Mexmûr dikare bibe nimûneyeke baş

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 19 Nîsan 2021 - 02:40

Bi ya min, arşîvkirin û vekirina arşîvan li xelkê meseleyên elaqedarî hebûna civakan in*. Sedema wê jî civak, yanî ew yekeyên bi nasnameyên hevpar tên cem hev, bi heman rabihurî û nirxên hevpar hebûna xwe rewa dikin; bi çi rêyê dibe bila bibe, bi bîrê û rê û dirbên parastina vê bîrê ew hene, û wisa dikarin hebin. Rîtûelên cihê, çîrok, efsane, destan, stran, cejn, rojên taybet, reqsên cihê aweyekî parastina vê bîrê ne û mirov dikare weke awayê herî tesîrker ê arşîvkirinê jî bibîne. 

Lê roja me ya îro ji bo vî awayî meseleya mihafezekirinê gelekî zehmet kiriye. Gava em berê xwe didin çendekan ji van, mesela çîrok, efsane, destan, stran, heta rîtûelên cihê yên bi meqsedên cihê jî, em dibînin ku ew rêyên berê yên mihafezekirina wan êdî ne lê ne. Gava ez dibêjim, ne lê ne, mubalexe nakim. Ji ber ku ew çerx û mekanîzmayên berê yên ji bo mihafezekirina wan êdî nînin. Hosteyekî çê û gelek şagirtên li ber destên wî nînin, dîwanên daimî yên li gundan û li êlan nînin, odeyên gundan êdî bi pirranî nînin. Ev çerxa fêrkirinê êdî bi qeydiyên cihê yên deng, dîmen û nivîsê dibe. Jixwe, gava mesele ew cûreyên weke efsana, destan, serhatî, qewl, çîrok bin, hema hema ji bilî awayên qeydkirî -çi deng, çi dîmen û çi nivîs - ti rêya din a mihafezekirinê nemaye.

Hin xebatên ji hev qut ên arşîvkirinê bi rê ve çûn, hîna diçîn. Ji hev qut û li deverên cihê arşîvên kitêb, nivîs, wêne, dîmen, deng û wekî din hene. Li ber gelekan ji van, meseleya dîjîtalkirinê heye. Dîjîtalkirina van wê gihandina wan a miletî mumkin bike. Li aliyê din wê bibe gavek ji bo arşîveke neteweyî ya ji bo Kurdan jî. 

Vê pêlê, berê min bi xwe jî lê ye xwe karibim bigihînim arşîveke deng a Mexmûrê, da ku ew jî tevî adet û teqalîdên xwe, tevî serhatî, çîrok û destanên xwe bibe beşek ji vê arşîva mezin. Ji bo Mexmûrê çêkirina arşîveke bi vî şêwazî ya dîjîtal, bi her awayî bi ya min ferzek e. Li aliyekî weke xebateke dîroka devkî, divê mirovên li wargehê yên nifşên yekê serpêhatiyên xwe ji salên 1990'î ve karibin bibêjin - bi awayekî serbest, yan jî weke bersiva hin pirsan. Li aliyê din xebateke berhevkirina tevahiya stran -cûreyên weke payîzok, xizêmok, biharok, serêlî, çêrên dawetan û wekî din hemû-, çîrok, serhatiyan divê bê kirin. Mexmûr dikare bibe mînakeke çê ya vî karî û her wiha bi mihafezekirin û belavkirina dîjîtal a giştî jî dikare bibe nimûneyeke çê.

Qismek ji arşîva wê ya destpêkê heger ji êrişên DAIŞ'ê filitîbe ji zêr jî bi qîmettir e. Lê hîna jî derfet heye, arşîveke wisa bê berhevkirin. Mirov dikare weke temamkera qismê dîroka devkî, li arşîvê wêne û dîmenên kampê û pêvajoya serpêhatiya ji sala 1994'an ve ya ji Ertûşê destpêkirî jî zêde bike. Mexmûr bi gelek tiştên xwe bû avangardek. Dikare ji bo karê arşîvê jî bibe avangard. 

* Binihêre li nivîsa min a bi navê "Arşîv û bîra civakî" ya di Yenî Ozgur Polîtîka de; 3'yê Îlona 2018'an.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.