• Cemîl Guneş: Zarok bi zimanê xwe bipeyivin, ew ê xurttir, serketîtir bibin, gelek tiştan biafirînin, kêfxweştir bibin, zêdetir ji mirovan hez bikin, ew ê zimanekî din jî baştir hîn bibin. Ziman ax e, jiyan e, jin e, xweza ye.

FAHRETTÎN KILIÇ/FETHÎ BALAMAN
MA/AMED

 

Mamosteyê zimanê Kurdî, Cemîl Guneş li ser pirtûka xwe “Duzimanî-Zarok û Perwerdehî” got, bi milyonan zarokên Kurd hene, bi zimanekî din perwerde dibin û ev bandoreke nebaş li wan dike: “Divê em bi civaka xwe bidin fêm kirin ku ev zarokên me bi zimanê xwe perwerde nebin, zehmet e ku serketî bibin.”
Pirtûka ‘Duzimanî-Zarok û Perwerdehî’ ya Mamoste Cemîl Guneş ji Weşanên Weqfa Mezopotamyayê derket. Guneş pirtûka xwe bi mijara tesbîtkirina pirsgirêkên zarokên Kurd ên ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nabin, nivîsiye. Ji bo vê lêkolînê Guneş, bi 24 mamosteyên sinifa yekê yên li navçeya Mêrdînê Dêrîkê re peyiviye. Ji van 12 jin 12 jî mêr in. Zimanê dayikê yê 12 mamosteyan Kurdî, yê 11´an Tirkî û yê yekî jî Erebî ye. Pirtûk ji sê beşan pêk tê. Beşa yekemîn "Ziman û Duzimanî" ye û beşa duyemîn jî "Ziman û Perwerdehî" ye û beşa sêyemîn jî ji "Daneyên Lêkolînê" pêk tê. 
Cemîl Guneş dibêje, "Gelek sedemên me hene ku em bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Belkî yek ji wan ew e ku em Kurd in. Heke em bi wan bidin bawerkirin ku zarok bi zimanê xwe perwerde bibe, derdora xwe bi zimanê xwe nas bike, her wiha çand, civak û xwezaya xwe bi zimanê xwe nas bike, ew zarok wê hem bi zimanê xwe hem jî bi zimanê din jî serketî be. Ez bawer dikim, hingê civak wê zêdetir li zimanê xwe xwedî derkeve."

Hevpeyvîn bi 24 mamosteyan re

Li ser beşên girîng ên kitêbê jî ew dibêje, "Ji bo vê pirtûkê du rêbaz hatine bikaranîn. Ya ewil xebateke lîteratûrî hatiye kirin û ya din jî bi xebatên sehayî hatine piştrastkirin. Di beşa ewil de hin têgehên ziman û duzimanîyê hatine pênasekirin. Di beşa duyem de mijarên nîqaşên wek têkilîya ziman û perwerdehîyê çi ye, perwerdehîya bi zimanê zikmakî, perwerdehîya duzimanî, polîtîkayên ziman û perwerdehîyê yên Tirkiyê hene. Her wiha hin modelên perwerdehiya duzimanî û pergalên perwerdehiyê yên hin welatan jî hatine dayîn. Beşa sêyem ji bo xebata sehayî hatiye hiştin. Di vê beşê de çavdêrîyên 24 mamosteyan ku min hevdîtin bi wan re kir, hene. Min derheqê 5 hunerên zarokan de pirs ji wan kirin. Pirsên sereke 'Ev zarokên ku dibistanan ji xeynî zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibin bi çi pirsgirêkan re rûbirû dimînin, haya me ji çiqasî heye?' bûn. Ez li ser hunerê wan yê xwendin-nivîsandinê, ragihandinê, guhdarîkirinê, axaftinê û lihevkirina wan ya bi dibistanê re sekinîm."
Vê xebata hanê nîvê sala 2017´an dest pê kiriye û tevî amadekirina ji bo çapê 3 salan dewam kiriye.  
Zehmetiyek ew bûye ku mamosteyan bide axaftin û yan dinê jî "ew bû ku termînelojiya me ya perwerdehiyê tine ye. Di bikaranîna hin têgehên Kurdî de hinek pirsgirêk derdiketin."

Kesê xwe nas neke…

Li ser encama lêkolîna xwe Cemîl Guneş dibêje, "Ji bo xwendinê du tişt hewce ne, divê tu peyvê nas bikî, pişt re peyvê fêm bikî. Lê ev her du jî li cem şagirtan tine ne. Ji ber ku zimanê wan li wê derê nayê qebûlkirin, derdê dilê xwe, kenê xwe pirr kêm parve dikirin. Pir kêm caran ev xwendekar di nava sinifê de dipeyivîn. Dîsa li gorî encaman ragihandin pêk nayê, çimkî ji bo ragihandinê hunera axaftin û guhdarîkirinê hewce ye. Pirsgirêka aîdîyetê heye. Gelek mamoste dibêjin, ‘zarok xwe aîdê dibistanê nabînin.’ Çunkî dema tên dibistanê zimanê xwe li ber derîyê dibistanê dihêlin û ji wê derê dikevin nav çand, hiş, zimanek, rabûn û rûniştinek, kevneşopiyek, dengek, mekanekî din. Hingê pir zehmet e ku ev zarok serketî be, ne ji aliyê xwendin û nivîsandinê ne ji fêmkirinê ne ji aliyê afirandinê ve." 
Li ser helwêsta malbatan a elaqedarî vê pirsgirêkê jî ew dibêje, "Divê em bi civaka xwe bidin fêmkirin ku ev zarokên me bi zimanê xwe perwerde nebin, ew ê ti carî negihîjin serketina bi dilê xwe. Zarok bi zimanê xwe bipeyivin, ew ê xurttir, serketîtir bibin, gelek tiştan biafirînin, kêfxweştir bibin, zêdetir ji mirovan hez bikin, ew ê zimanekî din jî baştir hîn bibin. Ziman ax e, jiyan e, jin e, xweza ye… Ji bo min ya herî muhim ziman, zarok e. Em bi vê nêzîkatiyê baweirya civaka xwe bi van tiştan bînin, ez bawer dikim rêjeya axaftina bi Kurdî sal bi sal wê zêdetir bibe. Kesê ku xwe nas neke, nikare ji bo xwe û civaka xwe pêşketinekê bike. Bi min kêmasiya me ya herî mezin ev e, em hêj girîngiya ziman ya ji aliyê zarok û perwerdehkirina wan ve baş nizanin."