Lûtkeya Newrozê Qendîl

În 22 Adar 2024 - 00:18

Bi tevlîbûna hezaran kesî li pîrozbahiya Newrozê li Qendîlê pêk hat. Newroza Qendîlê bi dirûşmeya ‘Azadî ji Rêber Ocalan re, çareseriya siyasî ji bo doza Kurd re’ bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate pêxistin. Piştre peyamên ji sazî û rêxistinan hatin xwendin. Piştî peyaman komên stranan, hunermendên Kurd Jîna Seqizî, Mîdya Hisên, Firmêsk Hafiz derketin ser dikê.

Coşa Newrozê ya li Qendîlê bi kelecanek mezin heta derengiya rojê dewam kir.

ROJNEWS/QENDÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.