• Çapa 3'yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' derket. Di pirtûka Abdurrahman Aydogdû de, 4 hezar û 500 gotinên pêşiyan hene.

Çapa 3'yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' derket. Di pirtûka Abdurrahman Aydogdû de, 4 hezar û 500 gotinên pêşiyan hene.
"Weşanxaneya Na"yê çapa 3'yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' çap kir. Ev kitêba Abdurrahman Aydogdû 200 rûpel in.
Aydogdû ji bo vê xebata xwe dibêje, "Li gorî min gotinên pêşiyan gencîneyeke Kurdan e. Naxwazim van gotinên me bi kal û pîrên me re binax bibin. Loma jî min xebateke bi vî rengî kir. Heger gotinên me yên pêşiyan ango gencîneya me dernekeve ser rûyê erdê, em jê sûd negirin û pêşkeşî nifşên nû nekin, ev xezîneya me jî bi kal û pîrên me re wê bimire." 

AMED