- Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû çap kir. Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû çap kir. Pirtûka çîroka “Avahiya Kevirî û Ên Din” a Asli Erdogan bi wergera Erd Agron û romana Mahmut Yamalak “Rêwingî” derkete pêşberî xwendevanan.
Weşanxane bi giştî xebatên girtiyên siyasî datîne ber xwe û di navbera girtîgehan û xwendevanan de pirekê ji wêjeyê ava dike, pirtûka çîrokan a nivîskar Asli Erdogan “Avahiya Kevirî û Ên Din” wergerî kurdî kir û çap kir. Wergera pirtûkê ji hêlâ Erd Agron ve hat kirin. Ew bi xwe jî zêdetirî 20 salan e di girtîgehê de ye. Berê pirtûka wî ya “Dîwana Hestiyan” hatibû çapkirin.
Pirtûka din ku weşanxaneyê çap kir jî romana Mahmut Yamalak a bi navê “Rêwingî” ye. Roman ji 338 rûpelan pêk tê. Ev romana Yamalak a 3’yemîn e. Nivîskar Yamalak di sala 1969’an de li Dutax a Agiriyê hatiye dinyayê. Di ciwantiya xwe de 2 salan di girtîgehê de maye û piştî derketiye tevlî têkoşîna azadiyê bûye. Yamalak ê ku di sala 1994’an de careke din hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn niha di Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê de dimîne û xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.
Romanên wî yên bi navê “Mermer Kanatlı Kuşlar” û “Tarîderya” ji Weşanên Aramê derketibûn.
MA/AMED