10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (253)

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 28 Kanûn 2024 - 00:09

Ezmûnî Kar u Jiyan le Çîn (6)
Qazî: Mebestit eweye ke xelik nawrûjê?

Sîvan Se'îd: Muşacereyek nabê meselen. Dû sedem heye, ewende meşxûlin û her yekeyan dezanê karî xoy çîye, zerûr nîye şer legel yekî tir bikat leber ewe min bo xom lewê şer nabînim. Şerim nedîwe, nalêm mucteme'êkî aydêal û eweye.

Qazî: Xelkî asosyal heye?çawit pê kewtûwe, alkolîst û ewane le ser cade.

Sîvan Se'îd: na, nexêr nemdîwe, natwanim bilêm nîye. Belam, şitêkî tir bilêm wekû kesêk ke min xelkî ewê nîm pozîtîv dîskirmîneyişn zore, ye'nî xelkêk leber ewey min xelkî ewê nîm yekser eger Englîzîş nezanê xuda xudayetî yekêk peyda ka xizmetêk be min bika. Ewe yek lew şitane û duwemîş zor xapandin nîye le şit kirîn û firoştin da. Eger şitêk bê be pênc dolar bê min şeş dolar yan de dolaryan bidemê baqîyekem edenewe lecêy ewey ke bilên xo eme lewe eçê Emrîkî bê, dewlemene yan xelkî şwênêkî tire de ba parey lê bistênîn. Ewaney ke le hendê şwên da dîwme le wilatanî dî, lewê be rastî ewem nedîwe. Demewê rastî bilêm lew bareyewe

Qazî: Berêzt êsta maweyeke lewêy pilanit çone? Ta kengê lewê debî û ewendey ke bigerêtewe ser baru doxî Kurdistan aya hîç le zeynit da heye bêcgele layenî siyasî û komelayetî kultûr û hunerî Kurdîş binasênî? Wabzanim le cêgayek dîtim mûzêkî Kurdîşit bilaw kirdbûwewe bo şagirdekanit. 

Sîvan Se'îd: Belê eweş beşêkî tire, ewe derewey eweye. Berastî min be der lewey ke lewê mamostam çend se'atêk û sûpirvayzirî dû xwêndkarim bo PhD ewe beşêkî tire, teb'en nîw sûpirvayzir çunke mamostayekî Çaynîş sûpirvayziryane emewê rast bilêm. Belam beder lewe min xom êwaran xwêndkarim emewê zimaneke fêr bibim û çendîn çalakî ciyawaz ciyawaz heye dekrê û min xoşbextane wekû wey ke lewê mamostam qewetî ewem heye ke de'wetî xelik bikem. De'wetî çendîn xelkî 'Ereb bê, Kurd bê be taybetî hem bo xwêndkarekanim ke bên bo ewê û hem bo ewey ke ewanîş wilat bibînin, boye ew de'wetem heye wekû mamostayek. Le sê salî ayende da eger lewê bimênim her sê saleke nazanim çon debê belam xoşbextane ta êsta zor baş hatûwe û hez dekem waş bê xelkêkî zor le buwarî ciyawaz ciyawazewe bang dekem bo ewê wekû mîwan hem bên lewê bin û ême şwênman heye û şwênman heye ke xelkî lê bimênîtewe û parey nedat meselen tîkêtêkî herzan etwanîn peyda bikeyn. 

Qazî: Dekrê lew buware da legel zankokan pêwendî damezrênî. Dezanîn êsta le Turkiya fişarêkî zor le ser akadêmîsyenî Kurd û Turk heye û zextêkî zor hebûwe û tenanet le şwênêk wek Mêrdîn ke le zankoy Artoklû xwêndinî Kurdî hebû, yan legel zankokan le herêmî Kurdistan. Yanî ewe fikrêkî xirap nîye bituwanî pêwendîyan legel damezrênî.

Sîvan Se'îd: Fikrêkî zor başe û zor xoşhalîşin ewan be rastî betaybetî bo xwêndkaran. Êsta meselen min le beşî xom pêyan witûm eger xwêndkar le Misir, le Kurdistan, le Turkiya lew wilataney ke hen bên lêre PhD bixwênin, be Englîzî bixwênin muhîm eweye ewan kitêbêkî cuwan denûsin lew zankoyey ême, ême be nîwey qîmet pareyan lê destênîn ke seyr dekem zor herzan tire lewey ke bên le Brîtanya yan le Urûpa bixwênin û kiwalîtî ew xwêndkareş dezanê eger bituwanê ew kare bikat. Û min birwam waye le çend salî ayende da çend xwêndkarêkî PhD Kurdman ebêt dên bo ewê exwênin. 

Qazî: Basî mamostayekt kird ke kitêbêkî leser Kurd nûsîwe be zimanî Çînî. 

Sîvan Se'îd: Belê be Manderîn nûsrawe û duwaye kirawete Englîsî.

Qazî: Şitî dîke heye, lîtêratûrî dîke sebaret be rojhelatî nawerast?

Sîvan Se'îd: Belê çendîn kitêb heye le ser rojhelatî nawerast, zorin natuwanim bilêm yek û dû. Belam le ser Kurd min lanî kem sê kitêbim dîwe û dilnyam ziyatirîşe min nem dîwe. Min 'îlmim keme bewey ke çî heye belam min sê kitêbim dîwe le zankoy Bêjîn derçûwe, le zankoy Fûdan kitêbêk heye le ser Kurdekanî Xorasan e yan le ser Kurdekanî rojhelatî Kurdistan e her dûkêtî belam be zorî le ser Iran e belam zortir le ser Kurdî ewê qise eka wekû kemayetî. Min ew me'lûmatane çunke Çaynîn lew mamostayey dostmewe werîdegrim belam ewane renge bikrên be Englîzî ewe beşêke lewe, ewe dekewête ser ewe emin çend aza bim xwêndkarêk wadar bikem ke bîka bewe ekewête ser ayîndey ew kare.

Qazî: Başe hîç pilanî ewet heye ke dest pê bikey be fêrbûnî Mandirîn û le barey xetîşewe ke dezanîn nîşaneye, ew nîşanane fêr bûn çone? Ta çi radeyek pêt waye ewe detuwanî rehay key, cê becêy key?

Sîvan Se'îd: Zor sexte, le rastî da wekû zimaneke min destim pêkirdûwe û başim zor na û lew baweredam le salêk da lanî kem etuwanim bo pêwendî qise bikem û biçim û bêm û ewaney ke muşkîlem nebêt. Yan eger kesêk qisey kird bizanim legel minêtî yan na. Belam wekû nûsîn ew sîmbulane zor narehetin û min hewil edem belam zor zor bîdyî ye û min be tema nîm be sal û duwanîş fêrî bibim. Belam dostim heye fêr bûwe.

Qazî: Belam pêm wabê hasantirîşyan kirdûwetewe êsta. Wa nîye?

Sîvan Se'îd: Belê mecmû'eyek sîmbulyan danawe bo herfekan. Meselen e sîmbulîkî heye to detuwanî legel a da bîkey be dû sîmbul û bîkey be a, eweşyan heye emin be temam ewe fêr bim egîna esleke fêr nabim û renge her neşmewê fêrî bibim, belam qise kirdin zû be zû fêrî ebim min ke hatmewe dostekanim be taybetî hawserekem zor birway nebû lanî kem pêncsed dêrêk, pêncsed cumleyekî baş dezanim pekim nakewê le bazar belam ewe bîdyî ye û zorî mawe û çend salêk dexayênê, belam min êsta xwêndkarî Mandirînim û emewê Mandirîn fêr bim.

Qazî: " lawşî lawşa " yanî çî?

Sîvan Se'îd: Yanî mamostayekî baş.

Qazî: Hîwadarim ke şagirde Çînîyekanit le mamostayekî wek cenabit le karekanit û lew zerfîyet û tuwanayiyey ke hete kelik werbigrin. Daway serkewtinit bo dekem, zor sipasit dekem ke beşdarît kird le bernamekeman da

Sîvan Se'îd: Gelêk sipasit dekem. 

Qazî: Bîneranî xoşewîst bem şêweye degeyne kotayî bernamey emcarey Rawêjîş takû Rawêjêkî dîke lay êweman xoş!

Têbînî: Em bernameyey Rawêjî hevpeyvîn legel Dr. Sîvan Se'îd le Yekşeme şew 24-î September-î 2017 be şêweyekî zîndû le Stêrk tîvîyewe bilaw kirawetewe. Be rêgay em lînkey xuwarewe dekrê vîdêoy em bernameye le hîsabî Rawêj le torî komelî Youtube da temaşa biken.

https://www.youtube.com/watch?v=ixlRx6zz-X4
Dirêjey heye...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.