16 dagirker nikarin êdî şer bikin
Duşem 30 Gulan 2022 - 21:39
- Di çalakiyên HRE`yê yên li navçeya Şêrawa ya ser bi Efrîna dagirkirî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 3 leşkerên Tirk û 2 çete hatin kuştin, 7 leşker û 4 çete jî birîndar bûn.
Di çalakiyên HRE`yê yên li navçeya Şêrawa ya ser bi Efrîna dagirkirî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 3 leşkerên Tirk û 2 çete hatin kuştin, 7 leşker û 4 çete jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên hêzên xwe yên du rojan eşkere kir û got,
“Li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker di 26-27`ê Gulanê de çalakiyên bersivdayînê hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de:
Di roja 26`ê Gulanê de, di navbera gundên Gobelê û Basilê yên girêdayî navçeya Şêrawa de li hember maşîneke zirxî ya cûreya kîrpî çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de kîrpî hat rûxandin. 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn.
Di roja 27`ê Gulanê de, di navbera gundên Birc Heyder û Kîmarê yên navçeya Şêrawayê de li hemberî komeke çeteyên dagirker çalakiyeke taybet hat lidarxistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN