Doktrîna PKK´ê serketin e

În 3 Mijdar 2023 - 15:22

  • Karayilan: Bi doktrîna di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de yê li Zapê, em dikarin li her derê dijmin têk bibin. Bila kes nebêje “Dewleta Tirk mezin e, gelek çekên wê hene, nizanim çi ye”. Em jî mezin in, em ne piçûk in.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan têkildarî tecrîdê, şerê di navbera dewleta Tirk û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de, taktîka şerê gerîla û şerê li Xezeyê ji Stêrk TV re axivî. Karayilan li ser şerê gerîla axivî û got, “Doktrîna me ya şer, doktrîna serketinê ye. Ev ne şerek e, yê ku tenê ji bo girekî tê kirin. Ne tenê ji bo parastina Başûrê Kurdistanê ye jî. Hinek dikarin bibêjin, çima naterikînin? Em bernadin, ji ber ku ji bo me girîng e. Ji bo hebûn û azadiya gelê me girîng e. Azadiya gelê herêmê girîng e û girêdayî vê yekê ye. Lewma ev şer ne tenê şerê Zapê ye; şerê ku em li hemberî dewleta Tirk dikin, şerê man û nemanê ye û dewam dike.”

Di bernameya taybet a Stêrk TV de, Murat Karayilan li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan peyivî û got, “Bê guman pêngava ´Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî´, gelek bi wate û girîng e. Ev pêngav, ji bo me jî peyamek e. Destpêkê ez dostên me yên di vê pêngavê de cih girtine, xwe westandine û pêngav îlan kirine, bi rêzdarî silav dikim. Fikrên Rêber Apo tenê ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn nîne. Gelek kes paradîgmaya Rêber Apo li dijî kaosa sîstema modernîteya kapîtalîst û pirsgirêkên ku di cîhanê de ava kirî, weke çareserî qebûl dikin. Ev ji bo me jî serbilindî ye. Kampanyayeke bi vî rengî ya dostên me cihê kêfxweşiyê ye, lê li aliyê din jî ji bo me şerm e. Di asta pêwîst de em xwedî li Rêbertiya xwe dernakevin, dostên me pêngaveke bi vî rengî dimeşînin.

Ev nêzî 32 mehan e bi hincetên cuda têkîliya Rêber Apo bi cîhanê re bi temamî qut kirine. Divê ev pêngav, azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bîne. Azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê ye. Yanî azadiya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd e jî. Divê em bi tevahiya hêza xwe beşdarî vê pêngavê bibin û wê bi ser bixînin.”

 

Dewleta Tirk bi ser neket

Karayilan li ser pirseke elaqedarî sedsaliya Komara Tirkiyeyê jî got, “Bi îmzekirina Peymana Lozanê, rayedarên dewleta Tirk pişta xwe didin Kurdan, ango xiyanetê dikin. Kurd tine hesibandin, piştî sala 1925’an jî li Kurdistanê siyaseta qirkirinê bi rê ve birin. Hîna dixwazin vê siyaseta qirkirinê bi ser bixin. Ji ber vê yekê desthilatdariya ku niha li ser kar a AKP-MHP-Ergenekonê, di sala 100’emîn a Komarê de hedef dikirin ku li hember gelê Kurd serketina xwe îlan bikin. Di sala 2021’ê de li ser Garê êriş dan destpêkirin, gotin ew ê tevgera me hetanî sala 100’emîn a Komarê tesfiye bikin. Armanc kirin ku hemû destketiyên gelê Kurd, ên Rojava û Başûr ji holê rakin. Bi vî rengî xwestin ku siyaseta xwe ya qirkirina gelê Kurd bigihijînin encamê û serketina xwe îlan bikin. Ji bo bi ser bikeve, ji hêzên derve piştevanî hilda, Tirkiye kir bazarê; ji aliyekî ve bi Rûsyayê re, ji aliyê din ve bi DYE û NATO´yê û bi hêzên din ên herêmê re bazar kir, dîplomasî kir, xeta xayîn a Kurd xist dewrê, her cûre çek bi kar anîn, êrişî her deverê kir, lê bi ser neket. Ango plana dewleta Tirk bi ser neket. 2 roj (îro bûn 4) beriya niha sala 100’emîn a Komarê bû, lê nekarîn serketinekê îlan bikin, ji ber ku şer didome.”

 

Çalakiya Enqerê serdemeke nû bi pêş dixe

Karayilan çalakiya li Enqerê 1´ê Cotmehê hat lidarxistin jî nirxand û got, “Çalakiyek bû ku bi plan, armanc, kûrahî û wateya wê hebû. Beriya her tiştî nûnertiya ruhê canbexşane yê Apoyî dikin. Çalakiyek serketî bû. Hem dema wê û hem jî mekanê wê bi îsabet bû. Gihişt armanca xwe. Divê her kes vê çalakiyê baş binirxîne. Wekî çalakiya heval Zîlan a di sala 1996’an de, ew ê pêvajoyeke nû bi pêş bixîne. Heger têkildarî dema çalakiyê guhertineke 4-5 saetan kiribana; di serî de Tayîp Erdogan, xwestibana kîjan rayedarê dewletê bikin hedef, dikarîn bikin. Ji ber ku di navenda wan de çalakiyeke wiha pêk anîn. Dikarin her kesê bi ew qas çek û teqemeniyan ve bikin hedef, lê nekirin. Ji ber ku armanca çalakiyê peyam dayîn bû. Ji rejîmê re gotin ´Binêrin em çi bixwazin dikarin bikin, aqlê xwe bidin serê xwe. Ev çalakî hişyariyek e.´”

 

Herî zêde li bakur şer hebû

Murat Karayilan şerê gerîla yê sala 2023´yan jî nirxand û got, “Şer sala 2023’an herî zêde jî li Bakurê Kurdistanê qewimî. Ji Serhedê heta Xerza, Amed, Dêrsim, Mêrdîn, Botan, Zagrosan (hem Cîlo û hem jî li eyaleta Geverê), li her devera Kurdistanê, her eyaletê şer qewimî. Ruhê fedayî yê Apoyî, dirûstî û lehengî îsal herî zêde li Bakurê Kurdistanê derket pêş. Ez hemû şehîdên sala 2023’an ên Bakurê Kurdistanê di şexsê hevrê Yaşar Botan, Leyla Amed, Dilgeş Gûzereş û Axîn Mûş de bi bîr tînim. Bi destanî şer kirin. Herî dawî li Mêrdîn Omeryayê, Heval Nurhaq û heval Îbrahîm li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn. Li gorî agahiyên dawî yên gihiştin me, li vir şerekî mezin qewimî. 10 leşkerên dijmin hatin kuştin ku 2 ji wan paye bilind bûn. 7 jî birîndar bûn.” 

 

Şerê gerîla û yê tunelê kirin yek

Ji bo şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got, “Berê ji bo gelê Kurd dihat gotin ´gelê bê parêzer´ e. Îro jî mirov dikare bêje, şerê me şerekî bê parêzer e. Çawa? Em bi xwe şer dikin, bi xwe vedibêjin. Çapemeniya azad hewl dide vê mijarê rave bike, lê şerê ku îro li Kurdistanê tê meşandin xwedî aliyên nû yên balkêş e.

Artêşa NATO’yê ye, dibêje ‘ez artêşa herî mezin a duyemîn im’, xwedî çekên nûjen ên serdemê ye. Sê sal in nikare li Zapê serdest bibe. Ev çawa dibe? Hemû çekên xwe bi hemû hêza xwe bi kar tîne, lê nikare bi ser bikeve û nikare gerîla tine bike. Li vir naverokek heye. Li aliyekî naverokê şervanên HPG/YJA Starê hene ku bi ruhê fedayî yê Apoyî xwe ji bo welat feda dikin û li aliyê din jî taktîk û doktrînek heye. Şerê ku tê meşandin xwedî doktrînek e. Ev doktrîn nahêle ku dijmin ti encamê bi dest bixe.

Em şerê tunelê û gerîlatiyê dikin yek. Em bi hev re dimeşînin. Herdu jî hevdû xwedî dikin, xurt dikin, ji ber vê yekê, li hember her cûre êriş û çekan li ber xwe didin. Bê şik gerîla ne gerîlayekî klasîk e, gerîlayekî tîmê ye, pispor e û xwe li herêmê vedişêre. Mîna reşikeke şevê ye. Kengî bixwaze derdikeve holê, kengî bixwaze wenda dibe. Artêş çiqasî mezin be û ji aliyê teknîkî ve çiqasî xurt be jî dîsa nikare serdest be. Ev çîroka ku 3 sal in li Avaşîn, Zap û Metîna berdewam dike ev e.”

 

Sîda ev du sal in li ber xwe dide

Navê wê yê esasî Sîda ye. Ev tunel li gundê Sîda, li kêleka Avaşînê ye. Sîda nêzîkî bajarokê Şeladizê ye. 6-7 km ji wir dûr e. Ji wir rêyek derbas dibe. Dijmin 2 sal in hewl dide. Her tiştê ku hat hişê wan kirin. Tank her tim dixebitin; Ji ber vê yekê ew her dem topan davêjin. Her roj! Ew her cûre çekên mezin, çekên navîn û her wiha tankan dixebitînin. Ew bisekinin vê çare kepçe dikeve dewrê. Kepçe têr nake vê carê bi amûrên şikandinê li ser dixebitin. Gaza kîmyewî davêjin derî. Ji bo tinekirina wê teqînên mezin bi teqemeniyên bi navê nukleerên taktîk ku uranyûm di nava de heye, pêk tînin. Niha jî van du hefteyên dawîn, avê berdidinê. Av nêzîk e. Ji wir avê digirin û dixin tunelan. Armanca wan ew e ku golekê çêkin û ceyranê berdin avê da ku tiştên dixwazin bidest bixin.

Li hemberî berxwedana Şehîd Dogan tiştekî ku dewleta Tirk nekiribe nema. Li rojhilatê Zapê Sîda, li rojavayê Zapê Girê FM û Girê Şehîd Munzur heye; ew jî bi vî rengî ne. Her cure çekan bikar tînin, dixwazin wir bixin, lê nikarin. Ji ber ku hevalan nekarîn alîkariyê bidin wir, dewleta Tirk ji bo tîmên araziyê lewaz bixîne, di dawiyê de qada Şirînê, qada Têlinê – di qada Barzanê de tê hesibandin – girt. Lê dîsa jî li Sîda li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke ji derve tê kirin û tên gulebarankirin. Niha li Sîda di tunelan de şer û li derdora wê jî şerê gerîla heye. Ev tenê herêmek e û her wiha deverên din jî wiha ne.”

 

Nekarîn çeperekî jî bigirin

Ji bo rewşa şer a li rojavayê Zapê jî Murat Karayilan gotm, “Dijmin 2 sal in li rojavayê Zapê şer dike, nekariye yek çeperî jî ji gerîla bigire. Her roj kuştiyên wê çêdibin. Ji ber ku li wir şerekî giran heye, bîlançoya tê weşandin, encamên herî kêm in û rast in. Dijmin ev 2 sal in li dora Girê Munzurê digere, lê nikare bi ser bikeve û tiştekî fêm nake. Girê Cûdî jî wisa.

Dijmin esas, xitimiye. Ne dikare kontrolê pêk bîne û ne jî vedikişe. Par ji hin herêmên weke Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Pîrdogan vekişiyabûn. Îsal dîsa xwest were vir û dagir bike, lê vê carê xwe spart PDK'ê. Bi piştgiriya PDK’ê dixwazin cihên ku par nekarîn dagir bikin û ji destê me bigirin, dagir bikin. Her wiha li Metîna, mînak hêzên PDK'ê par li çiyayekî ku em jê re dibêjin Girê Ortê li pişt Kanîmasiyê bi cih bûne. Hevrêyên me li vir bûn; Me got xwe tevî wan nekin û em ji wir vekişîn. Jixwe, çiya dirêj e, dikarin li aliyekî bi cih bibin, me got pirsgirêk nîne. Lê îsal dijmin bi helîkopterên xwe hatin û 100 metre nêzî wan leşker danîn. Yanî di bin parastinê de dadikeve jêr û ji wir dadikeve araziyê. Pozîsyona dewleta Tirk ev e. Ger ew bi hêz bûya dê ev yek nekira. Ew qelsiya wan e. Bi vê yekê re rasterast dixwazin şerê Kurd-Kurd bidin destpêkirin. 

 

PDK´ê bi kar tîne

Di şerê 2022’yan de 11 helîkopterên şer ên dewleta Tirk hatin xistin û îmha kirin; 80 helîkopter jî hatin derbkirin. Derb li wan ket, agir bi helîkopteran ket, nekarîn leşker danin û paşve çûn. Bi giştî 91 helîkopterên şer û Skorsky hatin derbkirin. Îsal pêk nehat. Dibe ku 4-5 hatine derbkirin. Yên hatine xistin tinene. Ji ber çi? Ji ber ku îsal li araziyê leşkeran danaynin, li navenda PDK'ê dadixin. Heval nikarin lêxin. Bi vî rengî PDK'ê bi kar tîne.”

 

Ne bi wêrekî tenê bi doktirînê jî

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di dawiyê de bal bire ser doktrîna şerî û got, “Ev şer ne tenê bi wêrekî tê kirin; Bi aqil tê meşandin. Doktrîna ku tê meşandin pirr girîng e. Ji bo wê pisporî lazim e, aqil divê, di şer de kûrbûn divê. Doktrîna me ne demkurt e, ji bo têkbirina dijmin têra xwe dirêj e. Bi doktrîna ku di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de li Zapê hatiye bipêşxistin, em dikarin li her derê dijmin têk bibin. Bila kes nebêje ´Dewleta Tirk mezin e, gelek çekên wê hene, nizanim çi ye´. Em jî mezin in, em ne piçûk in. Bi xwe bawer bin, ji xeta xwe bawer bikin. Em ê bigihin vê encamê. Hişmendiya me, hêza me, xeta Rêber Apo dikare me bigihîne encamê. Doktrîna me ya şer, doktrîna serketinê ye. Ev şer ne şerê girekî ye. Ne tenê ji bo parastina Başûrê Kurdistanê ye. Rast e, em niha axa Başûrê Kurdistanê diparêzin, lê bi giranî em hebûna gelê Kurd diparêzin. Ji ber ku dagirkeriya Tirk û rejîma qirker a faşîst AKP-MHP-Ergenekon dixwaze me ji vir biavêje, piştre destketiyên gelê Kurd ji holê rake û gelê Kurd tine bihesibîne. Em dest ji çeperê xwe bernadin. Divê her kes vê bizane. Û yên piştgiriyê didin jî bila zanibin, ew piştgiriyê didin tinekirina gelê Kurd. Ji ber ku dijmin bi tesfiyekirina gerîlayan dixwaze tesfiyekirina gelê Kurd temam bike. Lewma ji bo me stratejîk e. Dibe ku bipirsin, çima dev jê bernadin? Û em dev jê bernadin! Ji ber ku ji bo me girîng e. Ji bo hebûna gelê me, ji bo azadiya me, ji bo azadiya gelê me girîng e. Azadiya gelên herêmê girîng e û girêdayî wê ye. Ji ber vê yekê, ev şer ne şerê Zapê tenê ye. Şerê ku em li dijî dewleta Tirk dimeşînin, şerê man û nemanê ye û didome.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.