Sewtek ji Berferatê: Şêxo û Şêraza wî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 20 Kanûn 2020 - 02:35

  • Hozan Şêxo: Min bi vê devoka xwe li ser Alan Kurdî jî stran çêkir, min bi xwe taybetî xwest bi vê Kurmanciyê jê re stranekê çêkim. Min got hema alem pê dihese bi vê Kurmanciyê pê bihese. Ez ê li ser rêya xwe dewam bikim, devoka ti Kurdî ji ya din ne çêtir e, her yek reng û sewteke me ye.

ÎBRAHÎM BULAK


Albuma nû ya Şêxo li ser platformên dîjtal belav bû. Navê albumê Şêraz e. Şêxo ji bo vî navî dibêje, ‘Îcada keçika min a 6 salî ye’. Şêraz, sewteke Berferatî ye û dixwaze xwe bigihîne tevahiya Kurdistanê. Serpêhatiya Hozan Şêxo ya muzîkê bi zaroktiya wî dest pê kiriye. Hingî ew jî ber bi bayê ’aşik’an ketiye û navê xwe kiriye ‘Aşik Dertli’, çer ku hatiye Elmanyayê û bêhtir ruh û riçikên Kurdîtî nas kiriye, dîsa bûye Şêxo. Bi demê re Şêxo xwe guherandiye, berê sewt û meqamên muzîka xwe daye herêma jê tê yanî Berferêt. Di jiyana wî ya hunermendiyê de navek heye ku mohra xwe li jiyana wî daye, ew nav jî yê şair Cegerxwîn e. 

Hozan Şêxo li Ewrûpayê ji dawiya salên 70´yî heta niha bi reng û şêwaza xwe bûye parçeyekî muzîka Kurdî. Albuma wî Şêraz bi hazirkirina Deutsch-Kurdisches-Kulturinstitut (Înstîtuya Çandê ya Elman û Kurdan) derket û çend mehên din, albumên wî hemû jî wê bi rêya înstîtuyê derkevin. 

Mamoste pêşî dixwazim ji navê albumê dest pê bikim. Şêraz çi ye?

Îcada keçika min a 6 salî ye. Rojekê hat cem min li ser kaxizekê Şêraz nivîsandiye. Ser kaxizê hêla din jî gulek resm kiriye. Min got, ‘Ew çi ye?’, go ‘Ew navê te yî nû ye keko’. Min go ‘Şêraz çi ye’, go ‘Navê te yek Şêxo ye, yê din jî Alî Riza ye’. Jixwe re ji wan her duwan navekî wisa çêkiriye. Çîroka vî navî jî ew e.

Derheqa albumê de şîroveyên çawa hatin, nexasim Kurdên me yên Berferêt, yan em bêjin, Meraşê, tiştek gotin?    

Erê, bi rastî heta vê demê gelek mesajên taybet û balkêş tên. Hefteya çûyî guhdarekî ji Londonê telefon kir, li ser gotina wî, ez gelek xemgîn bûm. Ew bixwe 8 - 10 salî bûye di dema Qirkirina Meraşê de, sala 1978´an û bavkalikê wî li ber çavê wî kuştine. Gewriya wî bi xençerê birrîne. Ser guhdarkirina strana min ‘Şinó Maróşe’ ew ser hiş çûye, ketiye ser erdê, çend sehetan şûnde tam hatiye ser hişê xwe.

Di albuma xwe ya dawî de ez pirr li ser ziman, awaz û devoka herêma xwe mijûl bûm, ez niha bi şopekî din ketime. Gundê min tam li sînora Semsûr û Meraşê ye, li vê herêmê tesîra asîmîlasyonê gelek çêbûye. Xelkê me ye bona ku zimanê xwe winda nekin bi rastî ne tenê cumle parçe kirine, peyv jî parçe kirine, li dijî vê zordestiye ji bo zimanê xwe ji bîr nekin, winda nekin qet nebe li seriyê peyvekî an paşiyê peyvekî bi Kurdî girtine. Gotine hema em çi xelas bikin, baş e. Bona ku zimanê xwe wenda nekin li ber xwe dane. Çer ku ez ketim pey şopa herêma xwe min ew çêtir fêm kir. Di vê meselê de jî bi ya min zêde lêkolîn nehatiye kirin, zêde kesî serê xwe pê neêşandiye. Heta dawiya emrê xwe ez ê li ser vê şopê bim. 

Her wiha di albûma xwe ya nû de ez sê stranan jî dibêjim ku ji helbestên Cegerxwîn hatine çêkirin. Ez ji xwe re dibêm, bila lihevanîn û nêzîkkirina devokên Kurmancî bibe nesîbê her hunermendekî Kurd. 

Mamoste niha dixwazim tu behsa serpêhatiya xwe ya hunermendiyê bikî? Te kengî dest bi stranbêjiyê kir?

Ez hê zarok bûm, xort bûm min stran digotin. Baş nayê bîra min ez an deh salî bûm an jî yanzdeh salî bûm, min hingî helbesta xwe ya siftê çêkir û kir stran. Vê çaxê min navê xwe kiribû Aşik Dertli. 

Vê çaxê jî 'Aşik' jî pirr bi nav û deng bûn ne were, nexasim li herêma we, wekî Aşik Îhsanî, Aşik Mahsunî? 

Erê vê çaxê tam çaxê wan bû, her kesekî kilam digotin, navê xwe dikir 'Aşik’. Min jî navê xwe kiribû Aşik Dertlî. Bi vî navî dora 70-80 helbestî min nivîsandin, mixabin yên zaf bi Tirkî ne, ez bawer im 5-6 ji wan bi Kurdî ne. Çend ji wana paşê bûn bingeha albumên min ên li Ewrûpayê min çêkirî.
Bi destpêkirina dibistana yekemin heya lîse ya “yatili [qişleyî]” min stran digotin. Li gund, li şahiyan, pirr cara ji kal û pîran re, li dawetan, li dibistanê – ez hê 14 salî bûm, li konsera Aşik Mahsunî Şerif min jî çend stran gotibûn. Stranên ku min wê demê çêkirin, sê mehan berî hatina Ewrûpayê min bi têybeke biçûk qeyd kirin.

Kasêteke te heye bi navê ‘Aşik Dertlî’, tu hê li welêt bû te çêkir, lê te neweşand yanî?

Erê, min dengê xwe qeyd kiribû, lê min belav nekiriye. Li gundê xwe min dengê xwe qeyd kir. Teyibeke biçûk hebû, û mîkrofenek, min bi vêna di odeya mala bavikê xwe de, ez rûniştim min li tembûrê xist û dengê xwe qeyd kir. 

Li Berferêt di Kurdî de herî zêde çi tesîrê li te kir? Aşik Dertlî çawa bû Şêxo?  

Ji ber asîmîlasyon û tirsa ji rejîmê hozanên me bi pirranî bi Tirkî digotin, yan Kurdî û Tirkî tevlîhev dikirin. Lê pîr û dedeyên me bi Kurdî digotin, min li wan guhdarî dikir.  Wan çaxan wekî li her parçeyê Kurdistanê, me jî guhê xwe dida Radyoya Êrîvanê. Min havînê şivantî dikir, dibû êvar. Me pez û heywan dianîn mal, jin dadiketin ku pez bidoşin, ha wê demê kilamên radyoyê dest pê dikir, jinan bîr dikir pez û miyan bidoşin li kilaman guhdarî dikirin. Yanî ew jî di bîra min de mabû, ew jî tesîreke gelek baş li ser min çêkir. Ew bû miqnatosek hundirê min kişand, ez kişandim ber bi Kurdîtiyê ve. Min digot, ew kû der e, em vî zimanî nas dikin lê ew kî ne, ew ji kû derê ne, ji kû derê tên.      

Tu kengî hatî Ewrûpayê mamoste, her wiha di atmosfereke çawa de te muzîka xwe îcra dikir?  

Ez sala 1977’an hatim Elmanyayê. Piştî xelaskirina lîseyê li bajarê Mûşê, xwendina unîversîteyê mumkin nebû. Daxwaz û xeyalake min a zaroktiyê ew bû ku ez bibim pîlot. Bi wê sedemê, ez ketim testên Akademiya Pîlotan û serfiraz bûm. Lê netîca wê testê de nivîsek hat û digot "Belê te test serfiraz kir lê em tevbûyina te ya Akademiyê nikarin qebûl bikin". Dilê min êşiya û ez çûm dadgehê û navê xwe guhirand û kir Ali Riza. Heta vê çaxê navê min li ser kîmlîgê Şeyho bû yanî Şêxo. Plana min ew bû ku sala pêşî ezê wê testê dubare bikim. Berî ez werim Ewrûpayê min demekê li gundê xwe mamostetî jî kir, min wekaleta mamostetiyê dikir, paşê dewletê got, herçî dixwaze ez ê qadro bidim wî, min dewam nekir. Di sala dawî de ez hatim Elmanyayê, sal 1977 bû. Îro ez difikirim, ez dibêjim baş e ku ez hatime Ewrûpayê min mamostetiya dewletê qebûl nekiriye.

Di bîra me kî de hebû ku ez li welatekî bîyani herim unîversîteya teknîki û bêşa mihendîsiya bilind xelas bikim? Bi rastî jî ew demek gelek zor û zehmet bû bona min. Li dibistana lîseyê dersên me yê matematik, fîzîk û kîmyayê vala derbas dibûn, çimku mamosteyên wan dersan tinebûn. Lê dema ku min li Elmanyayê dest pê kir xwendina unîversiteyê, bi rastî ez pelixîm. Çavên min cara siftê hisabên algebra bi x, y, z ditîn, min ji hevalên xwe pirs dikir û digot "Ev çi ye?" Di ser de min xwendina xwe bi xwe fînanse dikir. Ez bi şevan diçûme karên wardiye û bi roj diçûme dersên unîversiteyê, pirr caran ez bêxev dimam.

Gava te li Ewrûpayê dest bi çêkirina mûzîkê kir, te wî çaxî feyz û îlhama xwe ji kê girt? Herî zêde çi û kê tesîr li te û muzîka te kiribû?

Li gorî min welatekî xelkê, welatê min ê yekemîn yadîgariya min kir, wî kir ku ez welatê xwe baştir nas bikim. Li Ewrûpayê azadî hebû, serbestî hebû. Tirs û xof tinebû. Qet nehatiye mêjiyê kesekî ku bona navê xwe yî Kurdî tengasî bibîne û ew kes navê xwe biguherîne. Kurdan li Ewrûpa komelên yekemîn saz dikirin, doz û rewşa Kurdan dianîn zimên. Wê demê min jî di nav Kurdên polîtîk de cih girt. Wek hunermendekî bênav bûm, lê roj bi roj agirê di hundirê Kurdan de dipijiqi ser min, ez birim ser kaniya Kurdistana derveyî welat. Li wir min di jiyana xwe de cara siftê pirtûkên Kurdî ditin. Bi rastî ez şaş bûm. Min got, gelo çi wextê virde zimanê min ketiye nav pirtûkan? Gav bi gav ez rast hatim, dîwanên Seyda Cegerxwîn ê nemir. Niha min welatê xwe dîtibû!

Berî hatina min a Ewrûpa min stranên Aşik Mahsunî, Îhsanî, Ruhî Su, Neşet Ertaş digotin. Li Ewrûpayê ji Hozan Dilgeş, Birîndar û paşê jî Şivan Perwer û Gulistan Perwer hebûn wan salan. Ruhi Su bi rasti bi sekina xwe, bi karektera xwe ji min re îlham bû. Her kingê ku ez hatim Ewrûpayê bi serbestî û azadî bi zimanê dayikê stran pêşkeş dikirin, têsîra Şivan Perwer wek min, ez bêjim li ser hemû hunermendên Kurdan têsira xwe hebû.

Mirov ji stranên te fêhm dike ku tesîra Cegerxwîn li ser muzîka te û Kurdayetiya te zêde çêbûye. We çawa hev nas kir?

Tesîra Cegerxwîn li ser min gelek gelek heye. Gorî min Seydayê Cegerxwîn di helbestê de wek okyanusa Kurdan e. Ew tenê ne helbestvan e, ew dîrok û şoreşgerî û folklora Kurdan e. Sala 1981´ê yan jî 1982´yan bû. Ez Kurdekî di nav Komaleya Xwendekarên Tirkiyeyê de bûm, berê navê wan Komelaya Xwendekarên Tirk bû piştî ku navê xwe guherandin, ez ketim nav wan û bi wan re xebitîm. 

Endamên komelê yên ji welatên Yewnan, Latîn Emerika û Tirkiye plan kirin ku şevekê bi navê "sê welat, sê helbestvan“ çêkin. Helbestvan jî Jannis Ritsos, Pablo Neruda û Nazim Hikmet bûn. Min got, ez alikariya vê şevê nakim. Paşê li ser daxwaza min, me nav guhurand û kir “çar welat-çar helbestvan”. Welatê çaremîn Kurdistan bû, helbestvan jî Cegerxwîn bû. Min ji helbestên Nazim Hikmet û Cegerxwîn muzîk çêkir û stran gotin.

Min heta îro fahm nekiriye ka çima me Kurdan ev dara bi riçikên kûr li cîhanê mezin nekir. 

Min sala 1982’yan Seyda li Swêdê ziyaret kir. Ez xwendekarekî nazenî bûm wê demê. Hevalan ez birim mala wî û gotin, “Seyda me ji te ra hozanekî ciwan anî, ew bi xwe şev û roj qala te dike, helbestên te dike stran”. Seyda rabû pê, em qebûl kirin, min destê wî maç kir û em rûniştin. Çavên xwe avêtin ser beden û suretê min û got: “Sîstema kedxwaran heta mêjiyê te belkî asîmîle kirin, lê her çi te Kurdîtiya xwe xelas kiriye, di hundirê te de xwe veşartiye, tu wan biparêze. Ez te nas nakim, lê roniya çavên te de paqijiya Kurdistanê dibînim, tu wan mezin bikî". Ji wê çaxê şûnde min sond xwar ku hemî mêjî, ked û xebata min li ser Kurdistanê be. Min di albumên xwe de ji 28 helbestên Cegerxwîn stran çêkirine û salekê piştî çûyîna wî ya ber dîlovaniyê, min di sala 1985‘an da kaseta xwe ya duyemîn bi navê JI BO BÎRANÎNA CEGERXWÎN çêkir. Di vê kasête da 9 stranan cî girt, 8 helbestên Cegerxwîn hebûn. Ew ji min re bû nesîb ku di navbera sedan hozan û hunermendên Kurdan de min tenê Seyda nasandin. Wan salan kesekî li herêma me navê seydayê Cegerxwîn nebihîstibû, ez bîst salî bûm, min nav û helbestên Seyda bi xelkê Berferatê da nasandin. Belkî îro jî pirrê xelkê herêma me navê Cegerxwîn nebihîstine.

Piştî wextekî di muzîka xwe de tu berê xwe didî meqam û Kurmanciya Berferêt yanî devera ku tu jê hatî. Peşî stranên te zêde polîtîk û protest, paşê jî herêmî û folklorîk in. Sedema vê guherînê çi ye? 

Ez ewladê erdekî werê me ku ji bo parastina çand û zimanê xwe hezar sal in li dijî sîstemên ku dixwazin wan tine bikin li ber xwe didin. Ez behsa Qizilbaşên li Berferêt dikim. Herçî asîmîlasyona li ser Kurdan bû li vê herêmê hîn zêdetir bû. Her wiha li gel asîmîlasyonên dagirkeran oto-asîmîlasyonek jî heye. Ji ber vê, dêhna min li gel pêşketinên tevahiya Kurdan li herêma min jî bû. 

Devoka vê herêmê ji alî Kurdên din jî biçûk hatiye dîtin, henek pê hatiye kirin, heta şorên wekî "Ev Kurdî ne Kurdiya edebî ye" li ser hatiye kirin. Miletê vê herêmê jî bi wan şoran bawer kiriye, hema bêje bûye neyarê zimanê xwe. Min meriv dîtin, digotin 'Ez fêdî dikim Kurdî deng bikim', 'A min ne Kurdî ye', 'Kurdiya min pere nake'. Ev qirkirina civakî ye. Loma ez dixwazim bi bîr bixim Kurmanciya Meraşê me wer kir ku miletê me şorên wer bikin, yanî zirara mezin ji nav me derketiye. Kok û dara çanda me ji vê zirar dît, peyvên me, miqamên me, şêwezarê me feqîr û lewaz bûn. Ji ber vê yekê, min xwe mesûl dît ku balê bibim ser vê yekê. Bi vî zimanê qedîm û zengîn stranan çêkim ku hêjayî vê ye ji ber ew devok hatiye qonaxeke werê ku hema hema tine dibe.  

Gava te bi zimanê xwe di şev û şahiyan de stran digotin, kasêt çêdikirin, xelkê deverê çi his dikir, kêfa wan dihat ne wisa? 

Hinekan ji min re digot, bi saya stranên te, lorîka dayikên me hate bîra me, zimanê me hat bîra me, me ji nû ve jê hez kir. Rojekê piştî çalakiyekê, kalekî hema bêje 15 salan ji min meztir, bi çavên tijî hesir hate ba min û got, 'Ew bû 35 sal, hema bêje ez diherim, şev û şahiyên siyasî gişan, lê min timî digot reng û sewtek kêm e, min îro fêhm kir ku sewt û zimanê me kêm bûye.'   

Stranên min heta gihîştine Xorasanê, hunermendên ez hîç nas nakim, stranên min dibên, ma jê xweştir heye. Lê li herêma me bi xwe stranên min lewitandin, şaş xwendin. Meseleyên wer pirr in. Min bi vê devokê li ser Alan Kurdî jî stran çêkir, min bi xwe taybetî xwest bi vê Kurmanciyê jê re stranekê çêkim. Min got hema alem pê dihese bi vê Kurmanciyê pê bihese. Ez ê li ser rêya xwe dewam bikim, devoka ti Kurdî ji ya din ne çêtir e, her yek reng û sewteke me ye. 

 

Albumên Şêxo

Heta îro 11 album çêkirine. Lîsteya albumên wî li gorî salan wisa ye:  

1 : AŞIK DERTLI – 1977
2 : HAWAR - 1979
3 : JI BO BÎRANINA CEGERXWÎN - 1985
4 : PRANGALAR - 1994
5 : POESIE DER WURZELN & WURZELN DER POESIE – 1995
6 : DENGÊ AXÊ - 2001
7 : LI EZMANAN HEZKIRIN - 2005
8 : DENGÊ AVÊ - 2009
9 : DENGÊ AGIR - 2013
10 : DENGÊ HEWA - 2017
11 : ŞÊRAZ - 2020

Mirov dikare bêje di her albuma wî de rengekî cuda heye. Di nav wan de albuma wî  Poesie Der Wurzeln & Wurzeln der Poesie (Helbesta riçikan & Riçika helbestan) cihê xwe yê taybet heye. Şêxo ji bo vê albuma xwe ku wî bi xwe tercumeyî Elmanî kiriye, dibêje: "Sala 1995´an min ew album çêkiribû. Projek taybetî bû. 21 stran, tekst û helbest tê de cih girtin. Stran bi Kurdî û hin jî bi Tirki bûn. Tekst û helbest min bi zimanê Elmanî nivîsandin û bingeha wan bi muzîka xwe xemiland. Bi jiyan, tecrûbe û dîroktiya Kurdekî min koçberbûyina milletên cihanê anî ser ziman. Salekê piştî belavbûyina wê CD’ya min, ji sekretariya Serokwezira Elmanya bi navê Johannes Rau, nameka spassdarî ji min re hatibû. Mixabin ew proje bala Elmanan kişandibû lê ya xelkê me nekişand. Di sala 1997´an min dawetek ji kanala Televizyona Elmanan (SW3) hilanî. Bi format û navê ´Exil und Heimat (Sûrgûn û Welat an jî Bêwelatî û Welat)´ sê niviskar ji welatên Kurdistan (yek ji wan hevalê min Nazif Telek), Îran (Said) û Romanya (Hertha Müller) û ez beşdar bûbûm û hemû mêvan li ser koçberiya milletê xwe sekinîn, pirtûkên xwe dan nasandin, min jî bi text û stranên xwe koçberiya Kurdan anî ser ziman. Yek mêvan Xatûn Hertha Müller bû. Dora 10 salan pişta wê bernameyê, Hertha Müller Xelata Nobelê ya Edebiyatê girt."

Şêxo kî ye?

Bavê wî ji Serêgolê ye, diya wî ji Markazê [Bazarcix] ye. Serêgolê niha bi ser Semsûrê ve ye, Markaz jî bi ser Meraşê ve ye. Piştî pênc kasêtên xwe yên pêşî, Hozan Şêxo bêhtir berê xwe dide Kurmancî, meqam û awazên Berferêt. Ew wiha behsa xwe dike: "Ez li bihara 1959'an hatime cihanê. Dema zaroktiya min li herêma me nexwaşiya çavan (Trahom) hebû lê ji jenerasyona min pirr kesên ku kor bûn jî hene hunermendekî bi navî Mistî Kor heye hîna jî dijî, cîranê me ye. Ez ji korbûyinê filitîme.’’


 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.