Pîlana dagirkirina Xezeyê

Nûçeyên Cîhan

Şemî 9 Tebax 2025 - 00:22

Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê plana Serokwezîr Binyamin Netanyahu ya ji bo dagirkirina bajarê Xezeyê, erê kir. Îsraîl ragihand ku ew plan dikin ku li Xezeyê rêveberiyeke nû ya “sivîl” ava bikin. Di daxuyaniya ji aliyê Ofîsa Serokwezîrtiyê ve hatî dayîn de, hate diyarkirin ku li ser esasê “têkbirina Hamasê” artêşa Îsraîl ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê wê amadekarî bike. Kabîneyê weke “hêmanên qedandina şer” ev made qebûl kirin: Hamas çekan deyne, hemû dîlgirtî –mirî yan jî zindî- bên vegerandin, Xeze ji leşkeran were paqijkirin, Îsraîl kontrola ewlehiyê bi dest bixe û ji dervey Hamas yan jî Rêveberiya Fîlîstînê rêveberiyeke sivîl were avakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.