Indigenismo û xelkên mêhtî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 25 Adar 2023 - 03:35

  • Şêwekar Camilo Egas bi wêneyên xwe xelkên xwecih ên mêhtî resmandin. Ew yek ji pêşengên tevgera Indigenismo bû ku kolonyalîzma li Emerîkaya Latîn rexne dikir. Serpêhatiyên ne xweş ên di resmên wî de gelek kes aciz kirin. 

Camilo Egas şêwekarekî Ekwadorî ye û di sala 1889’an de hatiye dinyayê. Wî bi huner û resmên xwe têkoşîn û berxwedana xelkên xwecih ên Emerîkaya Latîn nîşan da. Camilo Egas yek ji pêşengên tevgera “Indigenismo” ye. Tevgera Indigenismo bi nihêrîneke cihê, li serdema beriya Christoph Kolumbus vedigere û mîrateya xelkên xwecihî yên li Emerîkayê û li Emerîkaya Latîn şirove dike. Yanî tevgereke xwecihî ye. Tevgera Indigenismo, tevgereke hunerî ya polîtîk bû. Indigenismo bi Şoreşa Meksîkayî geştir bû û doza mafê xelkên xwecihî yên mêhtîngerkirî kir. Bi awayekî polîtîk û civakî û her wiha çandî xwest hebûna xelkên xwecihî biparêze û bi vî awayî sûcên mêhtingeran derxistin holê.

Tevgera Indigenismo, sala 1920’an di wexta Şoreşa Bolşevîkan a li Sovyetê de bêhtir berê xwe da sosyalîzmê û împeryalîzm şermezar kir. Piştî Şoreşa Bolşevîkan li Emerîkaya Latîn partiyên şoreşgerî jî ava bûn. Van partiyên şoreşgerî li ser hunermendan jî tesîra xwe çêkir û hunermendên xwecihî yên wî zemanî ti bi nihêrîna “huner ji bo huner” resm çênekerin yan jî helbest nenivîsandin. Berhemên wan behsa nasnameyeke neteweyî dikirin û wan bi van berhemên xwe kolonyalîzma Ewrûpayê rexne kir. Bi vî awayî rastiya mêhtingeran û êrişên wan ên li ser xelkên xwecihî derxistin holê. Camilo Egas jî bi wêneyên xwe zordariya li ser xelkên xwecihî nîşanî xelkê da.

Camilo Egas li Fransa û Îtalyayê li ser huner perwerde bûbû. Xasma jî di warê Surrealîzm û “Derbirîneriya Razber” de perwerdeya wî qewî bû. Piştî perwerdeya wî diqede, li welatê xwe vedigere. Dema ew çav bi xizaniya li kolanên welatê xwe dikeve, pirr aciz dibe û xelkê bêzar ên li kolanan diresmîne. Lê dema ew xelkê xizan ê li kolanan diresmîne, weke Ewrûpiyan wan xêz nake. Yanî bi çavê kolonyalîstekî li meseleyê nanihêre, berevajî vê yekê, ew rastiyê bi awayekî din nîşan dide. Nêzîkatiya wî ya derbarê mêhtigeran de û zimanê wî yê dîtbarî, dike ku Ewropî û her wiha hunermendên din ên dinyayê jî ji hunerê wî hez bikin. Wî ti carî rastî veneşart û xelkê hatine mêhtin, kir mijara hunerê xwe.

Rastiya tehl

Ji ber ku resmên Camilo Egas rastî nîşan didan û beriya wî kêm kesan xelkê xwecih bi vî awayî nîşan dabû, hikûmeta Ekwadorê ya wê demê ji resmên wî ditirsiya û digot, ew bi van resman rûmeta me binpê dike. Di kovara “Mar Pacifico” ya sala 1941’ê de ji bo Camilo Egas rexneyeke bi vî rengî heye; “Resmên Egas ên ku xelkê xwecihî dramatîze kirine, ji bo turîzmê qet ne baş in, ew xelkên xwecihî kubar û xeşik nîşan nade. Ev resmên wî li derveyî propagandaya turîzmê ne û welatê me xerab nîşan didin.” Kovarê di ber rexneyê de jî çend wêneyên xelkên xwecihî yên dûrî resmên Camilo Egas parve dikirin û digot; “Va ye, xelkên xwecihî yên rastî, em wan baş nas bikin.”

Li welatê min tenê reng şên in

Camilo Egas ji ber ku çavsoriya mêhtigeran nîşan dide û resmên wî dijkolonyalîst bûn, ev rexne lê dihatin kirin. Rayedarên dewletê digotin, resmên wî qet ne xweşik in û xelkên xwecihî xerab nîşan didin. Egas jî li hemberî vê nihêrînê digot; “Welatê Ekwadorê bi çiya û siyaseta xwe heta hetayê ciddî ye. Li welatê min tenê reng şên in.”

Serpêhatiyên ne xweş ên rastîn

Camilo Egas xelkên xwecihî “mêhtî lê wêrek” nîşan dide. Ew jî weke hevalê xwe Diego Rivera rengan pirr baş bi kar tîne. Di warê estetîkê de pirr baş in wêneyên wî. Lê wêneyên wî derbarê mêhtingeriyê de serpêhatiyên ne xweş tînin ziman! Ji ber ku wî serpêhatiyên ne xweş ên xelkên xwecihî nîşan dane, gelek kes ji hunerê wî nerazî ne. Lê wî bi her halî çavsoriya mêhtingeran di wêneyên xwe de şirove kiriye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.