Daxwaz dikin ku birêz Ocalan bibînin

În 8 Tebax 2025 - 03:40

  • Endama komîsyonê Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê xebatên komîsyonê ku wê heta meha kanûnê bidomin de axivî û got:“Ji aliyê komîsyonê ve raste rast ji Abdullah Ocalan guhdarkirina fikr û nêrînên wî wê piştgiriyek cidî bide xebatan. Em ê jî vê di nava pêvajoyê de daxwaz bikin.”

Yekemîn civîna “Komîsyona Piştevaniya Millî, Xuşk û Biratî û Demokrasiyê"  ya li meclîsê hat avakirin di 5’ê tebaxê de civîna yekemîn pêk anî. Piştî axaftinên endamên partiyên siyasî, di runiştina duyemîn de esas û usul hatin diyarkirin. Serokê Meclîsê Numal Kurtulmuş der barê usul û esanan de peşnûmeyek ji 12 xalî pêk tê pêşkêş kir. Bi qebûlkirina vê pêşnûmeyê re civîna ewil bi dawî bû. Civîna duyemîn jî wê îro pêk bê. Her wiha wê sê navên nû ji bo li cihê ÎYÎ Partî   bixebitin ji DEM Partî, CHP û AKP’ê diyar bibin. 

Endama Komîsyonê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê xebatên komîsyonê de axivî. Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê civîna ewil de axivî û da zanîn ku komîsyon bi awayekî fermî hatiye avakirin û ev gelek girînge û got:“Birêz Ocalan ji hevdîtina ewil heta niha got divê mijar li meclîsê bê meşandin û navnîşan meclîse. Me wek DEM Partiyê jî  got divê meclîs di vê pêvajoyê de cih bigire û rola xwe bilîze.Me bang li serokê meclîsê kir ku berpirsyariyek wisa bigire. Komîsyon hat ava kirin û ev di alî me de girînge.Di alî pisgirêka Kurde em ketin qonaxek nû. Civîna ewil hat kirin.”

Civîna duyem girîng e 

Gulîstan Kiliç Koçyîgît balkişand ser civîna ku wê roja înê pêk bê û got:“Komîsyona meclîsê di pêvajoyê de gavek bû. Ev komîsyon ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hat avakirin. Beşek girîng a vê pêvajoyê burokrasiya ewlehiyê dimeşîne. Ji MÎT’ê bigirin heta Parastina Netewî û Wezareta Karê Hundir. Me berê jî gotibû derbarê komîsyonê de agahdarkirinên wan wê girîng bin. Civîna roja înê wê gelek girînge.” Gulîstan Kiliç Koçyîgît di mijara ku wê civîn ji çapemeniyê re girtî bên lidarxistin de jî axivî û got:“Bêguman burokrasiya ewlehiyê li gorî xwe kar û barê wan hene. Mînak me bi serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin re hevdîtinek kir. Lê me naveroka wê negot.  Ji ber ku dibe hinek tişt neyên parvekirin. Ev gelek normale û tê fêmkirin. Ev li her welatî wisa ye. Di hemû pêvajoyên çareseriyê de hemû agahî ji sedî sed ji rayagiştî re nayên vegotin û wisa nameşe. Aliyê vê yê mahremiyet, veşartinê heye. Ji ber vê jî ev veşartin divê wisa bê dest girtin. Bêguman fikra me ne eve ku hemû veşartî bin. Wê civînên din ji rayagiştî re vekirî bimeşin.”

Zemîneke cidî ava dibe

Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê bandora biryên komîsyonê de jî ev nirxandin kir:“Komîsyon girêdayî serokatiya meclîsê hatiye avakirin û komîsyonek defakto ye. Ji ber vê jî wê li gorî pêşniyaran biryarê bigirin. Ev her yek wê bibin pêşnûme û ji komîsyonên têkildar re bên şandin. Di alî diyarkirina hewcedariyên pêvajoyê de wê girîngiyek taybet ya komîsyonê hebe. Hewcedariyên çareseriya demokratîk çine, qadên pirsgirêkê çine, tenê berdana çekan şewitandina wan nîne. Li gorî vê pirsgirêkên din jî tên dest girtin .Di alî çareseriya demokratîk de wê zemînek cidî bê avakirin.” Gulîstan Kiliç Koçyîgît di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di xala 12’emîn a pêşnûmeyê de, ger hewce bê dîtin dikare pêşiya komên din yên xebatê bê vekirin û di vî alî de wê bi komîsyonên binî re komîsyon xebatên xwe bimeşîne û got:“Ji aliyê komîsyonê ve raste rast ji birêz Abdullah Ocalan guhdarkirina fikr û nêrînan, wê piştgiriyek cidî bide xebatan. Em ê jî vê di nava pêvajoyê de daxwaz bikin.”

JINNEWS/MELEK AVCI

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.