- Pisporê zimanê Kurdî Dr. Şîrwan Husên da zanîn ku li Başûr rewşa zimanê Kurdî di xetereyê de ye. Tevî ku hikûmet berpirse ji plansazkiran zimanî lê di vî warî de gavan navêje û ji ber xemsariyê ziman, Kurdî bûye zimanê duyem ê herêmê!
Pisporê Zimanê Kurdî Dr. Şîrwan Husên hişyariyê dide Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku zimanê Kurdî ji ber xemsarî û nebûna planeke stratejîk ya di du warên weke aqilê çêkirî (AI) sîstema perwerde û xwendina bilind de hatine paşguhkirin û bi astengiyên cidî re rûbirû bûne.
Ziman nasnameya her gel û netewekê ye. Gelê Kurd ji bo zimanê xwe Kurdî, bi hezaran bedel û qurbanî dane. Di demekê de aqilê çêkirî (AI) û teknoloojî belavî hemû beşên jiyanê dibe de, di heman demê de bêplaniya hikûmetê û saziyên wê metirsiyeke cidî li ser zimanê Kurdî çêkiriye. Di vê derbarê de Pisporê Zimanê Kurdî Dr. Şîrwan Husên ji ajansa me re axivî.
Pisporê Zimanê Kurdî Dr. Şîrwan Husên da zanîn di demek ku aqilê çêkirî (AI) bûye mijar û rojeveke girîng ya cîhanî, zimanê Kurdî di vî warî de gelek li paş maye û bibîr xist ya ku heye jî tenê hewldanên takekesî û dilsozanin. Di dewamê de wiha got; “Mixabin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di asta herî bilind de tu planek ji bo xizmetkirina vê herêmê tune ye. Ev tevî wê yekê ye ku divê navendên akademîk û zanîngehan pêşengiyê bikirana. Lê belê wan hîn gavên pratîkî ne avêtine.”
Zimanê Kurdî zimanê duyem e!
Zimanzan bi tundî rexne li sîstema perwerdeya Herêma KurdistanÊ kir û got ku her du wezaret (Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Xwendina Bilind) jî zêde girîngiyê nadin zimanê Kurdî û wiha domand; “Arasteya perwerdeya Herêma Kurdistanê ber bi zimanên biyanî ve ye û gelek teşwîq heye ku bi îngilîzî bixwînin. Ev yek bûye sedema ku zimanê Kurdî bibe zimanekî duyemîn. Divê em îspat bikin ku zimanê Kurdî ne tenê zimanê helbest û wêjeyê ye. Ew her wiha zimanê zanistê ye û dikare ji bo nivîsandina tibê û fîzîkê were bikaranîn. Ev erkê zanîngehane, ku mixabin tên paşguhkirin.”
Plansaziyeke zimanî lazim e
Dr. Şîrwan Husên çareseriya pirsgirêkan di “plansazkirina zimanî” de dibîne û got; “Divê hikûmetê nexşerêyek zelal hebe. Divê hikûmet xwedî planeke xurt be û erkên wezaretan diyar bike. Paşê ev plane li ser malbat û takekesan belav dibe. Dr. Şîrwan Husên bal kişand ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku 33 salin heye lê ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî wiha got; “Ji sala 1992’an vir ve hikûmetek me heye. Lê belê ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî tu planeke xurt tune ye. Biryar û qanûn hene, lê ew nayên bicîhanîn. Nimûneya vê ya zindî û berçav jî, biryara wergerandina tabelayên karsaziyê bo zimanê Kurdî ye, ku qet nehat bicîhanîn.”
Hikûmet berprisyar e
Di dawiyê de Pisporê Zimanê Kurdî Dr. Şîrwan Husên ev tişt got; “Tevî ku her kes berpirsyare jî, lêbelê, berpirsiyariya sereke li ser milê hikûmet û saziyên biryardanê ye, ku divê di zûtirîn dem de nexşerêyek ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî amade bikin. Berovajiyê vê yekê, wê îro bi krîzeke kûrtir re rûbirû bimîne.” ROJNEWS/RANYA