14 şehîdên yek malê

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 7 Mijdar 2023 - 03:06

  • Remziye Altig, temamê jiyana xwe diyarî têkoşîna ji bo azadiyê kiriye, û dayika 2 zarokan e. Piştî ku li bakur ji ber siyasetê dewleta Tirk a dagirker 26 sal cezayê hepsê lê birrî, got, “Ez ê serê xwe netewînim” û çû Rojavayê Kurdistanê û têkoşîna xwe li wir dewam kir. 
  • Altig, di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû. Eta wê Faîze Altig got, “Xwişka min ti carî xwe ji têkoşînê neda alî. Ji malbateke welatparêz bû, û li gorî vê jiya. Ew dilsoza partî, gel û doza xwe bû.”

OSMAN ÇAKIR / HANAU

Di êrişeke li dijî maşînekê ya li Qamişloyê de Remziye Altig şehîd bûbû. Şehîd Remiziye Altig li bajarê Elmanyayê Hanauyê hat bibîranîn. Yekîtiya Jinên Kurd a Hessenê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Hanauyê, şehîd Remziye Altig bi bîr anî. Xizmên şehîd Remziye Altig, gelek Kurd û dostên wan di bibîranînê de amade bûn.

Remziye Altig dayika du zarokan bû û 35 salî bû. Li Qamişloyê 22´yê Cotmehê di encama êrişa li dijî maşînekê de, şehîd bû. Dewleta Tirk a dagirker, ji ber xebatên wê yên siyasî doz li wê vekiribû û paşê jî 26 sal cezayê hepsê lê birrîbû. Ji ber wê jî şehîd Remziye Altig çûbû Rojavayê Kurdistanê û li wir têkoşîna xwe ya azadiyê dewam kiribû. Ji ber astengkirina dewleta Tirk, keça şehîdê ya 10 salî Dilda û kurê wê yê 17 salî Dilgeş, nekarin tevlî merasima cenaze ya 26´ê Cotmehê ya ji bo şehîd Remziye bibin. 

 

Welatê me Kurdistan dagirkirî ye

Xalê şehîdê Xebat Tamur, li bibîranîna li Hanauyê de got, Remziye şehîda 14´an a malbatê ye û wiha peyivî: “Em ê hê jî şehîdan bidin, lewma welatê me Kurdistan dagirkirî ye û em ji bo azadiyê têdikoşin. Heval Remziye li Bakur bi salan têkoşiya. Paşê du zarokên xwe li pey xwe hiştin û berê xwe da Rojava. Bila serê Rêber Apo, heval û hevrêyên Remziye û gelê Kurd sax be.”

 

Rêberiyeke azad Kurdistaneke azad

Birayê şehîdê, Yunus Altig jî di bibîranînê de peyivî û got, “Şehîd Remziye, dayika du zarokan bû. Ji malbatê ve welatparêz bû, bîreweriya wê ya civakî bi wê welatparêziyê çêbû. Beramberî neheqî û zilmê bêdeng nema. Li Tirkiyê têkoşiya. Gava rêyên têkoşîna siyasî neman, berê xwe da Rojava. Hingê jî, du zarokên xwe li pey xwe hiştin. Jineke serhildêr bû. Qet bêhna wê beramberî neheqiyê ne fereh bû. Miroveke dilşa û rûken bû. Jineke welê bû, li ku çi lazim bû, ew dikir. Îdealeke wê hebû: Rêberiyeke azad û Kurdistaneke azad. Wê jiyana xwe diyarî vê îdealê kir.”

 

Serî netewand

Eta şehîd Remziye Altigê, Faîze Altig ji rojnameya me re peyivî û got, ew 10 xwişk û bira bûne û Remziye piçûka malê bûye: “Xwişka min zewicî bû û du zarokên wê hebûn. Lê wê ti carî xwe ji têkoşînê neda alî. Ji malbateke welatparêz tê û timî li gorî wê jiya. Ew dilsoza partî, gel û doza xwe bû.”

Wê bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker ji ber xebatên siyasî, 26 sal cezayê hepsê li xwişka wê birrîbû û wiha peyivî: “Wê berê xwe neda Ewrûpayê, wê Rojava tercih kir. Wê got, ´ez ê têkoşîna xwe dewam bikim, serî li ber zextan  netewînim´.”

Faîze Altig got, xwişka wê ne tenê ji bo zarokên xwe, lê ji bo zarokan hemûyan tercih kir bijî û wiha dewam kir: “Min rojekê jê re got, ´zarokên te hene li wan bifikire.´ Wê jî wiha li min vegerand: ‘têkoşîna min ji bo azadiya temamê zarokan e.’ Welatparêz bû, fedekar bû, wêrek bû û dayikeke azad bû.”

 

Nekarîn ji bo cenaze biçin Rojava

Faîze Altig got, “Xeta me diyar e, heta ku rêbertiya me azad bibe, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.” Wê xemgîniya xwe ya ji ber nekarîna çûna Rojava û hazirbûna di merasîma cenazeyê xwişka xwe de jî îfade kir û got, “Vê yekê em gelekî êşandin. Me nekarî em biçin, lê bi hezaran mirovên me lê xwedî derketin. Min careke din fêm kir, gelê Kurd ne tenê ye. Kesek diçe, bi hezaran tên. Jin jiyan azadî.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.