanên Afro-Asyewî Zimanên Semîtîk) hatiye terîfkirin, beşa ziman [-ê berhemê] vala ye, û ti behsa Kurdan û Kurdî jî nayê kirin.”

Ew ji bo ecêbiyeke din a sinifandinê jî mînakeke din tîne: “… ji bo ´Müntehâbât-ı eş’âr-ı Kürdiyye´ (Şiirên Kurdî yên neqandî) di beşa mijarê de “Fars Dili ve Edebiyatı” (Ziman û wêjeya zimanê Farsî) hatiye nivîsandin û beşa ziman dîsa vala ye.”

Mandelkirina Kurdan û Kurdî

Kerboranî ev rengê sinifandina şaş û valahiştina beşa zimên weke nimûneyên mandelkirina hebûna Kurdî û Kurdan şirove dike. Axir di meqaleyê de ew berê xwe dide çavkaniyên dîjîtal ku di nava Kurdan de ji bo parastin û berdestkirinê bi pêş dikevin û yek bi yek bi wan dadikeve. 
Berfirehiya gotarê, tevî lînkên çavkaniyên behsa wan tê kirin li jêr di gotara Kerboranî de peyda dibin:

https://hazine.info/kurdish-online-resources/

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.