‘Xebateke kûr û dûr a dekolonîzasyonê divê’

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 14 Tebax 2021 - 06:11

  • Dilawer Zeraq: Heta Kurd serxwebûna xwe bi dest xwe nexin û di hin waran de serdestiya xwe daneynin, -yanî heta qiyameta Rojhilata Navîn ranebe- wê edebiyata me jî negihîje xweseriya xwe.”

MIHEME PORGEBOL

 

Em bi nivîskar û mamosteyê zimanê Kurdî Dilawer Zeraq re derbarê edebiyat û teoriyên wê de û her wiha li ser tesîrên polîtîkayên rojane û çanda populer li ser huner, edebiyat û civakê peyivîn. Dilawer Zeraq dibêje, ew li cih û warên dûr nagere û nêzîkatiya xwe ya edebiyatê wiha diyar dike, “Kurd bindestê mêtingeriyê ne, ji lewma jî ‘xwemalîbûn’ û ‘xwecihîbûn’ xwedî girîngiyeke man û nemanê ne.” 

Dikarî behsa helwêsta xwe ya huner û edebiyatê bikî?

Huner, wekî çalakiyeke mirovane, nêrînên ji hev cihê bi mirovî re çêdike. A  min li ser rengê “xwemalîbûn” û “xwecihîbûn”ê dimîne. Yanî, ez huner û wêjeyê, digel wate û kartêkên wê, li cî û warên dûr nagerim. Ji bo min, xwecihîbûna huner û wêjeyekê, pirr girîng e. Bi vê gotinê, naxwazim bêjim, divê her hêman xwecihî bin. Ez bi van gotinan behsa serçavk û jêderkê dikim. Ev jî, di huner û wêjeyê de, feraset û nêrîna li ser avakirin û afirandinê ye. Jê pê ve, şêwe, teşe û şêwaza afiranên hunerî û wêjeyî, kêm zêde li her derê dinyayê bi awayekî ji awayan digihîjin hev. Lê belê, îro roj, ji ber ku neteweya Kurd bindestê mêtingeriyê ye, “xwemalîbûn” û “xwecihîbûn” xwedî girîngiyeke man û nemanê ye. Û bêguman jê re xebateke kûr û dûr ya dekolonîzasyonê divê. Nêzikbûna min a bo huner û edebiyatê, ev man û neman e. 

Nihêrîna te ya derbarê zimanê nivîskî, yanî zimanê edebiyatê de çi ye? Di pêvajoya afirandina berhemên xwe de tu çawa nêzîkî ziman dibî?

Her çend zimanê gelekî, ew ziman e ku pê diaxive jî, ziman tenê kevneşopiya giştî nahêvişîne. Di heman demê de, tevlivîn û reaksiyonên ferdî jî dihewîne. Hemin ku edebiyat çalakiyeke ferdî ye, nexwe pêwîst e zimanê edebiyatê ji hin aliyan ve ji zimanê ku gel pê diaxive cihê bibe. Ev cihêbûn ne li ser “afirandina qaydeyan” e ku ziman nikare wan bihewîne. Ziman jixwe ji ber zindîbûna xwe, her tim xwe li gorî pêwîstiyên helûmercên jiyanî û afiranî diguherîne û çi gava hewcetî pê hebe, bi qasî pîveka zindîbûna xwe hêmanên nû di xwe de peyde dike û diafirîne. Nêrîna min a li ser zimanê nivîskî li ser vê afirandin û peydekirinê ye. Yanî, zimanê nivîskî û bi taybetî zimanê edebiyatê, ne tenê ew ziman e ku mirov pê derdê xwe yên li ser gelek tiştên jiyanî vedibêje. Pêwîst e, zimanê edebiyatê, di vegotinê de, bi zimanê ku bi kar tîne, bibe şûngeheke ku li wir rengekî din li zindîbûna zimên tê dayîn. 

Yek ji wan beşên ku bi edebiyatê re di nav têkiliyek ciddî de ye sosyolojî ye. Ev têkiliya xurt di nav metnên edebiyatê de bi çi awayan xwe nîşan dide?

Ger, nivîskar berhema xwe li ser xemên civakî danîbe, wê hingê em dikarin ji nav tekstê sosyolojiya civakê derînin û jê fam bikin. Her çiqas ev awa afirandin di roja îroyîn de zêde nayê tercîhkirin jî, di hin berhemên Kurmancî ya Bakur de em vê yekê eşkere dibînin. Herçî nivîskarên ku berhemên xwe li ser xemên ferdî datînin, çendî ku hewl didin xwe ji sosyo-polîtîk û sosyo-ekonomiya civaka xwe dûr bihêlin û li ser xemên xwe berhemê biafirînin jî, kodên di nav zimên de veşartî û pêwendiya pêhisînê ya ku em bi zimên re datînin, rê li ber me vedike da ku em karibin têkevin nav wan kodên zimanî û hay ji sosyolojiya civaka ew nivîskar tê de ye jî hebin. Di vê deqbendê û çarçoveyê de, şêweyekî dîtir jî heye ku her du awayên afirandinê di berhemên xwe de bi kar tînin; yanî berhema xwe hem li ser awirê civakî hem jî li ser awirê ferdî datînin. Ev awa afiran, ji du aliyan ve bi sedem û serçavkên afiranbûnê ve bestandî ne û bervekirî ne ji her cure jêfamkirin, nirxandin û analîzan re. Û asoyên berfirehtir didin ber ferd û civakan.    

Teoriyên mîna strukturalîzm, formalîzma rûsan yan jî teoriyên postmodern bi min mentiqî ne. Lê ev teorî ji bo civakên Rojavayî ne. Gelo li ser edebiyata civakên Rojhilatî jî mirov dikare heman tiştî bêje? 

Helbet, bi qewlê te, wê li ser civaka Rojavayî be. Ji ber ku wan bi xwe ronesansên xwe yên di warê huner û edebiyatê de pêk anîn. Avanîparêzî ji bo hemû reng û awayên berhemên civakên li dinyayê tê. Ji ber ku her berhem jixwe avaniyek e û di xwe de taybetiyeke arizî xwe dihewîne. Herçî teşeparêzî ye, ev biwar hinekî guhêrbar e. Her çend mirov dikare wê di hin waran de lê qebûl bike jî, ew çend jî ne kêrhatî û karbar e. Teoriya postmodern, jixwe ji ber vezelokîbûn û berfirehiya xwe bivê nevê kêrhatî ye û xwedî taybetiyeke karbariyê ye. Herçî civakên rojhilatê ne, bila li hêla xwe ya “mirovxur” bimîne, xem li ba min civaka Kurd û edebiyata wê ye. Heke em li serê hûr bibin, em ê karibin ji alî gelek hêman, naverok û qaydeyên wan ve teoriya avanîparêziyê û postmodernîzmê di edebiyata Kurdî de peyde bikin. Û em ji bîr nekin, ev teorî li ser praksîsa jiyan û edebiyata Rojavayê hatine danîn. Loma jî, ji bo edebiyata Kurdan pirsa herî girîng ev e; gelo edebiyata me, bi berhemên xwe yên heta niha afirandî, dikare zemînekê ji praksîsa jiyanî û edebî re çêke da ku em karibin bi analîz û lêhûrbûnên taybet teoriyeke arizî ya edebiyata Kurdî ava bikin? Bersiva min a bo vê pirsê; “di roja îroyîn de na” ye. Ji ber ku bi taybetî di van deh salên dawî de, hejmareke hêjayî gotinê ya ji roman û çîrokên tên nivîsîn, ji pêşhisîn û pêşqebûlekê tên afirandin ku zêdetir li ser “rengbixwedan”ê ne û ew reng jî “rengekî Stenbolî û Ewrûpî ye.”     

Li gel ewqas derfetan, çima di warê huner û edebiyatê de civakên weke me hîn li ser krîter û tecrûbeyên rojavayê tevdigerin?

Min têgiha “rengbixwedan”ê bi kar anî. Gava nivîskarekî edebiyatê, berî ku berhema xwe binivîse, wekî pêşqebûlekê, xwe ji praksîsa jiyana xwe ya “herêmî” (herêmîbûna li gorî dinyayê) bide alî û hewlê bide ku bibe mîna hin herêmên din yên dinyayê, helbet wê krîter û ezmûna wî nivîskarî jî li ser yên wan herêman bin; nav lê rojava be jî, roj(ne)ava be jî… Îro roj, li rex beşeke nivîskarên Kurd ên edebiyatê, ev hewl wekî “modeyekê” jî dide der. Li ba min navê vê yekê “jixwerevîn an jî reva ji xwe” ye. Gava em ji xwe birevin, tu ciyekî ku em bigihîjinê, tine ye. Hêla Rojava ku em behs dikin jî, wekî herêm Ewrûpa û Emerîka ne. Û serdestiya wan a kolonyal a ji sedan salan berê ve danandî, di warê diyarkirina rengûawayê berhemên edebî de jî didome. Û bayê ku bo wan biharî ye gava tê ba me li me dibe bayê batoyê. Di can û laşê me de bi cî dibe û em dimînin “bawî”. Em çi qasî jî xwe germ bikin, tim ji wî aliyî ve êşek û qolinceke me ya qeşagirtî heye. Ji ber ku me rê daye bayê wan da ku were têkeve laşê me û me “rengê wan daye xwe.” Li ba min rêya xelasbûna ji êşikên vî bayê batoyê, razîbûn, qebûlkirin û hewandina rengê xwe ye; yanî “xwecihî û xwemalîbûn”e. Wekî din hemû rê diçin aliyê ku roj lê diçe ava, ne aliyê ku roj lê hiltê. 

Afirandina teoriyên resen yên edebiyatê ji bo civakên rojhilatî tê çi maneyê?

Ez ber dasa xwe fireh nakim û li ser rojhilatê serê xwe naêşînim. Ji ber ku hêmanên rojhilata em behs dikin, hem hev dixwin hem jî hemû bi hev re dixwazin Kurdan bixwin. Û bi ser de jî, di ser mandelekirina hebûna Kurdan re dixwazin neteweya Kurd ji navê rakin. Loma, ez li ser wan hûr nabim. Îcar herçî afirandina teoriyên edebiyatê ya ji bo Kurdan e, hê rê dûr e bo wê. Edebiyata me, ji bo bakur dibêjim, hê jî di nav hewla geşebixwedanê de ye û berhemên wê bi hiş û mêjiyekî seqirandî nayên afirandin. Ev yek bi derava ku em tê de ne, xuyayî ye. Heta Kurd serxwebûna xwe bi dest xwe nexin û di hin waran de serdestiya xwe daneynin, -yanî heta qiyameta Rojhilata Navîn ranebe- wê edebiyata me jî negihîje xweseriya xwe. Ev xweserî, di kûrahiya dîrokê de asê maye; cara pêşî, di salên 700´î de, Kurdî, ji alî Erebî ve derbek xwariye û heta M. Cizîrî, bi qasî 800 salan, Kurdî nehatiye ser hişê xwe û di medreseyan de nebûye zimanê perwerdehiya zanist û agahiyê. Derba ku Erebî li Kurdî xistiye, awa û cureyekî serdestiya zimanî ye -û ji derveyî anakronîzmê, bi têgiha îroyîn, derba asîmîlasyonîst e.- Jixwe ya piştî 1900´î jî derb û bobelateke xerabtir e. Îcar, ji bo ku em karibin bi hişekî, mêjiyekî, aqilekî û bi jiyaneke seqirandî li ser xwe û li ser dîrok û qonaxên edebiyata xwe hûr bibin û ji bo geşepêdanê û danîna teoriya wê teql li xwe bixin, pêwîst e kêm zêde, em bigihîjin serdestiya xwe. An na, wê serdestiya teoriya “Rojavayiyan” her li dar be.    

Polîtikayên rojane û çanda populer li ser me, li ser huner û edebiyata me tesîrek çawa dike?

Ji ber derav û helûmercên Kurd tê de, kartêka polîtîkaya rojane ya li ser edebiyata me hema bêje pirr zêde ye. Ev yek ne tiştekî ecêb e. Û di van helûmercan de jî normal e. Jiyan û awayê çalakgeriya di nava jiyanê de, nahêle em ji polîtîkayê dûr bimînin. Ji ber ku tu aliyekî jiyana me Kurdan tine ye ku em bêjin, ev karê siyaset û siyasetvanan e û xwe jê bişon. Edebiyat li ser stûna zimên radibe û îro roj li Bakur, zimanê Kurdî bi xwe siyaset e. Herçî çanda populer e, gava em ji helûmercên jiyana xwe dûr bimînin an bixwazin xwe jê bifilitînin an jî em xwe bikin wekî berûyê ji qalikê xwe derketî, wê hingê populeriya li ser “navdarî, fortekî, liberçavbûnî û tirşikî” avabûyî, berê me dide behra ku amade ye me bifetisîne. Bandora çanda populer a li ser huner û edebiyata me, ya ku pirr bêstare, bêpejan û li hemanan e, pirralî ye. Û ji gelek aliyan ve, tesîra xwe di rengê “çilvirandin, jêdûrxistin, lixwenebankirin û kuştinê” de li huner û edebiyata Kurdan dike.      

Populîzm di nav edebiyat, huner û zimanê gelên bindest de çawa dikare tesîreke wisa mezin bike û civak çawa ewqas bi hêsanî vê yekê qebûl dikin?

Wekî awayekî tevlivînê, hînbûnê, hayjêbûnê, li ba me Kurdan “çavdana hev” gelek xurt e û populîzm, roja îroyîn, bi teknolojiya dîmenî, tv.yî, înternetî, hespê xwe dibezîne û her tiştê populer di ser çav û di ser guh re belav dibe. Di vê liv û lebatê de, hiş û mêjî û aqil, ne li dar e û ne çalak e. Loma jî kartêka populîzmê li ser gelên bindest û bi taybetî li ser gelê Kurd pirr bi hêsanî çêdibe. Helbet, hewl û daxwaza rengbixwedanê jî heye ku mirovê bindest û marastî, dixwaze bigihîje serdestê xwe, xwe nîşanî wî bide û bibe mîna wî. Bi kurtasî, sedem kêm zêde ev in. Û em ji bîr nekin, çanda populer jî afiraneke polîtîkayeke taybet e. Herçî rê û çareya jêfilitînê ye, ew rê ji bo mirovên bindest û marastî, yekrê ye û ew jî rêya avakirina hişmendiyeke polîtîk û hişyarane ye ku di her hewl û têxebitîna xwe ya afirandinê de, berê xwe dide kûrahiya reseniyê û ji çav û guhan zêdetir, hiş û dil û mêjî û ruh li xwe dike armanc. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.