Pargîn rêûresman diparêze

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 22 Nîsan 2021 - 06:16

  • Cara yekem e li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Navenda Lêkolîn û Parastina Rêûresma Rojavayê Kurdistanê bi navê ‘Pargîn’ ku girêdayî Desteya Çand û Huner e, tê avakirin.

Ev du sal in, xebatên çandî li Rojavayê Kurdistanê bi lez bi pêş dikevin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derfetên şoreşê nîşana cil û bergên gelêrî, kilam, rêzefilmên çandî û xêzefilman zindî dikin. Bandora vê li her kolaneke herêmê diyar dibe ku xebatên çandî eniya pêş a parastina civakê ne.

Heta niha ji bo lêkolîn û belgekirina rêûresman sazî nehatibûn avakirin. Cara yekem e li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Navenda Lêkolîn û Parastina Rêûresma Rojavayê Kurdistanê bi navê ‘Pargîn’ ku girêdayî Desteya Çand û Huner e, tê avakirin. Ji bo xwesipartina rêûresmên xwe û wekî hunerekî resen li herêma Koçeran a gundê Deşta Sûsê ya bajarê Dêrikê kon hatiye vedan.

‘Pargîn’ gotineke Koçeran e û maneya wê ‘kolana li dora kon’ e. Ev kolan parastina ji baran û dirindeyan dike. Ji bo parastin û lêkolîna çanda gelêrî ev nav li saziyê hatiye kirin.

Beriya salekê amadekariyên avakirina “Pargîn”ê dest pê dikin. Ji zarokan, ciwanan heta kalemêr û pîrejinan di nav saziyê de cihê xwe digirin, û bi giştî 25 endamên wê hene. Endam bi pirranî ji gundên koçeran in. Di xebatên saziyê de, di beşa muzîkê de Mehmûd Berazî û di derhêneriyê de jî Şero Hindê cih digirin. Cihê Pargînê di nava keleporê de ye ku bandorê li afirandina berheman bike. 

Yek ji damezirînerên Pargînê jî Îbrahîm Feqe ye. Feqe, di salên 1980-1990’î de xebatên çand û hunerî dane meşandin. Di dema rejîma Beesê de veşartî berhem derxistine. Feqe ji bo xwedîderketina li kedê, sererastkirina hemû çewtî, şaşî û qelsiyan bi Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tev li xebatên çandê dibe. Feqe girîngiya xebatên çandê bi van hevokan re tîne ziman: “Civak, ger ne bir rêya nirxên çandî be, bê gûman sererastbûn çênabe. Ev karê bingehîn e ku civakê bi pêş bixe.”

Saziyên wiha dê pêşî li qirkirinê bigirin

Feqe, der barê Pargînê de dibeje, sazî li ser esasê pêwîstiya parastina çandên kevnar û yên nû ji êrişan, hatiye avakirin: “Gelek saziyên me yên çandî hene lê beşên ku bi rêûresman re mijûl bibin, peyda nedibûn.”

Feqe, têkildarî kêmasiya dezgehên bi vî rengî li Kurdistanê, dibeje: “Wê jêdera hunerî cuda be anku bêhna pîvanên kurdayetiyê ji babetên kurdayetiyê neyê. Ger em bi rêya sazî û dezgehên wiha eniya parastina van nirxan çênekin, em ê xwe li ber pêla qirkirinê negirin.”

Endam ji gundan hatin hilbijartin

Di 5 mehan de ev xebat bi dawî bû. Hilbijartina endaman ji gundan, li ser esasê têkilî, nêzîkatiyên germ bi nirxên çandî re hatiye kirin. Ji ber taybetmendiya çandparêziya jinan, pirraniya endaman jî jin in. Şert û mercên bingehîn ên endamtiyê, Feqe wiha rave dike: “Eşqa mirovan ji xebatên çandê re û girêdanên xwe bi serhatî, kevneşopên civaka xwe re ye. Jê şûnde fêrkirina beşên teknîkê, lêkolîn û hwd.. dimîne. Di qonaxa du mehan de perwerdeya teknîk, lêkolîn, sînema, çandî dest pê kir.”  

Feqe dibêje, çanda Koçeran resen e. Ji ber wê jî mijarên lêkolînê berdest in. Feqe têkildarî projeyên Pargînê dibeje: “Bê guman ev wê bibe şax ji hemû cihên din re ku ne tenê bi Kurdan, heya Ereb û Suryanan re dewam bike. Sererastkirina çandî tenê bi van saziyan çêbe. Proje hene ku em vê saziya xwe bikin projeyeke Kurdistanî. Heya astengî li hemberî vekirina saziyan li parçeyên Kurdistanê derkevin lê em ê hewl bidin dostaniyê bi saziyan re ava bikin û xebatên hevbeş bidin meşandin.”

Bizirê çandê di malbatê de heye

Rojda Koçer, di Pargînê de karê dîmengirtinê dike. Ji gundê Besta Sûsê ye. Dayika Rojdayê di nav xebatên folklorê de cih digire. Rojda ji bo nasîna çandê û derxistina berheman berê xwe dide Pargînê û dibejê, “Em jixwe di nav çanda resen de ne. Çanda koçerî ya kevnar bi malbata me gişî re heye. Daxwaza me ew e ku çanda xwe zêdetir binasin û bidomînin. Her ku kapîtalîzm bi pêş ket, çanda me li paş dima. Li dijî vê, em dixebitin.”

Armanca sereke parastina çandê ye

Rojda, piştî 2 mehên perwerdeyê dest bi karê xwe kiriye û ji bo perwerdeyê dibêje, “Perwerdeya me li ser dîroka çandê, sînema, senaryo, teknîk, cil û berg, dîlan, deng û lêkolîn-lêgerînên çandê bû. Beriya ez bibim endam, ez li malê bûm. Lêkolîn û perwerdeya ku min li Pargînê dîtiye, gelek guhertin di kesayetê min de çêkir. Heya dan û standinên min guherîn. Wek jin li pêşiya xwe paşerojeke balkêş dibînim ku xurt bibim. Ji bo gavên mezin divê xweperwerdekirina me jî mezin be. Beriya her tiştî armanca sereke parastina çandê ye û ez jî dibim parêzvan.” 

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.