Emrê Machu Picchu 20 sal dirêj bû!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 9 Tebax 2021 - 02:01

Zanîngeha Yale ya li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka encama lêkolîna xwe ya derbarê bajarê kevnar “Machu Picchu” de parve kir. Li gorî lêkolînê dîroka avabûna “Machu Picchu” 20 sal kêm nivîsandine.

Bajarê kevnar yê “Machu Picchu” li welatê Peru ye û ji hêla şaristaniya Înkayan hatiye avakirin. Heya niha dihat zanîn ku ev bajarê kevnar di sala 1438’an de hatiye avakirin lê lêkolînên zanîngeha Yale dîroka avabûna “Machu Picchu” 20 sal şûnde bir. Zanyarên ji bo vê lêkolînê xebitîn teknîka “radyokarbon”ê bikaranîn û li gor vê teknîkê gihîştin biriyareke bi vî rengî.

Profesorê bi navê Richard Burger yê ku di nav koma zanyarên zanîngeha Yale de cî digire dibêje, “Li gor encaman gava em nirxandinekê bikin divê qeydên derbarê Înkayan de yên ku tenê mêtînger nivîsîne werin guhertin. Teknîka radyokarbon ya modern ji bo em ji kronolojiya Înkayan fêhm bikin rêbazeke tekûztir e.”

Li gor nûçeya The Guardian salê ji milyonek bêhtir mirov diçin bajarê kevnar “Machu Picchu” ziyaret dikin.   NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.