Rayên xwe bidin dostê Kurdan
În 7 Hezîran 2024 - 00:15
KCDK-E’yê têkilî hilbijartina Parlamentoya Ewropayê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku rayên xwe bidin namzetên demokrat ên dostên Kurdan. KCDK-E’yê diyar kir ev hilbijartin Kurdan rasterast eleqedar dike û xwest ku Kurd biçin ser sendoqan.
Ji 6 heta 9'ê Hezîranê wê li welatên endamên Yekîtiya Ewropayê hilbijartinên ji bo Parlamenta Ewropayê bên kirin. Ji bo hilbijartinên ku wê 720 endamên Parlamenta Ewropayê bên hilbijartin, wê 360 mîlyon hilbijêrên Ewropayê biçin ser sindoqan.
Hilbijartin me eleqedar dike
KCDK-E’yê, destnîşan kir hilbijartinên PE'yê gelê Kurdistanê rasterast eleqedar dike û wiha pê de çû: "Rastiya ku Parlamentoya Ewropayê (PE) hem di warê şikandina tecrîda li ser Rêber Apo de û hem jî li dijî polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên li dijî têkoşîna me roleke girîng dilîze. Ji ber vê divê em helwesta xwe nîşan bidin.
Rastiyek e ku Konseya Ewropa û CPT’ê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bi rola xwe ranabin û heta bi bêdengiya xwe ji bo domandina vê tecrîdê dibine amûr.
Rayên xwe bidin namzetên nêzî Kurdan
Her wiha di aliyê ragihandina gotina me ji raya giştî re û nerazîbûna demokratîk a li dijî tecrîdê, girîng e ku em piştgiriyê bidin namzetên ku di van hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de li cem têkoşîna mafdar û rewa ya gelê Kurd cih digrin.
Biçin sendoqan
Em KCDK-E bang li her kesî dikin ku ji bo di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de têkoşîna gelê Kurd bînin rojeva raya giştî, destekê bidin namzetên demokrat ên dostên Kurdan. Bi vê wesîleyê em bang li gelê xwe dikin ku li her devera lê ne biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin."
ANF