PKK: Şoreş dewam dike

Duşem 18 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • PKK'ê salvegera Şoreşa Rojava silav kir û got, "Em bawer dikin ku dema pêş wê şoreş mezintir bibe û bêhtir bi pêş ve biçe."

PKK'ê salvegera Şoreşa Rojava silav kir û got, "Em bawer dikin ku dema pêş wê şoreş mezintir bibe û bêhtir bi pêş ve biçe."

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi boneya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek weşand û got, "Di salvegera 10'emîn de em Şoreşa Azadiyê ya 19'ê Tîrmehê silav dikin. Em li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Azadiyê pîroz dikin ku ev şoreşa dîrokî ya ku bûye hêvî ji mirovahiyê re dane destpêkirin û bi dehan sal in bi dayina bi hezaran şehîdan, bi biryardarî dewam dikin.”

PKK´ê got, “Eşkere ye ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava qada destpêkê ye ku Bîrdoziya Modernîteya Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan di vê çarçoveyê û kûrahiyê de hatiye bicihanîn. 

Şoreşa Azadiyê ya Rojava di pêvajoya deh salên derbasbûyî de ji aliyê pêkanîna xeta neteweya demokratîk ve bi ser ket. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurd û Ereb, Asûr, Suryan, Ermen, Tirkmen, Çerkez li ser xeta neteweya demokratîk li hev civiyan, jiyaneke azad û rêveberiyeke demokratîk bi hev re afirandin. Nîşanî tevahiya cîhanê dan ku jiyaneke azad, bi hev re, bê şer û bê rijandina xwînê pêkan e.”

PKK´ê îşaret bi pêşengiya jinê di şoreşê de kir, bal bire ser xurtbûna karekterê wê yê înternasyonalîst û paşê got, herêmên dagirkirî wê bên rizgarkirin. PKK´ê li ser vê xisûsa dawî got, “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Azadiyê di serî de DAIŞ hemû êrişên çeteyan li rojhilatê Firatê têk birin û mirovahî ji belaya DAIŞ'ê rizgar kirin. Vê rewşê kir ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava bibe şoreşeke serketî. Em bawer dikin ku heman sekn wê li dijî êrişên dagirkeriyê yên AKP-MHP'ê jî bê nîşandan û herêmên dagirkirî wê ji dagirkeran bêne rizgarkirin.”

PKK´ê bi bîr xist ku şoreş bi dawî nebûye û di daiwyê de got, “Bêguman wezîfe neqediya ye û şoreş bi dawî nebûye. Her tiştî hîna nû destpê kiriye. Êriş û gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hêzên cuda dewam dikin. Ev hemû pirralî ne û li dijî vê jî pêwîstî bi amadekariyên ji her aliyî ve heye. Em bawer dikin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Azadiyê haya xwe ji van hemûyan hene, li gorî vê yekê wê xwe perwerde û amade bikin.

Di vê çarçoveyê de em salvegera dehemîn a Şoreşa Rojava careke din pîroz dikin û silav dikin; di hewldanên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yên ji bo berfirehkirin û xurtkirina şoreşê serketinê hêvî dikin. Em dibêjin, gelê me û mirovahî wê bi wan re bin û her tim bi her awayî piştgiriyê bidin wan."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.