Qendîl landika têkoşîna Kurdan e

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 18 Adar 2024 - 00:18

Biryare di 21’ê Adarê li Qendîlê bi tevlîbûna hezaran kesî agirê Newrozê bi coşek mezin were pêxistin. Hunermendên Kurd banga tevlîbûna Newrozê li her kesê dikin. Hunermendên Casim Saz û Kara Mehmud bi rêya ajansa me bang li her kesê kirin ku ji bo pîrozkirina cejna Newrozê berê xwe bidin Qendîlê.

Hunermend Casizm Saz ku yek ji hunermendên tevlî Newroza Qendîlê bibe axivî û got; “Peyaman min ya ji bo gelê Kurd eve, bi kêfxweşiyek mezin ji bo pîrozkirina cejna Newrozê berê xwe bidin Qendîlê.”

Hunermend Kara Mihemed jî ev peyam da; “Ji bo Kurdan cejna Newrozê xwedî girîngiyek mezin e, çand û hunera me ya herî kevn e, her wiha ji bo gelê Kurd cejna berxwedan û têkoşîna dijî dagirkeran e. Qendîl jî weke landika têkoşîna Kurdan û destpêka berxwedana gelê Kud ya dijî dagirkeran e.”

Hunermend Mihemed dibêje; “Amadekariyên Newroza Qendîlê bi awayek baş bi rêve diçin, her wiha wê gelek hunermendên mezin û komên hunerî tevlî Newroza Qendîlê bibin. Ji bo vên bang li hemû xelkê Kurdistanê, taybet jî xelkê Başûrê Kurdistanê dikim, li Qendîlê bin û cejna xwe pîroz bikin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.