Ji hilbijartinê ‘Koalîsyona Mezin’ derket

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 11 Hezîran 2024 - 00:49

Li Parlamentoya Ewropayê ‘Koalîsyona Mezin’ a ku ji partiyên rastgir, sosyalîst û navendî pêk tê, li gel zêdebûna dengê rastgiriya tund jî li parlamentê xwedî hejmara herî zêde û serwer e. Keskan li tevahiya Ewropayê li xwe kêm kir.

Li 27 welatên Yekîtiya Ewropayê 370 milyon hilbijêr ji bo hilbijartina 720 endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) çûn ser sindoqan. Parlamentoya Ewropayê weke saziya Yekîtiya Ewropayê ya ku her 5 salan carekê ji aliyê welatiyan ve tê hilbijartin, girîngî qezenc dike.

Di rewşa heyî de tê dîtin ku komên Partiya Gel a Ewropayê (EPP), Sosyalîst û Demokratan (S&D) û Ewropaya Nû Dibe (RE) bi hev re 398 kursî bi dest xistine. Ev koalîsyon ji 720 kursiyên li Parlamentoya Ewropayê, wê bibe xwediyê 398 kursiyan.

Kesk û Çepgiriya Radîkal kêm ketin

Hejmara parlamenterên ku hîna beşdarî ti komên siyasî nebûne, weke 102 tê texmînkirin. Ev rewş dibe ku bibe sedem, muhafazakarên neteweyî û komên rastgir ên tund bi hêz bibin. Kesk û Çepa Radîkal jî kursî winda kirin.

Kîjan komê çend kursî standin?

Tê texmînkirin ku EPP wê 181, S&D 135 û Renew Eûrope jî 82 kursiyan bi dest bixe, Kesk/EFA ji 72 kursiyan, daket 53 kursiyan. Koma Çep bi ketineke ji sedî 3’yan, tenê 34 kursî di destê wê de man. Muhafazakarên neteweyî yên ECR’ê 71 kursî (+7) bi dest xistin, koma rastgir a tund jî 62 kursî (+13) bi dest xistin.

KESK li Ewropayê li xwe kêm kir

Li Elmanya û Fransayê partiya Keskan deng winda kirin, Swêd û Hollanda jî pêşketin bi dest xist. Keskan li seranserî Ewropayê kursî winda kirin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.