Li Dusseldorfê ‘Rewşa Êzidiyan’ nîqaş kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 27 Nîsan 2024 - 00:13

Yekemîn Festîvala Filman a Dusseldorfê bi panela bi navê “Rewşa Êzidiyan” dest pê kir. Moderatoriya panelê Arzu Sorar kir; Aysel Avesta, Heike Greifswald, Civan Akbulut û Alî Atalan axivîn.

Rojnamevan Aysel Avesta axaftina vekirinê ya panelê kir. Avesta spasiya organîzatorên ku Festîvala Fîlman diyarî civaka Êzidî kirine kir û cejna Çarşema Serê Nîsana borî pîroz kir. Avesta di berdewamiya axaftina xwe de got: "Her tim tê gotin ku Êzidiyan 74 Ferman jiyane. Lêkolînên me nîşan didin ku hejmara fermanan 100 e. Yanî sed caran civaka me qetil kirin. Sed caran cihê jiyana wan talan kirin. Sed car jiyana wan serûbin bû û ji ber fermanan bi hezaran kes mecbûr man ku dînê xwe biguherînin.”

Aysel Avesta diyar kir ku îro civaka Êzidî li Kurdistan, Kafkasya û Ewropayê dijîn û got, “Dewletên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê mafên etnîkî û olî yên Êzidiyan nas nakin. Hinekan ji wan li ser nasnameyên wan tîpa X danîn û wiha domand: “Li gel hemû ferman û koçberkirinan jî civaka Êzidî baweriya xwe parast. Di nav me de gotinek heye: Me serê xwe da, lê me sira xwe neda."

Tirkiye DAIŞ bi rêve dibe

Aysel Avesta bi bîr xist ku baweriya Êzidiyan oleke kevnar a gelê Kurd e û herî dawî di 3’yê Tebaxa 2014'an de li hemberî vê ola qedîm komkujî pêk hat û got: "DAIŞ'ê komkujî pêk anî. Lê em vê yekê dizanin. Rêveberê DAIŞ’ê dewleta Tirkiyeyê ye. Mixabin PDK'ê jî alîkariya DAIŞ'ê kir. Di vê qirkirinê de Şengal wêran bû, gelê me hatin qetilkirin. Ya ku herî zêde me êşand ev bû: Jinên Êzidî hatin revandin. li bazaran li ber çavên hemû cîhanê hatin firotin."

Em deyndarê şervanan in

Aysel Avesta got, "Eger îro festîvalên bi vî rengî tên lidarxistin û ji bo civaka Êzidî tên lidarxistin, ev bi saya şervanên HPG, YJA-Star, YPG û YPJ'ê ye. Wan pêşiya komkujiyê girtin. Heke îro civaka Êzidî qala hebûna xwe dike deyndarê van şervanan e. Xwendekarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşiya qirkirinê girtin. Ji ber vê em deyndarê wan in.” Aysel Avesta serpêhatiya xwe bi temaşevanan re parve kir: "Di dema qirkirinê de me jinên Êzidî yên bêçare û digiriyan dîtin. Lê ez çûm Şengalê û min ev yek dît. Civaka Êzidî bi saya xwendekarên Ocalan axa xwe rizgar kir. Piştre jî axa xwe rizgar kirin. Dawiyê artêşa xwe ava kir. Di aliyê leşkerî û siyasî de xwe bi rêxistin kir. Êdî civakeke ku digirî û bêhêvî nîne. Civaka Êzidî ji bo parastina xwe û Şengalê YBŞ û YJŞ ava kir û israra xwe ya li ser vê baweriyê dubare kir."

Xweseriya Şengalê nas bikin

Aysel Avesta bi bîr xist ku 13 welatên Ewrûpayê Qirkirina Şengalê ya sala 2014'an weke qirkirin qebûl kirin û got: "Yek ji welatên ku 3’yê Tebaxê weke qirkirinê qebûl kir Elmanya ye. Ji ber hesasiyeta wan em spasiya van 13 welatan dikin. Ez bi bîr tînim: Şengal dixwaze xweser be. Hê jî statûya xweseriya Şengalê nehatiye qebûlkirin. Hê jî parastina Şengalî ji aliyê Iraq û Federasyona Kurdistanê ve nehatiye qebûlkirin. Qirker hêj nehatine darizandin. Statû û parastina Şengalê ji bo pêşeroja civaka Êzidî gelekî girîng e."

ANF/DUSSELDORF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.