Banga hunermendan ji bo Newroza Qendîlê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 14 Adar 2024 - 00:54

Hunermend Mistefa Dadar bi peyamekê ragihand ku ewê jî tevlî Newroza li Qendîlê bibe û got; “Bi coşek mezin em li Qendîlê Newrozê pîroz bikin, hêvîdarim bibe cejna rizgariya Gelê Kurd.”

Biryara di 21’ê Adarê de bi tevlîbûna hezaran kesî ew ê li Binarê Qendîlê Newroz bê pîrozkirin.

Ji niha de ji hunermedan bangên ji bo tevlîbûnê tên. Hunermend Mistefa Dadar bi peyamek bi dîmen ragihand ku ew jî tevlî Newroza li Qendîlê dibe û ev tişt got; “Dîsan Newroz hat, Bihara Kurdistanê hatiye xemilandin, em li Qendîlê bi coşek mezin Newrozê pîroz bikin. Hêvîdarim ev Newroz bibe cejna rizgariya Gelê Kurd, em bi telvîbûna Newrozê kêfxweşin.”

Hunermend Çopî Fetah bang li her kesê kir ku tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Binarê Qendîlê bibin. Hunermenda Kurd Çopî Fetah bi peyhamekê bang li her kesê kir ku tevlî pîrozbahiya Newroza li Binarê Qendîlê bibin.

Çopî di peyama xwe de bang li her kesê kir ku tevlî pîrozbahiya li Qendîlê bibin û got; “Ez ji niha de we hemûyan pîroz dikim, bi hêviya hûn hemû li wir bin.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.