Hiqûqa Belçîkayê hate binpêkirin

În 26 Nîsan 2024 - 00:43

European Left (Partiya Çep a Ewropayê) êrîşa li ser medyaya Kurd şermezar kir, destnîşan kir hiqûqa Belçîka û Ewropayê hatiye binpêkirin, ji Belçîkayê xwest ku têkilî mijarê daxuyaniyeke berfireh bide. Êrîşa ser Stêrk TV û Medya Haberê li qada navnetewî bû sedema nerazîbûnan. Partiya Çep a Ewropayê (European Left) êrîşa polîsên Belçîkî ya li ser qanalên Kurdan şermezar kir, têkilî êrîşê Kurd,’’Binpêkirina pîvanên hiqûqa Belçîka û Ewropayê ye.’’

Binpêkirina hiqûqa Ewropî ye

Ji qada navnetewî helwesta dijî êrîşa li ser medyaya azad a Kurd didome. Têkilî êrîşa polîsên Belçîkî ya li ser Medya Haber û Stêrk TV, Partiya Çep a Ewropayê (European Left) daxuyaniyeke nivîskî weşand. European Left di daxuyaniya nivîskî de êrîşa li ser medyaya Kurd bi tundî şermezar kir û got,’’Serdegirtinên ku hêzên çekdar bi îmhakirina amûrên nûçegihaniyê bi encam bû, ne tenê rêgezên azadiya çapemeniyê bin pê dikin, her wiha pîvanên hiqûqê yên Ewropa û Belçîkayê yên bingehîn jî binpê dikin.''

Bûye sedema fikaran

Bi domdarî di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin serdegirtina polîsan a li dijî televîzyonan bi armanca tepisandina dengê Kurdan, rê li ber fikarên cidî vedike û hat gotin, "Ji ber ku ev serdegirtin di roja Rojnamevaniya Kurd de û piştî serdana dîplomatîk a payebilind a rayedarên Tirk a li Belçîkayê pêk hat, di aliyê tepisandina dengê Kurdan de rê li ber fikarên cidî vedike.”

Medyaya Kurdî xwedî roleke girîng e

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Medyaya Kurdî ji bo milyonan Kurdan bi taybetî ji bo kesên li Rojava û Rojhilat dijîn li hemberî pevçûn û zextên siyasî wan agahdar dike û di mijara  xweîfadekirinê de jî Stêrk TV xwedî roleke girîng e. Êrîşên li dijî van saziyên medyayê bi tu awayî nayên qebûlkirin  û ji cewhera nirxên demokratîk re xeteriyeke mezin e ku em  Partiya Çep a Ewropayê wê yekê diparêzin.

Êrîşên qirêj şermezar bikin

Em diyar dikin ku em li gel rojnameger û xebatkarên medyayê  yên ku ji van êrîşan bandor bûne ne û bang li hemû saziyên siyasî û saziyên çapemeniyê yên Ewropayê yên demokratîk dikin ku van êrîşên qirêj ên li dijî medyayê şermezar bikin.

Belçîka bila daxuyaniyê bide

Her wiha em ji rayedarên Belçîkayê dixwazin ku têkildarî van kiryarên bêhiqûqî di çarçoveya hesabdayînê de daxuyaniyeke berfireh bidin. Ji bo parastina azadiya medyayê û pêşîlêgirtina bûyerên bi vî rengî pêngavên tedbîrgirtinê şert in.

Medya esasê civaka demokratîk e

Em diyar dikin, em hemû caran piştgiriyê didin rojnameger û saziyên medyayê yên ku tevî hemû şert û mercên dijwar jî raya giştî agahdar dikin. Mafê çapemeniya azad ne tenê mafekî bingehîn ê mirovan e, her wiha esasê hemû civakên demokratîk e.’’

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.