Rêwîtiya Eleonore ya muzîka Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

În 26 Nîsan 2024 - 00:17

  • Eleonore Fourniau muzîkjeneke Oksîtanî ye û zimanê dayik û bavên wê jî weke yên Kurdan hatiye asîmîlekirin. Ji ber vê yekê dêhn û bala wê çûye ser zimanê Kurdî û bi Kurdî stranan dibêje. Albûma wê ya bi navê “Neynik” behsa rêwîtiya muzîka wê ya Kurdî dike.

ERKAN GULBAHÇE

Bi saya berxwedan û têkoşînê Kurd li dinyayê bêhtir hatin naskirin. Bi nasîna Kurdan re gelek hunermend berê xwe dan çand û hunera Kurdan jî û xwestin fêrî zimanê Kurdî bibin. Bi vî awayî gelek kesî hunera xwe bi Kurdî îcra kir. 

Yek ji van hunermendan jî Eleonore Fourniau ye. Eleonore Fourniau enstrumaneke kevnar ya ku ji sedsala 12’an maye dijene. Navê vê enstrumanê Hurdy-Gurdy ye û xwedî dengekî balkêş e. Wê heta niha stranên gelek dengbêjên Kurd bi vê enstrumanê şirove kiriye û ji bo muzîka Kurdî fêrî zimanê Kurdî bûye. Her wiha wê ji dengbêja Kurd Xalîdeyê jî perwerdeya dengbêjiyê girtiye û ji bo di vî warî de pêş bikeve bi salan li Stenbolê û bajarên Kurdan maye.

Eleonore Fourniau tenê fêrî ziman nebûye her wiha ew bi zimanê Kurdî dersên muzîkê jî dide û muzîka Kurdî bi xelkê dide nasîn. Wê li Fransayê heta niha qederê 400 kesî fêrî muzîka Kurdî kiriye û di vî warî de perwerde daye wan.

Meha çûyî wê albûma xwe ya bi navê “Neynik-Mirror” derxist. Di albûma wê de 12 stran cih digirin. Ev stran bi şêwazarên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî ne.

Eleonore Fourniau behsa albûm û serpêhatiya xwe ya muzîka Kurdî kir.

Zimanên asîmlekirî bala wê dikşînin

Eleonore Fourniau keseke Oksîtanî ye. Oksîtanya herêmeke ku di navbera sînorê Frans, Îspanya û Îtalyayê de dimîne. Zimanê Oksîtanî hîna jî li vê herêmê tê bikaranîn lê bi wextê re ew jî asîmle bûne û bi zimanê serdestan axivîne. Lê beriya 100 sal berê li vê herêmê ji xeynî zimanê Oksîtanî zimanekî din tinebû. Zimanê Oksîtanî nêzî zimanê Katalanî ye. Bavê Eleonore bi hewldanên xwe yên taybet fêrî zimanê Oksîtanî bûye ji lewma dê û bavên wî newxestine ew fêrî zimanê xwe bibe! Lê dîsa jî bavê wê bala xwe daye ser zimanê dayika xwe û nexwestiye ji vî zimanê bêpar bimîne. Eleonore li ser pirsa “Sedema lêhûrbûna we ya muzîka Kurdî dibe ku ji ber asîmlekirina zimanê dê û bavê we be?” dibêje; “Ez bûm şahidê bavê xwe bê ka ew çawa fêrî zimanê dayika xwe dibe. Min dît ku ji bo zimanê dayika xwe kedeke mezin dide. Ev rewş gelekî ez êşandim. Dikarim bibêjim ev rewşa bavê min li ser min jî tesîrekê çêkir. Li hember zimanên ku hatine asîmlekirin baldariyekê çêkir bi min re.”

Albûm rêwîtiya min vedibêje

Eleonore dide zanîn ku ew pirr di bin tesîra denge Şakiro, Arif Cizrawî, Seîd Yûsiv, Mihemed Şêxo û gelek denbêjên din ên Kurd de maye. Ew her tim li dengbêjan guhdar dike û hewl dide stranên van dengbêjan bi enstrumana xwe ya ku serdema navîn maye ango Hurd-Gurdy şirove bike. Gava ew albûma xwe ya “Neynik” hazir dike jî berê xwe dide arşîva Cewad Merwanî ya “Radyoya Erîvanê” û dibêje; “Cewad Merwanî xebateke bêhempa biriye serî. Min li 500 stranên ku wî arşîv kirine yek bi yek guhdarî kir.” Eleonore wiha behsa albûma xwe ya nû dike; “Ji bo karibim repertûara albûmê hazir bikim di dema karantînayê de min li gelek stranan guhdarî kir. Nêzî 30 hunermendî pîştgirî dan albûma min. Çêker, derhêner û sêwirînerê dengê albûmê ez bi xwe me. Ji bo ev albûm derbikeve ez sê sal xebitîm. Dikarim bibêjim ku ev albûma behsa rêwîtiya min ya ji bo muzîka Kurdan a 13 salan dike. Min dengan li Stenbol û Fransayê qeyd kir. Min ensturamên gelek herêmên dinyayê bikaranî da ku karibim ji hêla enstrumanan de albûmeke dewlemend derxim.”

Perwerdeya muzîka Kurdî dide

Eleonore Fourniaau da zanîn ku perwerdehiya muzîkê di jiyana wê de cihekî taybet digire û derbarê perwerdeya muzîka Kurdî de got; “Hêla herî xweş ku jê hez dikim jî perwerdeya muzîkê ye. Wisa texmîn dikim ku ez vî karî bi serketî jî dikim. Bi zor û bela ez fêrî zimanên biyanî bûm da ku karibim bi wan zimanan stranan bibêjim. Her wiha gava ez perwerdeyê didim ezmûn û serpêhatiyên xwe jî parve dikim. Lê ji ber ku warekî min ê daîmî tine ye ez nikarim perwerdeya muzîkê ya domdirêj bidim. Ez niha bi Kurdî û Tirkî di hefteyekê de bi awayekî lez û bez perwerdeyê didim kesan. Di her temenî de şagirtên min hene. Bêhtir Fransî beşdarî dersên min ên muzîkê dibin lê hin Kurdên ku asîmle bûne û dixwazin fêrî muzîka Kurdî bibin jî tevlî dersên min dibin. Hin dersan ez bi derfetên xwe hazir dikim didim. Lê li Fransayê hin sazî jî hene ew haziriya xwe dikin û ez diçim li wir dersê didim wan. Hin şagirtên min ên ku bi salan tevlî dersên min bûne niha pirr xweşik bi Kurdî stranan dibêjin. Dikarim bibêjim ku heta niha min perwerde daye 400 kesî.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.