33 sal derbas bûn

Sêşem 22 Nîsan 2025 - 03:25

Komeleya Lêkolînên Kurdî ku di 18ê Nîsana 1992yan de weke Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji aliyê Mûsa Anter (Apê Mûsa), Feqî Huseyîn Sagnic, Abdurrahîm Durre, Îbrahîm Gurbuz, Cemşîd Bender û Suleyman Înanoglû ve hat ava kirin. Enstutiya Kurdî ya Stenbolê ku di 31ê Kanûna 2016an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hat girtin. Enstîtu niha bi navê Komeleya Lêkolînên Kurdî xebatên xwe didomîne. Komeleya Lêkolînên Kurdî li Stenbolê perwerdeya zimanê Kurdî dide û ferheng û pirtûkên gramera Kurdî çap dike. Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alpaslan derbarê xebatên komeleyê de axivî. Remziye Alpaslan anî ziman ku ew bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî perwerdehiyê didin û heke serdan hebin ew dixwazin bi zaravayên Kelhorî û Hewramî jî perwerdehiyê bidin. Remziye Alpaslan anî ziman ku xebatên wan ên perwerde, weşangerî û parastina Kurdî berdewam dike û got:“Ji aliyê perwerde ve dersên me onlîne û rû bi rû berdewam dikin. Asta destpêke, yekem, duyem û sêyêm û asta mamostetiyê dersan didin. Ji onlîne jî heta asta yekem, duyem û sêyem polên me hene. Asta çar û mamostetiyê rû bi rû ne. Her wiha polên me yên zarokan jî hene. Niha 2 polên me yên zarokan hene û herî dawî 24 kesan qeydên xwe kirin. Ji bilî wan jî şagirtên me yên berê jî hene û ew jî berdewam dikin. Polên me li gor temen û asta şagirtan hatiye dabeşkirin. Polên me yên zarokan onlîne ne. Bi tevahî onlîne û rû bi rû 250 şagirtên me hene. Li dervayî welat, Ewrûpa û her derê cihanê şagirtên me yên ku onlîne perwerdehiyê dibînin hene.”

Bi tenê saziyan xeterî bidawî nabe

Remziye Alpaslan bal kişand ser xebatên weşangeriyê û derbarê çapkirina pirtûkan de ev agahî dan:“Em pirtûkan weke çavkaniyên ziman çap dikin. Hînker û pirtûkên gramerê weke her sal îsal jî me çap kirin. Her wiha me îsal hînkera Kirmanckî jî çap kir. Ew gaveke nû bû. Erê kovar dihatin çapkirin lê bi Kirmanckî ew qas derneket pêş lê vê carê tişta ku em serbilindin hînkera bi Kirmanckî ye. Ji bilî wê jî me pirtûkên ji bo zarokan çap kirin.” Remziye Alpaslan diyar kir ku ji bo pêşî li polîtîkayên pişaftinê bê girtin divê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî bê dayîn û got:“Di zimanê Kurdî de ji aliyê axaftin, nivîsandin û xwendinê de qelsbûneke mezin heye. Ev yek jî ji ber bandora polîtîkayên pişaftinê ye ku heta roja me ya îro hatiye. Niha em bi encamên vê yekê re rû bi rû ne. Ji ber ku perwerde tenê bi Tirkî tê dayîn, zarok nikarin bi zimanê dayikê prewerde bibin. Perwerdeya bi tenê zimanê Tirkî ji bo Kurdî û zimanên din xetere ye. Divê tavilê derfeta perwerdehiya zimanê dayikê ji bo Kurdan were dayîn û Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin. Divê zimanê Kurdî li hemû beşê civakê hebin. Mafê perwerdehiya zimanê dayikê heke neyê naskirin ew ê bibe sedema kuştina Kurdî û zimanên din jî. Perwerdehiya Kurdî ya tenê li saziyan tê dayîn têr nake, divê perwerdehiya bi zimanê dayikê di warê fermî de bê nasîn. Tenê bi saziyên Kurdî pêşî li ber vê xetereyê nayê girtin.”

Remziye Alpaslan di dawiya axaftina xwe de ji bo parastina zimanê Kurdî ev bang li gel kir:“Divê malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Em xwedî li zimanê xwe derbikevin. Li her derê em xwedî li çand û zimanê xwe derbikevin. Têkoşîna ziman û çanda xwe xurt bikin. Divê di nava gel de jî em xwedî derketina zimanê Kurdî xurt bikin. Divê saziyên zimanê Kurdî jî ji aliyê dîjîtal ve jî xwe bêhtir xurt bikin ku xwe bikaribin bigihînin nifşên nû. Ji bo gel bikaribe xwe bi rehetî bigihînin perwerdeya Kurdî divê ji aliyê dîjîtal ve jî xebat bên kirin.”

AW/MAHMÛT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.