- Dibe ku bi hin kesên ji DAIŞ’ê re axivîbin, lêkolîn kirine yanî. Nivîskar Ron Leshem di hevpeyvînekê de dibêje, em bi efserên îstîxbaratê re xebitîn, lêkolîn kirin yanî. Lê yê xwe bigihîne wan, ma nikare bi rehetî xwe bighîne endameke/î Tevgera Azadiyê ya Kurd? Naxwe, nexwestine.
DIYAR HESSO
No Manʼs Land yan jî ‘Erdê Bê Kes û Bê Xwedî’ wekî ku çêkerên vê rêzefilmê bi tîpên biçûk li jêr navê Ingilîzî nivîsandine. Cara yekem hevalekî ji min re behs kir, got te ev rêzefilm dîtiye? Fransiya karekî din li ser Kurdan çêkiriye…
Min hewl da ne bi pêşhukm bim, lê bi rastî nav jî alîkarî nake. Çima bê kes û çima bê xwedî? Ne xwe em kî ne? Xaka ku şer li ser tê kirin, ma ne şer li hember xwediyê xakê ye? Xaka ku şoreş lê çêdibe, ma ne kesên wê xakê bi wê şoreşê rabûne?
Piştî êrişa dagirkirna par a Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê, fîlosofê Sloven ê navdar Slavoj Zîzek nivîsek nivîsîbû. Nivîs rexne li êrişê, xiyaneta Emerîkî, helwêsta Ewrûpa û hin çepgiran dike. Di wê nivîsê de wî gotibû. Kurd ‘Qurbaniyên nimûne ne’ ji ber ku her kes êrişî wan dike. Dewleta Tirk, rejîma Sûrî, DAIŞ, Rûsya û Emerîka, çekdarên girêdayî Îranê, Îsraîlê, rêxistinên îstixbaratê, gelek der dorên din jî hemu li hember Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rojava ne. Di heman demê de çapemenî û ragihandin li dijî dixebitin, ev demek e jî hin ‘hunermend’ û bi taybetî filmsaz jî li dij in …
Li ser şervanên jin in
Tişteke din ê hevpar ew e ku çîrokên wan giranî ser şervanên jin in, derhênerên wan jî jin in. Niha bi Tevgera Azadiyê ya Jinê li Kurdistanê re, nasnameyeke nû ji jina Kurd re ava bû. Ev bi şoreşa Rojava re û YPJ’ê re bêhtir li cîhanê tevî belav bû. Jin pêşenga têkoşînê û şoreşa Kurdistanê û ya Rojava ye. Ev ne gotinek e, ne silogan e, ne jî analîz e. Ev rastiyeke pêkhatî ye êdî. Heger jin pêşengiya şoreşê nekiriba, ne li hundir ew qasî şoreş bi ser diket, ne jî li cîhanê ew qasî bandora wê belav dibû. Ji ber wê jî hêzên navneteweyî yên dijî şoreşê û medya û amûrên wan ên propoganda û şerê taybet ê hişmendî bîrdozî û siyasî, dixwazin xeta azadiya jinê hedef bigirin, reş bikin, herî kêm şaş bidin xuyan. Kirina bazarê û modekirina cilên şervanan, wêneyên ‘pêşmergeyên jin’ ku beriya demekê derketin ajal bi saxî xistibûn devên xwe û parçe kiribûn, hin tîpên ‘hunermend û rewşenbîrên jin’ ên Kurd ku didin pêş, û helbet ev film û rêzefilm jî tev parçeyên heman hewldanê ne. Ev bi zanebûn tê kirin. Li aliyê din jî ji xwe ez yeqîn nakim ku, mêrên liberal an jî ‘femînîstên’ çîna navîn dikarin xeta rizgariya jinê û Tevgera Azadiya Jinê li Kurdistanê bi awayekî hunerî şirove bikin. Sînorên çîrokbêjiya liberal-nûjen li ber kûrahiya mijarê pir seresere dimînin. Nikarin çîroka jineke pêşeng ku jixwe û bo xwe heye, xwe û jinên din û welatekî din azad dike, bawerî û bîrdoziya xwe heye, bînin ziman. Lewre jî her dem ya bo kurê xwe rizgar bike, yan bo birayê xwe ji DAIŞʼê xilas bike, yan jî xuşka xwe ya di artêşa Elman de himêz dike û hema hema dike pê re biçe Elmanyayê, niza mesleyeke din... Yanî tenê bo malbata xwe şer dike. Ev tabloya ku dibêje, jin ji şoreşa welêt bêhtir guh dide endamên malbata xwe, berhema fantaziya mêr e. Tabloyên wisa di van filman û di vî rêzefilmî de, wek têkiliyên şervanên jin, kuştina wan DAIŞ’iyan bi rengekî ku pê mest dibin, êşkenceya wan li endamên DAIŞ’ê, yan dema di rêzefilmê de bi kulman diçin li ‘girtiyekî DAIŞʼê’ dixin; tev di mejiyên zilaman de hatine afirandin û fantazîkirin.
Xweîfadekirina Kurdan
‘No Man’s Land’ bi taybetî karekî hevpar ê Îsraîl û Fransayê ye, televîzyona ‘arte’ ya Elman-Fransî û tevna mediya dîjîtal a Emerîkî ‘Hulu’ jî çêkerên hevpar in. Rêzefilm li derveyî Kurdistanê çêkirine, li welatê Mexribê, li devereke nîv çiyayî. Gelek şaşiyên cografiyayê di rêzefilmê de derdikevin, lê ne pirsgirêk e ‘Ne belgefilm e’ yek ji nivîskarên senaryoyê Maria Feldman wisa dibêje. Dibêje, destpêkê dema di nûçeyan de dît endamên DAIŞ’ê ji ‘dengê ku şervanên jin ên Kurd derdixin’ (Tilîlî) û kefiyên wan ditirsin, min xwest em tiştekî ser van şervanên jin çêkin. Lê çîrok, helbet, bi çavê kesekî biyanî tê gotin ‘Me xwest rêzefilma me cîhanî be’. Hin karekterên Kurd jî hene, lê tev li paşxanê ne tenê, çîroka ti kesî tine ye. Tenê fermandereke YPJ’ê ku destpêkê birîndar e, çend gotinên hişk û kiryarên hişk dike, dengê xwe hema bilind dike, paşê jî xwe feda dike. Şervaneke din a Kurd heye, lê ew jî ‘Fransî’ ye, ji zaroktiya xwe ve li Fransa mezin bûye û neçar vegeriya ye. Ew jî lîstikvaneke Swîsrî ku bi eslê xwe aliyekî ji Tunisê ye, rola wê dike. Çend gotinên bi Kurdî jî dibêje yanî. Lê ew jî têkiliya xwe bi Kurdbûnê re û bi xeta Azadiya Jinê re, tine ye.
Niha ev tev kêm zêde mirov dikare fêm bike. Lê Kurd jî wê xwe neynin ziman? Li sînemaya cîhanê tevî, bi taybetî li Hollywoodê, mesela nûnertiyê û xweanîna ziman pirr hat nîqaşkirin. Mesela berê lîstikvanên reşik nedikarîn di filman de cih bigirin, paşê jî bi rengekî xerab dihat nîşandan, paşê bi rengekî şaş ku rastiya wan venabêje, paşê jî rolên pirr stereoty pedidan wan. Heman tişt ji bo jinan, hindikahiyan û rêçebaweriyên din jî lê bû. Lê bi têkoşîna hunermendan ev hate şikandin, êdî bi xwe rolên xwe dilîzin û bi xwe dinivîsin. Helbet, em Kurd, dawiya dawî divê em bi xwe çîrokên xwe bêjin. Lê belê, yên van filman çêdikin ne ku bêguneh in û ‘jixwe wê bi nêrîna xwe çêkin’. Di vir de pirs û lêpirsîna ku mirov jixwe bike ew e ka çawa me dikarî ew qasî filmên Hollyowoodê yên li ser Vîetnam, Îran, Efxanistan an jî Emerîkaya Latîn temaşe bikin! Ya kambax ew e ku gelek ji me li van filman jî temaşe dikin, diecibînin û reklama wan dikin. Hin ‘rewşenbîr’ jî bi nivîsên dûvdirêj pesnê wan din!
Tenê li ser Kurdan lêkolîn nekirine
Nîşandana Kurdan û şoreşgerên Kurd bi vî rengî bê hurmetî ye. Aliyê wê bi zanebûn jî pirr e. Ma nedikarîn bi keseke ji Tevgera Azadiyê re rûnin û nîqaş bikin? Niha, beşeke mezin yê karê nivîsandinê lêkolîn e. Dema mirov dixwaze li ser mijarekê binivîse, li serê lêkolînê dike, dixwîne, dipirse. Di rêzefilmê de 3 karekterên DAIŞ’ê hene, ku hevalên hev ên zaroktiyê ne, ji Birîtaniyayê tên Sûrî tevlî nav DAIŞ’ê dibin. Çîroka wan, sedema girêdana wan bi Îslamê re, sedema tevlêbûna wan, zehmetiyên ku dikişinin, aliyên wan ên mirovane, her tişt pir zelal tê gotin, hema hema mirov empatî bi wan re deyne, temam e! Dibe ku bi hin kesên ji DAIŞ’ê re axivîbin, lêkolîn kirine yanî. Aliyê rêxistinên îstixbarat û sîxûriyê jî beşeke mezin a rêzefilmê ye, bi wan re jî rûniştine, nivîskar Ron Leshem di hevpeyvînekê de bi xwe dibêje, em bi efserên îstîxbaratê re xebitîn, lêkolîn kirin yanî. Lê yê xwe bigihîne wan, ma nikare bi rehetî xwe bighîne endameke/î Tevgera Azadiyê ya Kurd? Naxwe, nexwestine.
Îstîxbaratan şîrîn dike
Mijara îstixbaratê, ku di vê rêzefilmê de ‘Mosad’ jî heye, pirr berfireh e. Helbet Mosad jî, CIA’ê jî MI16 û yên din jî tev ajanan dişinin Sûrî û Rojava, xebatên xwe bê navber dikin. Lê di rêzefilmê de wisa didin xuyakirin, wekî ku Mosad hema hema bi qasî Kurdan aktîf û hakim in li herêmê. Wekî ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin, alîkariya Kurdan dikin; van her du karan jî baş dikin. Heta li tevayî Rojhilata Navîn piştgiriya demokrasiyê dikin. Karektereke din a sereke Anna (ew jî Fransî ye), arkeolog û aktîvîst e. Paşê dibe ajana Mosadê. Diçe hin deverên wekî Îranê, lê (qaşo) dema dibîne ku ji ber kare bi Mosadê re kesên sivîl jî tên kuştin, dibêje ez nema bi we re kar dikim. Paşê ew karekter tevlî nav refên YPJ’ê dibe. Her tişta li ser vê paşeroja xwe bi fermandara xwe re parve dike. Lê bi demê re ew jî dibe ‘makîneyeke kuştinê’ birîndarên DAIŞ’ê jî dikuje! Ew qasî ‘bi hêz’ û bê rehm dibe yanî. Lê dema li Rojava, li ser rêyekê, endamên Mosadê dibîne mejiyê wê dişelqe. Piştî wê jî hevaleke wan birîndar dibe, lê fermandara YPJʼê, ku tenê çend gotinan dibêje, guh nade vê rewşê - yanî şervan di ber hevalên xwe de xwe feda dikin, lê ji bo wan rehet bikin û xelas bikin, hewl nadin!. Îcarê Anna ji bo wê şervana din a YPJ’ê xelas bike, vedigere bi Mosadê re kar dike. Yanî Kurd şoreşê li dar dixin, welat û devera xwe rizgar dikin, sîstema xwe ava dikin, lê her dem hewcedariya wan bi derve heye! Yan balafirên Koalisyonê wê werin, yan endamên Mosadê, yan şervaneke înternasyonalîst, yan yan …
Bêyî Kurdan be li dijî Kurdan e
Çima dîsa? Çima wisa dikin? Çima wisa didin nîşandan? Ji ber ku Kurdan ne wekî aliyê xerab didin nîşandan, na. Wekî aliyê baş dide nîşandan, lê bi rengekî kêm, ango ne rast. Dixwazin bibêjin, em wek hev in. Şervanên Rojava jî wekî endamên Mosadê ne, wekî leşkerên Emerîka ne, wekî yên din in; ew bi xwe baş in, tiştên baş dikin, lê mecbûr in tişta xerab jî bikin. Ne wisa ye! Her kes dizane jixwe. DAIŞ jî dizane. Dema Baxoz hat rizgarkirin, gelek nûçe derketin. Di reportejeke Frans24ʼê de li gel jinên ku ji Baxozê derketin de, jinekê wisa digot: ‘Mîrê me, xelîfe, biryar da ku em derkevin. Zilamên me gotin, xwe radestî Kurdan bikin, tiştekî xerab bi we nakin. Heger leşkerên Sûrî yan Iraqê me girtibana wê dest biavêtana me, em bikuştana.’ Tevî hemu êrişên DAIŞ’ê û windayiyên me, tenê em xwedî li wan (wekî mirov) derketin. Gelek ji wan hatin efûkirin û vegeriyan nav mal û eşîrên xwe, hinek li benda darazê ne, hinek tên perwerdekirin, ti kes ji wan rastî êşkence, kulm û tepan nehat, wekî ku ev rêzefilm dibêje. Şoreşgerên Tevgera Azadiyê ya Kurd dersek mezin di mirovaniyê û azadî û demokrasiyê da her kesî. Ew jî bi wan tehl tê, xuya ye. Ji ber wê jî ew qas hewldanên reşkirinê dikin. Weke serencamê dibêjim, her filmekî li ser Kurdan be, bêyî Kurdan were çêkirin, li dijî Kurdan e.
Yek ji ya din xirabtir
Ji ber ku di van sê salên dawî de sê-çar film û va ye rêzefilmek jî li ser şervan û şoreşgerên Kurd tên çêkirin, hemû jî li dijî wan in. Çawa li dijî wan in? Xaleke hevpar di nav tevan de ew e ku, her dem ê herî nezan, herî bê rehm ango bê wijdan; Kurd in. Heger bi destê şervanên Kurd bimîne, wê sivîlan bikujin, êşkence bikin, bibin sedema mirina hevalên xwe û hwd. Ev film tev wisa dibêjin! Her dem jî kesên biyanî, ango înternationalîst hin caran, baştir, zanatir, dilgermtir, şoreşgertir in. Niha ev zehmet e mirov fêm bike; li deverekê hin kes şoreşekê dikin, ew şoreş bandora wê digihîje hin welatên din ên cîhanê, hin kes – ji ber ku bandor li wan bûye – tên tevlî şoreşê dibin, lê ji wan kesên ku şoreş li dar xistine baştir şoreş fêm kirine! Herçî ev xisûs e, em Kurd jî tiştekê ji bîr dikin; Rojava ji ezmanan, ji devê çûkan neket. Xwe bi xwe ava nebû. Gelê Rojava û pêşeng û şoreşgerên Tevgera Azadiyê ya Kurd ew ava kirin. Şoreşgeran şoreş kir. Ji ber wê jî filmên çê dikin jî yek ji yê din xerabtir e. ‘Keçên Rojê’ ango ‘Les Filles Du Soleil’ xirab bû, yê paşê ‘Xwişkên Çekdar’ ango ‘Soeurs D'armes’ jê xirabtir bû, yek jî li vekirina Festîvala Filmên Kurdî li Berlînê hat nîşandan, ‘Sisters Apart’ tew ji her duyan xerabtir bû; di asta zimandirêjî û bêrêziyê de bû, li hember Kurdan, bi taybetî jî li hember gerîla û şoreşgerên jin. Filmeke din hê temam nebûye heye, jineke Katalan çê dike, ez bawer dikim wê ji tevan xerabtir be.