3 nivîskar 3 roman

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Sibat 2021 - 01:48

  • Weşanên Lîsê di Sibatê de sê romanên bi Kurmanciyê yê sê nivîskaran weşandin. Omer Dilsoz di 4Kotra 4Çela de, Sîdar Jîr di Şermê de û H. Kovan Baqî jî di Orokê de çîrokên xwe sêwirandine.

Ji Weşanên Lîsê 3 romanên bi Kurmanciyê yên nû derketin. Weşanxaneyê her wiha kitêbên li ser dîrok û çandê yên Îhsan Colemêrgî û kitêba rexneya wêjeyî ya Dilawer Zeraq jî derxist. Bi vî awayî ji destpêka sala 2021´ê vê weşanxaneyê bi dehan kitêb weşandin.

Romana Omer Dilsoz a bi navê  4Kotra 4Çela yek ji van romanan e. Li ser 270 rûpelî xwendevanên Kurmanciyê wê bi zimanê Omer Dilsoz tamijî bibin. Nimûneyeke zimanê romanê li jê re: “Wê gote min, ´Doktor; Kurdbûn, vê serdemê navê ruhekî nû ye. Navê rabûnê. Raperînê. Navê xwedaweşandina teyrê hêlo ye. Ne ku tenê navê grûbeke etnîkî, navê nijadeke Aryanî ye; naxêr, di vê çîrokê de Kurdbûn ji vê pênaseyê gelekî mezintir e. Çimkî li vê mişara cîhanê, Rojhilata Navîn, tekane ruh e ku bêhna zilm û sitemkarîyê neketiye gîyanê wî. Pak maye. Çîraya bindest û hejaran e. Kurdbûn, vê serdemê navê heqîqetê ye çimkî heqîqet ew çirûsk e ku di nav tepeserkirî û bindest de berza dibe, diçirûse.´ …”

Şerma îhlalkirinê ye

Romana din jî Şerma Sîdar Jîr e. Roman li ser 96 rûpelan çîroka xwe dibêje. Weşanxane vê romanê wiha dide nasîn: “ŞERM, him îhlalkirina sînoran e, him meşrûkirina îhlalkirinê ye. Bûnewerî û jîyana derve vexwendîye nava xwe û bûnewerî bi saya vê vexwendinê gihîştîye hebûna xwe. Hebûna bûnewerîyê barekî giran e helbet, êş û kuleke mezin e. Şermê tam di vir de dest bi îhlalkirinê kiriye; lewra ji bo êşa mezin ji giranîya wê xelas bike û zimên newestîne, ew di gotinê de sivik kirîye, yan jî giranî bêwesf kirîye.“

Belkî cinawir dîsa vegerin

Romana sêyem jî Orok a H. Kovan Baqî ye. Weşanxane, romana li ser 192 rûpelan wiha dide nasîn: “H. Kovan Baqî, di OROKê de jî bi zimanê xwe yê taybet xwendevanan ji rabirdûyê ber bi îro û dahatûyê ve dibe. Di vê romanê de wekî îluzyonîstekî, bêyî xwendevanan aciz bike di bihurên zemên re, bi newaya zimanekî mîstîk dixe nava bablîsokeke efsûnî û ber bi rasteqînîya mirovî ve pifî ruhê xwendevanan dike...”
Gelo ev mubalexeyeke xweşkirinê ye yan na. Ji bo biryardayînê jî çend nimûneyên ji zimanê romanê li jêr in: “Piştî ew cinawirên erjeng ji esmanê me bar kirin û çûn, me derîyên xwe zirze kirin. Me carek din agir daneda. Me tenîya Helebê li enîya xwe xist û em rizîyan, ewr rijîyan...”

“Pîrejinekê Orok di paşila xwe da veşart. Go:  ´Belkî ew cinawir rojekê dîsa vegerin.´” 
 
Ruhê Xwebûnê û Hawar

Lêkolîn û rexneya wêjeyî ya Dilawer Zeraq jî bi navê Ruhê Xwebûnê ji Weşanên Lîsê derketiye. Di kitêbê de nivîskar di 128 rûpelan de bi Kovara Hawarê, metnên wê û gotara wê dadikeve. Ew dibêje, “Em dikarin ‘qonaxa xwebûnê’ ya ziman û wêjeya Kurdî ya ku bi derçûna Hawarê ve pêk hatiye, wekî ‘qonaxa avabûna wêjeya neteweyî’ jî bi nav û pênase bikin ku di heman demê de, bi vî rengê xwe û bi vê mîsyon û kargînîya xwe ve jî; helwest, kirin û pêkanîneke dij-mêtinger e.”   

Du kitêbên Îhsan Colemêrgî

Weşanxaneyê hemwext du kitêbên Îhsan Colemêrgî weşandine. Yek jê lêkolîneke dîrokî ye bi navê Siltanê Kurd Selahedîn Eyûbî: Şêwirmend û Fermandarên wî ên Hekarîyanî. Di 176 rûpelên vê kitêbê de ew bi dîroka Eyûbiyan dadikeve. Weşanxane dibêje, “Îhsan Colemêrgî, ketiye dû şopa Selahedînê Eyûbî, ew şibandiye ´qulingekî´ ku terka çîya û balayên welatê bav û kalan dike û li deştên Şam û Qudsê bi cî dibe.” 

Weşanxaneyê kitêba wî ya bi navê Şîna Şengalê jî di beşa xebatên çandî de weşandiye. Ev kitêb 136 rûpel in.

Weşanxên Lîsê ji nû ve çapkirina berhemên Erebê Şemo jî dewam kiriye û romana wî Dimdim ji bû ve çap kiriye.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.