Kêfxweşiya 238 şagirtên Kurdî 

Nûçeyên Dîaspora

În 23 Tîrmeh 2021 - 05:36

  • Li Bremenê îsal 238 şagirt çûne dersên Kurdî û 40´î ji wan jî dîplomayên xwe yên fermî yên Kurdî wergirtin. Mamosteyên Kurdî yên li Bremênê dersan didin Ronî Stêrk û Emîn Akbaş hêvîdar in ku malbat dîsa zarokên xwe li dersan qeyd bikin.

AZÎZ ÇÎFTÇÎ
BREMEN

 

Şagirtên Kurdî yên sala perwerdehiya 2020-2021ê, li dibistanên seretayî yên Eyaleta Bremenê beşdarî dersên Kurdî bûn, karne û bawernameyên xwe wergirtin.

Endamên Rêveberiya Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpayê, Mamoste Emîn Akbaş û Mamoste Ronî Stêrk li 9 dibistanên eyaleta Bremenê dersên Kurdî bi awayekî serketî dan. Li van dibistanan di 34 koman de bi tevahî 238 şagirt beşdarî dersan bûn. Ji bio van şagirtan hemûyan mamosteyên Kurdî fermî karneyên wan dinivîsin. 

Ji bilî vê, ew şagirtên ku xwendina xwe ya dibistana seratayî diqedînin, li cem kurterapora rewşa bipêşketina wan a dersê, bawernameyeke fermî (Urkunde) ya li ser navê dibistanê  tê amadekirin werdigirin. Mamosteyê Kurdî û midûrê dibistanê ve belgeyê îmze dikin.

Malbat xwedî helwêsteke çê bûn 

Li ser pirsa me, mamosteyê dersa Kurdî Emîn Akbaş got, "Ez ji sala perwerdehiya 1992-93yan ve, ji bîst û heşt salan ve, bê navber li Bremenê, li dibistanên seretayî dersên Kurdî didim. Ez dikarim bêjim, ji ber sedemên tevdîrên parastina ji belavbûna şewba Koronayê, herî zêde îsal min zehmetî kişand. Tevî van zehmetiyan jî, ez dikarim bi kêfxweşî bibêjim, bi alîkariya dê û bavan îsal jî min hemû mijarên waneyên di bernameyên salane de, pêk anîn. Bi rastî jî, min qet bawer nedikir, ku şagirtên min wê bi tena serê xwe û bi alîkariya malbata xwe yên bi sînor, li derveyî dibistanê, li malê karibin waneyên xwe wiha serketî çêkin. Ji bo vê helwêst û alîkariya malban, ez ji dil û can wan pîroz dikim û malavahiya wan dikim.

Zarokên xwe li dersa Kurdî qeyd bikin

Mamoste Emîn Akbaş got, perwerdehiyê 21ê Tîrmehê bi dawî bûye û wî li çar dibistanên seratayî ders daye 105 şagirtên di sinifên 1-4´an. Ji van 20 şagirtan xwendina xwe ya dibistana seretayî qedandiye. Mamoste ji vê kêfxweş e, ji ber ku van bîst şagirtan bi rêk û pêk 4 salan Kurdî xwendiye. Ew bang li dêûbavên Kurd dike da ku ji bo sala perwerdehiyê ya 2021-22´yan jî zarokên xwe ji bo dersên Kurdî li dibistanên seretayî yên li Bremenê qeyd bikin. 

Hewldanên ji bo zêdekirina ders û mamosteyan

Mamoste Ronî Stêrk jî li ser rewşa dersên Kurdî got, "Vê sala perwerdehiyê ya qediyayî, min li pênc dibistanan û di bîst koman de, ders da 133 şagirtan û ji van 20´an xwendina xwe ya dibistana seretayî qedand. Ji ber sedemên tevdîrên parastina ji şewba Koronayê, zehmetî kişandin. Li gorî hejmara zarokên heta roja îro, ji bo beşdariya dersên Kurdî hatine nivîsandin, ez ê sala bê dersan bidim li dibistanên Tami-Oelfken-Schule (Lüssum), Grundschule an der Andernacherstr. (Osterholz/Tene-ver), Grundschule am Pfälzer Weg (Osterholz/Tenever), Rönnebeckschule (Rönnebeck) û Grundschule an der Brinkmannstrasse (Hemelingen). Herwiha li gel Senatoriya Zarok û Perwerdehiyê, him ji bo zêdekirina dibistanan, him ji bo zêdekirina polan ji pola çaran û bi jor de û him jî, ji bo tayînkirina mamosteyên nû,  hewldanên me dewam dikin." 

Komeleya fermî ji bo hînkirina Kurdî

Wekî din jî, mamoste Ronî Stêrk anî ziman, ku bi alîkarî û piştgiriya saziyên Kurdan yên li Bremenê, bi navê "Civaka Kurd ji bo Perwerde û Hînkariyê" komeleke fermî hatiye damezirandin û çalak dixebite.    

Mamosteyên zimanê Kurdî Emîn Akbaş û Ronî Stêrk di dawiyê de dibêjin: "Wek salên bihurî, me îsal jî, bi alîkariya malbatan, bi piştgiriya Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa-YMK û Sendîkaya Perwerde û Zanistê (Gewerkschaft Erziehung û Wissenshaft-GEW) û herwiha bi xebateke baş bi Senatoriya Zarok û Perwerdehiyê (Senatorin für Kinder und Bildung), dibistan û mamosteyan re, saleke perwerdehiyê ya serkeftî li pey xwe hişt. Em hêvîdar in ku sazî û malbatên me wê di sala perwerdehiyê ya 2021-22´yan de hîn zêdetir li mafê xwe xwedî derkevin."

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.