10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (241)

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 5 Cotmeh 2024 - 00:26

Brêgzît (6)

Sîvan Se'îd: Hokarî ewey ke narûne yekem eweye berastî plan B nebû. Ebwa plan B bibwaye eger brêgzît rû bida çunke rayedaranî hem konsêrvatîv û hem kirêkar, bankî înglîstan, serokî ew banke, serokî sindûqî nêwdewletî diraw, hemû hêze meznekan, Obama, nazanim dewlete meznekan birwayan wa bû ke Yekêtî Urûpa be bê Brîtanya baş nîye, Brîtanya be bê Yekêtî Urûpa baş nîye û eme nebêt baş e. Ye'nî be pêçewaney tewqu'î xelkewe eme rûy da, leber ewe ke eme rûy da corêk bû le şok bo hemûyan bo Cameron  be taybetî boye xêra îstî'fay da û bo Theresa May  ke xoy le kempeynî manewe da bû û êsta rûberûy ewe bûwetewe ke pêwîste wezaretxaneyekî hebê bo ewey brêgzît bikrê û David Davis ke xoy yekêk lewane bû ke kempeynî kird bo royiştin û ew kesêkî baş debê lewêda çunke ew xoy birway be royiştin hebû. Eme ke tewequ' bikeyn çi rû deda yekêk lew şitaney ke birwam waye rû dedat em hukûmete leber çend hoyek ke yekyan eweye ke em hukûmete amadeyî tewawî nebû ke brêgzît qebûl bika we êsta tûşî bûwe û pêwîstî be planêkî gewre heye renge em hukûmete feşel bênê û dawa bikrêt bo ewey helbjardinêkî pêşwexte bikrêt.

Qazî: Ew parlimane heta çi salêk birî heye?

Sîvan Se'îd: Heta salî 2020, le 2015 destî pêkirdûwe heta salî 2020 dekrê bimênê be pêy hîsabî asayî, belam îhtîmal heye helbijardinî pêşwext bikrêt eme yekêke le îhtîmale gewrekan û îhtîmalêkî tirîş eweye ke em hukûmete bituwanê be giftugoyekî dirêj ke hêşta nazanê giftugokan bîzebt çone tenha artîklî 50 heye qise le ser eweye eger dewletêk bîyewê le naw Yekêtî Urûpa birwate derewe yan bikrête derewe pêwîstî bewe heye ke em rêwşwênane bigîrête ber û le mawey dû sal û egerîş ziyatir bixayênê renge bigate hewt salîş hemû ew giftugoyane legel wilatekanî tir da bikat bo ewey ke be tewawî corêkî tir le pêwendî ew wilatey ke pêşû endamî Yekêtî Urûpa bûwe durust biken bo ewey pêwendîyan legel Yekêtî Urûpa bimênêt. Xo eger wîstyan le ayende da, duway ewey brêgzît rûy da carêkî tir biçnewe debê rû le madey 49 biken ke ewîş eweye ke le seretawe le sîfrewe dest pêdekrêtewe.

Qazî: Seda 52 le dengderan ew mandateyan dawe be hukûmet eweye ke madey 50 wekar bixa û hetaş cêbecê bibê wa çaweruwan kirawe ke dûsalî pê biçê belam be pêy ew giftgo û qisaney ke dekrê ew meseleye dekrê ziyatir le dû salîş bixayênê. Yek şit man lebîr çû ewîş eweye ke wek dezanî Scotland û Irelend le her dûkyan da dengî zorbey xelik bo manewe bûwe, ca boye duway ew netîcey rêfrandome hukûmetî Scotland ke lewê Partî Nasyonalî Scotland deselatî bedesteweye basî ewey kirdûwe ke ewan amade nîn le Yekêtî Urûpa bêne derê û eger pêwîst bê dîsan rêfrandom dekenewe. Û Sinn fein îş le bakûrî Ireland raygeyand ke êsta wextî ewe hatûwe bakûrî Ireland legel komarî Ireland yek bigrêtewe çunkû katêk Brîtanya le Yekêtî Urûpa dête derê carêkî dî sinûr le nêwan bakûrî Ireland û komarî Ireland saz debê. Eger hêndêk em layenaneş şî bikeyewe xirap nîye.

Sîvan Se'îd: Le rêfrandomekey pêşûy Scotland da xelik hemû tewequ'î wa bû ke êste wextî eweye Skotlenda serbexoy werbigrê, tewaw birwat. Ew kate be serbexoy bibêt be endamêkî Yekêtî Urûpa. Debate y êstay Scotlandîyekan be gewrey be taybetî first minister, werzîrî yekemî Scotland Nicola Sturgeon pêy waye ke eger ême dewletêkî sovereign û serwer nîn le jêr destî Lenden dayn boçî le jêr destî hêzêkî mezintir da nebîn ke ewîş brîtîye le 27 wilat û zorbey xelik dengî dawe bimênêtewe boçî ême le Brîtanya da bimênîn. We ewey ke em beyanîye min gwêm lêy bû ke serokwezîrî Brîtanyay 'Uzma pêy waye ke Scotland da ta ewende qewetî heye be şêweyek pêwendîyekî serbexoy legel Yekêtî Urûpa da hebêt û hem pêwendîyekî serbexoşî legel lenden da hebêt û ewan xoyan ewende otonomîyan heye ke bituwanin şitêkî awa biken. Belam meseley bakûrî Ireland zor calbtire, ewîş lewe da ke êsta ew wez'ey ke bakûrî Irelanî ciya kirdewe le başûrî Ireland êste nemawe, ew wez'e qaîme. Ye'nî ew hesasîyete dînî û hesasîyete mezhebîyey ew wexte hebûwe, ew hesasîyete siyasîyey ke ew wexte hebûwe êsta bew şêweye nîye zor asayiye her dû Ireland ew sinûrey ke be hoy Yekêtî Urûpawe nemawe lexowe boçî durustî bikenewe. Madam eger sinûrêk hebê ba sinûreke legel eweda bêt. Eme her dûkî debate y waq'în, debate ke locîkî tire lewey êsta heye.

Qazî: Tesîrî rastewxoy le ser meseley penaberî û ew kesaney ke hewcêyan bewe heye ke le wilatêkî wekû Brîtanya damezrên ke bo xoy nexşî hebûwe lew meseley penaberan leber helkewtî kolonyalîstî xoy ke xelkêk ke mecbûr be cê gorkê bin rûy têdeken ewe çende tesîrî rastewxoy heye?

Sîvan Se'îd: Tesîrî rastewxoy eweye xelkêk le bedene be taybetî xelkî hêzî kar û çînî kirêkar û ewane haletêkyan heye, corêk le konfîdnis, corêk le rahetîyan bo durust buwe ke ême etuwanîn le wane tûre bibîn deryan bikeyn çunke ême kem nîn hevde mîlyonîn. Pêyan waye ke hevde mîlyon xelik pêyan waye ke îmîgreyişn xirape, ke penaberekan pêwîste bikrêne derewe, muhacîrekan pêwîste lêyan bidrê, leber ewe şitî hem be fîzîkî, hem be haletî racism, regezperstî be şêweyek mixabin ziyadî kirdûwe lew maweye da û ziyatrîş deka çunke komelgake bûwe be komelgayek ke teqrîben şeq bûwe, bûwe be dû beş. Beşêke legel hemû xelik da eyewê bijî, beşêke her eyanewê xoyan bijîn

Qazî: Ew munaqeşe û debate aney ke lew mawaney duwayîda le parliman da hebûwe, her hewtûyekyan mawe deçne te'tîlat ta mangî September zor be tundî ewe bû ke hemû layenekan basyan dekrid ke ême le beranber hemû cûre tawankarîyekî regezperistane debê zor be tundî rabiwestîn. 

Sîvan Se'îd: Ba min qisekey xom rast bikemewe mebestim ewe nîye ke hevde mîlyon xelik lewê recist e belam ew xelkey ke racist in, ke regezperistin corêk le rahetîyan bo durust bûwe çunke pêyan waye emaney ke wekû ewan dengyan dawe be royiştne derewe hemûyan wekû ewan bîr dekenewe û piştîwanêkî zoryan heye bo ewey ke.. 

Qazî: Diyar e be pêy qanûnî nenûsrawî Brîtanya rasîzm lewê de hemû formêkî da qedexeye.

Sîvan Se'îd: Belê memnû'e, qedexeye, belam ewey ke min dîsan wîstim bîlêm ew dû qeyraney ke le her dû partîye gewreke daheye her berdewamî eçêjê

Qazî: Ew qeyranîyey, daway lêburdin dekem qiseket debrim grînge basî bikeyn. Pêt waye wextêk David Cameron ewey dezanî û ew belêneşî dabû be pêy manîfêstî partîyekeyan, pêt wa hebû ew muşkîleyey ke êsta durust bûwe ewe xoy new'êk qeyranî durust kirdûwe wa nîye? Ke le rûy abûrî, komelayetî û le zor rûwewe ke temaşay bikey şitêk nîye be qazancî Brîtanya bê be lanî kemewe le kurt mewda da. Çon bû ewe awa bû?

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.