‘Dabînkirina çekan rawestînin!’

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 9 Tebax 2025 - 00:30

Li Elmanyayê, 162 navdarên din ji cîhana çand, huner û medyayê piştgirî dan nameya ku ji Serokwezîr Merz re hatiye nivîsandin û tê de daxwaza rawestandina dabînkirina çekan ji bo Îsraîlê tê kirin.

Li Elmanyayê hefteya borî bi nameyekê ku ji aliyê zêdetirî 200 navdaran ve hatibû îmzekirin, ji Serokwezîr Friedrich Merz daxwaz kiribûn ku dabînkirina çekan ji bo Îsraîlê were rawestandin.

162 kesên din ji cîhana çand-huner û medyayê, tevlî vê daxwazê bûn. Di nav wan de derhênerê fîlman Fatih Akın jî heye,

Kampanyaya ku ji aliyê tevgera civakî ya navneteweyî Avaaz ve hatiye organîzekirin, ji bilî Akın, hunermendê rapê Nina Chuba, stranbêj Clueso, lîstikvan Sandra Hüller û derhênerê Îsraîlî yê xwediyê xelata “Altın Kure” Ari Folman jî îmze kirine. Di nameya vekirî ya ku ji Merz re hatiye nivîsandin de, ji bilî rawestandina şandina çekan bo Îsraîlê, herwiha daxwaza rewestandina hin tiştên din jî tê kirin.

Di nameya ku heta niha ji hêla 367 navdaran ve hatiye nivîsandin de wiha tê gotin; “Em jî sûcên tirsnak ên ku Hamasê kirine bi tundî şermezar dikin, lê tu sûc ne dikare cezakirina bi komî ya bi mîlyonan mirovên bêguneh bi awayê herî hovane rewa bike!”

Di nameyê de herwiha planên Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu yên ku di medyaya Îsraîlê de derketine, yên dagirkirina temamê Şerîda Gazzeyê jî têne rexnekirin û ji Serokwezîrê Elmanyayê re tê gotin: “Birêz Merz, dem hatiye ku hûn tevbigerin!”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.