Navenda Rewşenbîriya Endêşe (Nawendî Roşenbîrî Endêşe) li Silêmaniyê, îro tê girtin. Endêşe ev 12 sal in yek ji navendên herî mezin bû di weşangerî û pirtûkfiroşiya Kurdî de. Wê beriya girtina xwe du rojan, kitêbên xwe bi erzanî firotin. Sedema girtina Endêşe weke bê derfetî, ne kirîna pirtûkan û kêmbûna pirtûkxwendinê, hat diyarkirin.
Nawendî Roşenbîrî Endêşe bi daxuyaniya xwe xwest xelkê lê negire û got,
"Dawe dikin li me bibihurin,
12 salan me kar kir û ji vî karê me yê kitêbxaneyê tenê îro û sibe (doh û îro) maye.
Heger çi ji ber fûrîn, ji ber westan, ji ber bêzarî, pirsgirêk û dijwariyên me bixwe, ji ber çi sedemê be, çi rûbirû, çi bi name, post yan jî şirove me dilê kesekî êşandibe, me kesek bêzar û bêtaqet kiribe, pirr ji dil em doza lêbihurînê dikin.
Serdemeke zehmet û taqetpirrukîn me bihurand û me kar kir, şaşiyên me pirr û karê me yê baş kêm bû.
Ji bo her şaşî û kêmûkurtiya xwe em doza lêbihurînê dikin û ji roja duşemê (îro) û pê ve Endêşeyek nemaye ku hûn biçin serdana wê.
Em xwe disipêrin aramiya we."
NAVENDA NÛÇEYAN