‘Rûpoşên rojê’ yên xelkê Kogî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 21 Hezîran 2023 - 05:42

  • Dewletên Ewrûpî û hikûmetên Başûrê Emerîkayê hin berhemên dîrokî yên di dema mêhtingeriyê de hatine talankirin û dizîn di muzeyên xwe de vedişêrin. Lê di van salên dawî de ev dewlet hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin û berhemên ku di muzeyan de radigirin, teslîmî xwediyên wan bikin. Ev du rûpoşên ku çanda xelkên Kogî yên Kolombiyayê, hefteya bihurî vegeriyan welatê xwe.

Dema ku dewletên mêhtinger ên Ewrûpî li Emerîkaya Latîn û Efrîkayê serwer bûn, gelek berhemên dîrokî dizîn. Bi salan e ku ev berhemên dîrokî di muzeyên dewletên Ewrûpî de tên veşartin. Di van salên dawî de her çiqasî hin ji van berheman li welatên wan hatibin vegerandin jî, hîna jî gelek berhemên dîrokî hene ku di muzeyan de tên parastin. Dewleta Elmanya bi qasî sedsalekê çêbû ku du rûpoşên (maske) Xelkên Kogî yên xwecihî di nav koleksiyonên Muzeya Berlînê de bûn. Elmanyayê, li ser daxwaza dewleta Kolombiyayê her du rûpoşên kevnar ên ku nîşaneya çanda Kogî ne, teslîmî Kolombiyayê kir. 

Serokê dewleta Kolombiyayê Gustavo Petro hefteya bihurî çû serdana Elmanyayê. Di vê serdana wî de ev her du rûpoş bi merasîmeke piçûk a fermî hatin teslîmkirin. Di navbera Muzeya Berlînê û dewleta Kolombiyayê de ev çend sal bûn ku nîqaşa li ser van rûpoşan hebû. Piştî nîqaşên çend salan, Kolombiyayê bi awayekî fermî doza van rûpoşan kir û herî dawî dewleta Elmanyayê mecbûr ma ku van rûpoşan teslîmî wan bike. 

Dewletên Ewrûpî û hikûmetên Başûrê Emerîkayê hin berhemên dîrokî yên ku di dema mêhtingeriyê de hatine talankirin û dizîn di muzeyên xwe de vedişêrin. Lê di van salên dawî de ev dewlet hewl didin ku vê pirsgirêkê çareser bikin û berhemên ku di muzeyan de radigirin, teslîmî xwediyên wan bikin. Sala par jî dewleta Elmanyayê “Bronzên Benînê” ên pirr navdar, teslîmî dewleta Nîjeryayê kiribûn. Ev 120 sal bûn ku “Bronzên Benînê” li muzeyên Ewrûpî bûn û ew di dema mêhtingeriya Ingilîzan de hatibûn dizîn. 

Elmanya û Nîjeryayê peymanek jî îmzekirin ji bo vê yekê. Piştî peymanê dewleta Nîjeryayê got, divê dewletên din jî heman nêzîkatiyê nîşan bidin û çi berhem di destê wan de hebin, teslîmî xwediyên wan bikin.

 

Rabuhiriya mêhtinger a Ewrûpiyan

Rûpoşên ji folklora Xelkê Kogî yên xwecihî in, di sedsala 15’an de hatine çêkirin. Ew weke “rûpoşên rojê” jî tên zanîn û ji axşeb hatine çêkirin. Kogî li Bakurê Kolombiyayê, li sere çiyayên “Sierra Nevada de Santa Marta” dimînin. Ev rûpoş ji bo xelkê Kogî pîroz in. Serokdewletê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier di merasîma teslîmkirina rûpoşan de îşaret bi pîrozkirina van rûpoşan kir û got; “Vegerandina van berhemên dîrokî dike ku em dewletên Ewrûpî careke din li ser rabihuriya xwe ya mêhtinger bisekinin. Ev pêvajoyek e, û dewleta Elman pêşengiya vê yekê dike. Em hêvî dikin ku ev rûpoş li wî cihî vegerin, ew cihê ku pêdiviya wan gelekî bi van rûpoşan heye. Li serê wan çiyayan hîna jî insan hene. Ew di navbera xweza û mirovan de têkiliyekê ava dikin. Ji ber vê yekê xelkên xwecihî weke pirekê ne.”

Biryar ya xelkên Kogî ye

Li ser gotina Frank-Walter Steinmeier, Gustavo Petro jî rûpoşên xelkên Kogî weke “Rûpoşên bi efsûn” bi nav kir û got, “Em pirr kêfxweş in ku ev rûpoş vedigerin welatê xwe. Em bawer dikin ku dê hîn bêhtir berhemên dîrokî li welatê xwe vegerin.” Derbarê aqûbeta rûpoşan de jî hat gotin, xelkên Kogî dê biryara vê yekê bidin. Gustavo Petro ji bo vê yekê jî got; “Beriya her tiştî xelkên Kogî çi difikirin û dê çi biryarê bidin, divê em li benda wan bisekinin. Ez bi xwe dixwazim ku li Santa Martayê muzeyek were vekirin û berhemên dîrokî li wir werin parastin lê weke min got, biryar ya xwediyê rûpoşan e. Ew çi biryarê bidin em ê qebûl bikin.”

 

Etnologekî Elman rûpoş kirrîbûn

Konrad Theodor Preuss, sala 1915´an ev rûpoşên ku weke “rûpoşên rojê” tên zanîn, kirrîbûn. Ev kes di heman demê de yek ji pêşengên “Muzeya Etnolojiyê” ya Berlînê ye jî. Jixwe, ew jî etnolog bû. Tê gotin, wî qederê 700 berhemên dîrokî di koleksiyona xwe de kom kirine. Elmanya dide zanîn ku divê ev berhemên dîrokî qet nehatana kirrîn yan jî firotin, lê kesên weke Konrad Theodor Preuss gelek bûn û di serdanên xwe yên welatê Efrîkî û Emerîkaya Latînî de dilê xwe bijandibûn gelek berhemên bi vî awayî û ew anîbûn Ewrûpayê. Gelekan ji wan, ev berhem firotin muzeyên Ewrûpî û niha ev berhem di van muzeyan de tên nîşandan. 

 

Nîqaşa kolonyalîzmê û mafê xwecihan

Serokê Weqfa Mîrateyên Çandî yên Prûsyayê, Hermann Parzinger ji Muzeya Etnolojiyê jî berpirsyar e. Wî da zanîn ku paşxaneya van rûpoşan têra xwe tevlîhev e. Wî got, etnolog Konrad Theodor Preuss ev rûpoş ji keşeyekî Kogî ku mafê wî yê firotina van rûpoşan tinebû, kirriye. Hermann Parzginger got; “Lê dîsa jî ya girîng ew e ku nîqaşek derbarê kolonyalîzmê de ava bibe û têkiliyên kolonyalîzmê tên eşkere kirin. Bi vî awayî dê hin tişt safî bibin. Her wiha mafê xelkên xwecihî jî di van nîqaşan de sereke ne û divê neyên jibîrkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.