Mizgînî cejna duyemîn bû

Duşem 25 Adar 2024 - 00:40

Roja 20’ê Adarê Biryargeha Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyekê xistina 15 balefirên bi çek û bê mirov (SÎHA) yên dewleta Tirk a dagirker û peydakirina derfetên xistina van balafiran ragihand. Ev mizgînî ji bo gelê Kurd û gelên bindest keyfxweşiyek mezin bi xwe re anî. Di derbarê vê mizgîniyê de çalakvanên ku ji bajarên cûda yên Başûr tevlî pîrozbahiya Newroza Qendîlê bibûn, axivîn. Çalakvan Hawrê Kurdî yê ji Hewlêrê li ser mijarê got:“Mizgîniyek giring bû ji bo Kurdistan, Ewropa û tevayî azadîxwazan hat dayîn. Ev mizgînî jî ya xistina xwarê ya hejmarek zêde ya balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker e ku bi salan e deverên cuda yên Kurdistanê bombebaran dikin. Ji ber van bombebaranan gelek gund wêran û vala bûne. Bi dehan sivîl şehîd bûne. Ji bo wê di vê rojê de peyamek bû ku bi germî pêşiwazî lê hat kirin û ji bo gelê Kurd Newroz bû du cejin.” Her wiha Hawrê Kurdî da zanîn ku pêwîste Kurd giringiyê bi peyamên yekgirtinê bidin da ku bikarin li beramberî êrişên li ser gelê Kurd û xaka Kurdistan rawestin. Çalakvan Rehman Hisên ku ew jî xelkê bajaroka Qeladizê ye, got:“Êriş û dagirkeriya ku dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê dike, roj bi roj bê bandor dibe. Gerîlayan di Newrozê de mizgîniyek xweş ragihand ku ew jî bidestxistina çekên bêbandorkirina balafirên bê mirov ên dewleta Tirk in.”

Li ser giringiya yekitiya netewî jî Rehman Hisên da zanîn ku divê li beramberî êrişên dijmin gelê Kurd yekdeng û yekhelwest be û got:“Bi yekitî û planên hevbeş Kurd dikarin dawî li tevayî êriş, dagirkeriyên li ser gelê Kurd û Kurdistanê bînin.”

ROJNEWS/QENDÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.