- Li pêşangeha Navneteweyî ya Silêmanî ya Pirtûkan a Duyemîn 3 milyon pirtûk hene.
Pêşangeha Navnetewî ya Silêmanî ya Pirtûkan a Duyemîn, hate vekirin. Di pêşangehê de zêdetirî 3 milyon pirtûkî hene û tê payîn 10 rojan vekirî bimîne.
Pêşangeh ji aliyê kompanyaya Atlas Esil ve hatiye birêxistinkirin. Di merasîma vekirinê ya doh danê sibehî de berpirsên hikumetê jî amade bûn.
Rêveberê peywendiyên kompanya Atlas Esil, Şewqî Umer di dema vekirina pêşangehê de got; “227 navendên rewşenbîrî û edebî ji 17 welatên cîhanê tevlî pêşangehê bûne.”
Di pêşangehê de zêdetirî 3 milyon pirtûk hene, ji vane 45 hezar pirtûkên zanistî ne. Yên din jî pirtûkên li ser tenduristî, edeb, raman, huner, felsefe û ol in. Pirraniya pirtûkan bi zimanên Kurdî, Erebî, Ingilîzî, Farisî û Tirkî ne. Pêşangeh rastî elaqeyek mezin a welatiyan tê.
Pêşangeh wê her roj ji saet 09:00’an heta saet 18:00’an vekirî be.
SILÊMANÎ