Dusseldorf bi filmên Kurdî xenî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 29 Nîsan 2024 - 00:44

Di Festîvala Filmên Kurd a Dusseldorfê ya yekem de gelek film û belgefilm hatin nîşandan. Film û belgefilmên ku li sînemayên UFA Palast û Metreopol Saal hatin nîşandan li Dûsseldorfê atmosfereke cuda afirand.

Nivîskar Sirri Ayhan ku 30 sal in li Dûsseldorfê dijî, nihêrînên xwe yên der barê festîvalê de wiha parve kir: "Ev 30 sal in ez li Dusseldorfê dijîm. Cara yekem e ku li Dusseldorfê festîvaleke bi vî rengî ya girîng a layiqî gelê me tê lidarxistin. Gelê Dusseldorfê bû şahid ku Kurdan çi berhemên gerdûnî derxistine. Em bi meşan hatin naskirin.”

Nivîskar Kakşar Oremar ku 25 sal in li Dûsseldorfê dijî, ev tişt got: "Filmên me yên dirêj û belgefilmên gelek girîng hatin nîşandan. Temaşevan ne tenê Kurd bûn. Elman, Efrîqî û mirovên ji civakên din ên koçber ên ku dixwestin Kurdên li vî bajarî dijîn nas bikin jî ji bo temaşekirina filman hatin. Ez girîngiyeke mezin didim ji bo ku em xwe bi xebatên pir girîng didin nasîn."

6 Belgefilm hatin nîşandan

Li sînemaya Metropol Saal 6 belgefilm hatin nîşandan. Navên belgefilmên ku hatin nîşandan li jêr in;

Hawazgê Kilamo-Xidir: Derhênerê belgefilma ku 59 deqîqe ye Hasan Saglam e. Di belgefilmê de jiyan û çîrokên helbestvanên Dersimê Delîl Xidir û Hidir Akgül tên vegotin.

Ra: Derhênerê belgefilma 55 deqeyî Devrim Tekinoglu ye. Di belgefilmê de Elewîtîya Dersîmê li ser perdeya sînemayê tê nîşandan.

Eren: Di belgefilma 95 deqeyî de têkoşîna Eren Keskîn a ji bo mafên mirovan tê nîqaşkirin.

Kaf Kaf: Di belgefilma 63 deqeyî ya ku derhêneriya wê Metîn Dag dike de erdheja Vartoyê ya di sala 1966’an de pêk hat û encamên wê tê nîşandan. Di belgefilmê de ku wêneyên orîjînal, filmên ku li ser vê mijarê hatine kişandin û arşîvên cuda yên televizyonan tên ronîkirin, gelek şahid tiştên ku wê rojê qewimîne tînin ziman.

Bilûra Nişo: Di belgefilma 60 deqeyî ya ku derhêneriya wê Sedat Kiran dike de çîroka mamosteyekî bilûr ê Amedê tê vegotin.

Rojek: Belgefilma dawî ya li Metropol Saal hat nîşandan Rojek a ku xelata navneteweyî wergirtibû. Belgefilma ku 120 deqîqe dom kir û derhêneriya wê Zaynê Akyol kir, bi taybetî ji aliyê temaşevanên Elman ve rastî eleqeyek mezin hat.

Her wiha li sînemaya Metropol Saal 8 kurtefilm jî hatin nîşandan.

ANF/DUSSELDORF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.