Hişekî ji mêtingeriyê rizgarbûyî

Nûçeyên Çand/Huner

În 9 Nîsan 2021 - 02:40

  • Thiong’o dibêje, heger mirov bi hemû zimanên cîhanê zanibin û bi zimanê xwe yê dayikê nizanibin, ev yek koletî ye, heger hûn bi zimanê xwe yê dayikê yan zimanê çanda xwe zanibin û zimanên din jî lê zêde bikin ev xurtbûn e.

ARDÎN DÎREN

Li dinyayê hin nivîskar hene bi afirîneriya xwe ji bo welatê xwe dibin çavkaniya bîreke kolektîf û bi hunerê xwe nasnameyekê diafirînin ji bo wê civakê. Nemaze, heger erdnîgarî, dîrok, çand û zimanê wî welatê bi qirkirinên mêtingeran re rû bi rû be. Wê gavê, erka van nivîskaran êdî ji nivîskariyê wêdetir e û ew bi berhemên xwe bîra civakî jî diparêzin û bi erkên rewşenbîriyê radibin. Ngũgĩ wa Thiong’o hem nivîskarekî çeleng e û hem jî bi helwêstên xwe di heman demê de rewşenbîrekî navdar e jî li dinyayê. Wî dîroka welatê xwe ji êş û azarê guvaştiye û jê wêjeyeke qayîm ango nasnameyeke xurt a ku zimanê civaka xwe ji tinebûnê rizgar dike, ava kiriye.

Thiong’o di wê baweriyê de ye ku “hevok jî dikarin stranan bibêjin”, û ew dibêje min bi hin hevokên xwe stran dane gotin. Thiong’o, ji çanda Efrîkî ya kevnar û wêjeya devkî ya bav û kalên xwe sûdê werdigire û hîmên wêjeya xwe bi saya zimanê dawikê qewîtir dike. Li gel ku di nav wêjevanên Efrîkî de giraniyeke wî ya mezin heye, ew li dinyayê jî tê naskirin. Zimanê wî yê resen di nav wêjaya cîhanê de qedrê wî bilindtir dike. Ji ber van taybetmendiyên wî ev çend car in ji bo Xelata Nobelê ya Wêjeyê jî navê wî tê hildan, tevî kuk wî ev xelat hîna wernegirtiye. 

Bira tê kuştin û êşkence li diya wî tê kirin

Thiong’o, sala 1938’an li Kenyayê tê dinyayê. Kenya hingê mêtingeh e. Thiong’o, di zarokatî û ciwaniya xwe de dibe şahidê gelek bûyer û qewimînan. Ev dike ku ew bibe çavdêrekî pirr xurt û pirtûkên xwe hemûyan bi vê hizrê dinivisîne. Dîroka Kenyayê, dîrokeke bi êş û kulan dagirtî ye. Çand, ziman û erdnîgariya wê tê talankirin. Kenya, ji sala 1920’an heta 1963’yan di bin zilm û zora mêtingeriya Ingilîzan de dimîne. Lê ber bi salên 1950’î ve civak êdî zêde tadê dibîne, rewşa civakî, aborî û siyasî xera dibe. Ji ber van sedeman Kenya li hemberî zilma mêtingeriya Ingilîzan serî radike. Di sala 1952’yan de li Kenyayê serhildanên Mau Mau dest pê dikin.                                                                                                                                                                                                                                      Artêşa Ax û Azadîya Kenyayê (Mau Mau) demeke dirêj li ber xwe dide û têdikoşe. Thiong’o jî di bin tesîra van serhildanan de maye, birayekî wî di van serhildanan de hatiye kuştin û her wiha diya wî jî tê girtin û di zinadanê de êşkence lê tê kirin.

Mişextî ji bo min qezayeke keştiyê ye

Jiyana Thiong’o her têkoşîn bûye. Girtin, êşkence, mişextî û gefxwarin timî hatine serê wî. Di berhemên xwe de ew bêhtir qala mêtingeriyê û bandora wê ya li ser civakê dike. Her wiha rewşa postkolonyalîzmê jî di pirtûkên xwe de rave dike û li ser van mijaran radiweste. Ji bo bi zimanê dayika xwe bipeyive û binivisîne bi rik tevdigere û ew di vê yekê de her tim bi biryar bûye. Ji ber vê helwêsta xwe ya polîtîk ew pêşî tê girtin û paşê jî mişext dibe. Thiong’o, mişextbûnê bi peyva “shipwreck-qezeya keştiyê” bi nav dike, ew dibeje, tişta hatiye serê wî qezayek e û di dawiya dawî de ew ê rojekê vegere welatê xwe. Thiong’o ti carî mişextiyê napejirîne. Di hevpeyvîneke xwe de ew dibêje, “Hemû mijarên pirtûkên min li Kenyayê derbas dibin, lê min karîbû tenê pirtûkeke xwe li wir binivîsim.” Thing’o ew pirtûka xwe jî li ser kaxezên tuwaletê nivîsiye!

Romana xwe li ser kaxezê tiwaletê dinivisîne

Thiong’o nivîskarekî pirrhêlî ye. Ew ji xeynî romanê bi şanoyê re jî mijûl e. Jixwe, sedema girtina wî jî lîstikeke şanoyê ye. Wê demê ew li Zanîngeha Naîrobîyê dersên wêjeya Ingilîzî dide û wek akademîsyen kar dike. Ew di berhemên xwe de û her wiha di jiyana xwe de li hemberî zordar û dîktatoran zimanekî rexneyî bi kar tîne. Lîstika wî ya bi navê “I will marry when I want (Ez kêngî bixwazim, hingê ez ê bizewicim)” jî yek ji van lîstikên dijberî serdestan e. Ji ber vê, sala 1978’an lîstik tê qedexekirin û paşê jî Thiong’o tê girtin. Piştî girtina xwe dev ji nivîsandina bi zimanê Îngilîzî berdide û bi zimanê dayika xwe Gikuyu pirtûkên xwe dinivisîne. Thiong’o di pirtûka xwe ya “Rizgariya hiş ji mêtingeriyê” de wiha qala wan rojan dike, “Pirsgirêka yekem pênûs û kaxiz bû. Heger yekî bigota, ew dixwaze miracaetî rêveberan bike, yan îtîrafekê bike, wî çaxî kaxiz didanê. Mirov dikaribû heta du,sê pel bistenda. Lê ji bo romanekê rûloyek? Min çareserî di kaxezên tiwaletê de dît. Li hepsa Kamîtiyê kaxezên tiwaletê ji bob cezakirina girtiyan in. Ewqasî stûr û hişk bûn. Lê tişta ji bo laş nebaş bû ji bo pênûsê baş bû.” Thiong’o, pirtûka xwe ya bi navê “Devil on the Cross (Şeytanê çarmixkirî)” bi vî awayî li ser kaxezên tiwaletê dinivisîne. Ev pirtûk yekemîn pirtûka wî ya bi zimanê wî yê dayikê ye.

Piştî ku ew ji girtîgehê derdikeve, destûra vegera zanîngehê nadinê, gefa kuştinê lê tê xwarin. Thiong’o ji neçarî derdikeve derveyî welêt. Sala 1982’yan pêşî diçe Ingilîstanê û paşê jî diçe Emerîkayê û li wir bi cih dibe. Ew li Emerîkayê li hin zanîngehan dersên wejeyê dide. Çend caran xwestiye ku vegere welatê xwe Kenyayê, lê li wir ji ber ewlehiya wî tine ye, mecbûr maye dîsa vegere Emerîkayê. Niha jî li Zanîngeha Irvine ya California profesorê wêjeyê ye. 

Rizgarkirina hiş ji mêtingeriyê

Ji nav pirtûkên wî “Rizgarkirina hiş ji mêtingeriyê” cihê ye. Thiong’o,  bi sernavê “Di wêjeya Efrîkî de siyaseta zimên” li gelek zanîngehan dersê dide. Nihêrînên wî yên di vê pirtûkê de tesîr li ser gelek civakên bindest kiriye. Pirtûk ji ber dersên Thiong’o yên li zanîngehê hatiye girtin. 

Thiong’o dibeje, ev dersên wî gelekî hatine ecibandin. Thiong’o wiha qala serpêhatiyeke xwe dike, “Rojekê dîsa li Zelandaya Nû li Zanîngeha Aucklandê min ders dida. Eywan her dem bi xwendekaran tijî bû û pêşiyê fakulte lê ber bi dawiyê ve, li derveyî zanîngehê û bajêr dersan bala Maoriyan û civatên din ên pasîfîkî kişand. Piştî dersa dawîn, jineke ciwan qehweya kundirê avî îkramî min kir. Ji min re got, ‘Te qala Efrîkayê nedikir, te qala me Maoriyên Zelandaya Nû dikir.’ Ew jî bo vejandin û xelaskirina zimanê xwe ji zordestiya Ingilîzî têdikoşiyan.” 
Mirov dikare bibêje, babatên di vê pirtûkê de di heman demê de qala me Kurdan jî dikin û her wiha qala tevahiya civakên di bin zordestiya mêtingeran de jî dike.  Thiong’o dibêje, heger mirov bi hemû zimanên cîhanê zanibin û bi zimanê xwe yê dayikê nizanibin, ev yek koletî ye, heger hûn bi zimanê xwe yê dayikê yan zimanê çanda xwe zanibin û zimanên din jî lê zêde bikin ev xurtbûn e.

Rizgariya ziman bingeh e bo rizgariya hiş

Ev pirtûk sala 2018’an bi wergera Fexrîya Adsay ji weşanên Lîsê derketiye. Thiong’o di pêşgotina xwe ya ji bo wergera Kurdî de dibêje, “Di vê peywendê de ez ji dil xêrhatinê dikim li vê wergera Kurdî ya Rizgarkirina hiş ji mêtingerîyê. Hêvîdar im xwîner wê hin fikir û ramanên ku bi dîrok, têkoşîn û azmûnên wan re elaqedar in, bibînin. Rizgariya zimên, her li ku derê be, bingeh e bo rizgariya hiş.”

Ramanên di vê pirtûkê de bêguman bi têkoşîn û azmûnên Kurdan re pirr elaqedar in. Gelek tiştên di vê pirtûkê de hene ku dişibin serpêhatiyên me Kurdan. Ya rastî ev pirtûk bersivê dide pirsên di serê kesên bindest de û mêjiyê bindestan zelaltir dike û nihêrîneke xurt bi wan re çêdike. Ne xem e ka ew bindest yê kîjan civakê û welatî ye. 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.