15 sal cezayê hepsê ji bo çend gotinan

Şemî 27 Gulan 2023 - 01:37

Dozgerê dewleta Tirk a dagirker, dixwaze 15 sal cezayê hepsê li Endama Meclisa Şaredariya Erxeniyê, Ceylan Aslan bê birrîn. Dewleta Tirk beriya wê jî wezîfeya Ceylan Aslanê xesp kiribû. Weke sedem jî daxuyiyên Ceylan Aslan ên çapemeniyê hatine nîşandan. Yanî dewleta Tirk dixwaze 15 sal cezayê hepsê ji ber çend gotinan li hilbijartiyeke Kurd bibirre.

Rûniştina doza li dijî Endama Meclîsa Şaredariya Erxeniya ser bi Amedê, Ceylan Aslan, bi hinceta beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê, civîn û çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD´ê Leyla Guvenê bûye, li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê a 11´an bi rê ve çû.

Dozgerî di mutalaya xwe de got, walîtiyê der barê çalakiyên ji bo Guven de biryara qedexeyê daye û îdîa kir ku Aslan ‘li ser banga rêxistinê’ tevlî çalakiyan bûye.

Hat îdîakirin ku Aslan "têkiliya xwe ya hiyerarşîk bi rêxistinê re heye, bi rêxistinê re xwedî têkiliyeke organîk e û bi dilxwazî li gorî armanca rêxistinê tevgeriyaye." Hat xwestin ku Aslan ji ber "endametiya rêxistinê" û “liberrabûna qanûna xwepêşandan û civînan” bê cezakirin.

Heyeta dadgehê daxwaza parastinê ya li dijî mutalayê qebûl kir û rûniştin taloqî 27 'ê Îlonê kir.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.