- Di Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê de şeva çûyî ji bo KASEDJINê hat veqetandin. KASEDJINê bi koma xwe ya govendê, danasîna cil û bergên Kurdî û Koma Muzîkê mohra xwe li mîhrîcanê da.
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê û Organîzasyona Sanatçayê ve bi dirûşma “Em rêya aştiyê bi hunera azad re dihonin” tê lidarxistin, di roja 14an de berdewam kir. Bernameya ku bi çalakiyên zarokan destpêkiribû, bi govend, danasîna cil û bergên Kurdî û konsera KASEDJINê bi dawî bû. Hevşaredarên Tetwanê, rêveber û endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li bernameyan bûn.
Di destpêkê de Koma KASEDJINê ya Govendê derket ser dikê bi gerandina govendê qad bi coş xist. Dûre cil û bergên Kurdî hatin nasandin û yek û yek derketin ser dikê. Pêşkêşvan navê bajarên Kurdistanê dixwend û ciwanên ku cilên wî bajarî li xwe kiribûn derdiketin ser dikê. Ciwanên ku cil û bergên çar milên Kurdistanê li xwe kiribûn, bi hev re govend geradin û dîmenên xweşik derketin holê. Di çarçoveya bernameya îro de herî dawî Koma Muzîkê ya KASEDJINê derket ser dikê û bi stranên gelêrî bal kişand ser xwe. Koma ku hemû amûrjenên wê jin in, bi dengên xwe yên zelal şeveke xweş bi guhdarvanan da bihurandin. NAVENDA NÛÇEYAN