'Tirkiye dagirker e'

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 04:43

Polîtîkaya zordar û dagirker a dewleta Tirk kete rojeva Parlamena Yekîtiya Ewrûpayê (YE). Raportorê Tirkiyeyê yê YE´yê, Nacho Sánchez Amor nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê da.

Di civîna civata giştî ya parlamenê de ku destpêka hefteyê li Strasbourgê dest pê kir, têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Yekîtiya Ewrûpayê re hatin nirxandin. Di rûniştina têkildarî rapora bipêşketinê ya li ser Tirkiyeyê de, Raportorê Bipêşketinê yê YE´yê Nacho Sánchez Amor got, "Rola jeopolîtîk a Tirkiyeyê çi dibe bila bibe, YE wê li pêşberî binpêkirina azadiya bingehîn bêdeng nemîne." 

Nacho Sánchez Amor anî ziman ku dewleta Tirk rewşa xwe ya jeopolîtîk datîne pêşiya mafên mirovan û demokrasiyê û got, "Di bingehê raporê de rewşa felaketî ya pîvanên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê heye."

Raportor bi bîr xist, ku di nava çend mehan de sêyemîn partiya herî mezin a welêt HDP ku zêdeyî 6 milyon deng wergirtiye û zêdeyî 100 şaredarî bi dest xistin, weke 'neqanûnî' hatiye ragihandin û diyar kir ku dewleta Tirk şerê Rûsyayê yê li dijî Ûkraynayê ji bo xwe kiriye firsend:

Şantaj û keysparêzî

"Ji kleptokratên Rûs re maf e ku li peravên Tirk veberhênanê bikin, hejmara seferên balafiran ên navbera Tirkiye û Rûsyayê qat bi qat zêde dibe, Karta kredî didin bi hezaran welatiyên Rûs. Endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO'yê bi rengekî bêberpirsyarane veto kir."

Nacho Sánchez Amor bal bire ser polîtîkaya şer a dewleta Tirk û got, dewleta Tirk li Rojava û Başûrê Kurdistanê di pozîsyona “dagirker” de ye.

Ambargoyê deynin ser dewleta Tirk

Ji parlamenteran Serokê Delegasyona Syrîza Dîmîtrîos Papadîmoûlîs têkildarî rojeva Tirkiyeyê got, “Heger em dixwazin li Tirkiyeyê demokrasî pêk were, li dijî Erdogan pêwîstiya me bi sekneke xurt heye."

Endamê partiya PASOK'ê yê Parlamenta Ewropayê Nîkos Androûlakîs jî bang kir da ku ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê bê danîn: "Divê Yekîtiya Ewropa şaşîtiyên li hemberî Pûtîn kir li hemberî Erdogan dubare neke. Nêzîkatiya li hemberî her kesê ku li ber hiqûqa navneteweyî radibin, divê bi heman rengî be."

BRUKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.