Bila Tirkiyeyê şermezar bikin

În 4 Cotmeh 2024 - 02:55

Hevsekreterê Giştî yê Yekitiya Parêzeran a Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê (ELDH) Thomas Schmidt têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan axivî û got astengkirina hevdîtinan derhiqûqtî ye. Schmidt, anî ziman ku Abdullah Ocalan ji 15’ê sibata 1999’an heta niha di tecrîdê de ye û got:“Ji 15’ê sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê tecrîdeke taybet û cihêkar di meriyetê de ye.” 

Schmidt destnîşan kir ku Tirkiye hiqûqa navxweyî û qanûnên erê kiriye, di heman demê de qedexeya êşkenceyê û mafê darizandina adilane yên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê dike û got:’’Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de biryar da ku ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. Sûc çiqas giran dibe bila bibe, bêparhiştina ji azadiyê ya bêyî ku şensê berdanê hebe, li dijî fikra rûmeta mirovahiyê ya PMME’yê ye. Mafê birêz Ocalan heye ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.” Schmidt di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Tirkiye endama Konseya Ewropayê ye û got:“Komîteya Wezîran a girêdayî Konseya EWropayê, divê ji ber astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatan re, Tirkiyeyê şermezar bike. Ji bo destpêkirina karûbarên binpêkirinê, Tirkiye bi têra xwe hincetan pêşkeş dike.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.