Cegerxwîn îlhama muzîka Rûken e

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 13 Tîrmeh 2025 - 15:20

Hunermenda Kurd Rûken klîpeke bi navê “Mêvan û Mazûvan” belav kir. Rûken îlhama klîpa xwe ji helbesta Cegerxwîn a bi navê “Jin hene jinkok hene” digire. Wê beriya niha jî dîsa helbesteke Cegerxwîn kiribû stran û klîpeke bi navê “Serxwebûna Mirîşkan” çêkiribû.

Rûkenê klîpa “Mêvan û Mazûvan” di 11’ê Tîrmehê de bi etîketa Contrapolê li ser hemû platformên dîjîtal bi mûzîkhezan re parve kir. Hunermenda ku bi şîroveya xwe ya bi hêz û bandorker balê dikşîne, di 12’ê Tîrmehê saet di 16:00 de li ser hesaba xwe ya YouTubeê jî bi zindî bi guhdarvanan re parve kir.

Muzîkjen Nurhak Kılagoz helbest kiriye beste û Rûken jî bi heyecan û dînamîzma xwe coşa klîpê bilindtir kiriye.

Qeyda stranê jî ji hêla Cem Ozel bi teknîkeke baş çûye serî. Her wiha dîmenên klîpê jî li Dêrsimê hatine girtin. Xweşikiya xwezaya Dêrsimê rengê xwe daya klîpê û klîpeke serketî derketiye holê. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.