Divê bi Rêber Apo re têkilî bên danîn
Çarşem 12 Adar 2025 - 16:00
- Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo da zanîn divê di vî warî de gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin û got:” Ji bo em karibin pêvajoya guherîn û veguherînê ya ku Rêberê me daniye pêşiya me fêhm bikin, divê em bi Rêber Apo re di nava têkiliyê de bin.”
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît di bernameyeke taybet a Televîzyona Medya Haberê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, îlana agirbestê ya PKK'ê, gavên divê bêne avêtin û mijarên têkildarî vê yekê nirxand. Çend ji xalên sereke yên nirxandina Hêlîn Umît bi vî rengî ne:
"PKK'ê bi têkoşîna xwe ya ji 50 salî pirsgirêka Kurd, hebûn û pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd raxist pêş çavan. Kir ku gel têbikoşe. Êdî zemîneke welê afirî ku ev yek bi amûrên li derveyî çekê jî bê kirin. Ji niha û pê ve bêguman divê giranî ji vê yekê re bê dayin.
Hûn ê bibêjin, baş e çima ewqasî dirêj kir? Di vê mijarê de li gel hebûna pirsgirêkên me yên 'guherîn û veguherînê', bi taybetî zext, êrîş, hewldanên sabotajê, tevdanên ji derve li pêşiya pêkhatina 'guherîn û veguherînê' bûn asteng. Ji ber vê jî Rêber Apo hem bûyerên li herêmê şopand, nirxand hem jî dît ku bi banga Devlet Bahçelî li Tirkiyeyê rojevek afirî, deriyek vebû. Rêber Apo ev firsend nirxand. Weke her carê me jî rast dît ku di vê çarçoveya ji aliyê Rêbertî ve hatiye destnîşankirin tevbigerin. Weke PKK nêzîkatiya me di vê çarçoveyê de ye.
Eger em mijarê şênber bikin; pirsgirêkên me yên veguherînê hene, ku em ji vê re îqna ne. Ev yek ji bilî zexta li ser me, rastiyek e. Yanî eger em diwazin têkoşîna hebûnê û azadiyê ya gelê Kurd bigihînin çareseriyeke mayinde, her wiha di têkoşîna sosyalîzmê de alternatîfeke nû pêşkêşî gelan bike, em vê guherînê ji bo xwe weke pêwîstiyekê dibînin. Karê destpêkê yê sereke ev e.
Gef, zext û hwd. hewldanên ji eniya desthilatdariyê têne kirin ku gefê dixwe, ne rastiyeke welê ye ku karibe me bixe nav. Cewhera meseleyê sîstema ji wan nirxan e ku em baweriya xwe pêk tînin. Lewma berrsiva ku me dan bangê rastiyeke bi vî rengî bû, bingeheke bi vî rengî afirand.
Divê bi Rêber Apo re têkilî bên danîn
Ji bo em karibin pêvajoya guherîn û veguherînê ya ku Rêberê me daniye pêşiya me fêhm bikin, divê em bi Rêber Apo re di nava têkiliyê de bin. Yanî bi nirxandin û fikrê, 'gelo Rêber Apo çi bibêje', em nikarin bigihêjin encamê. Belê em tevgereke Rêbertî ne. Hevalên me hemûyan ev yek anîn ziman. Herî dawî hevalê Karasû di bernameyekê de bi şênberî anî ziman. 'Em dilsozê Rêbertî ne û me her tim jê bawer kir. Çarçoveya ku Rêbertî danî holê ti carî em şaş nekir. Em ji vê bawer dikin. Li gorî vê dijîn'. Ne tenê em, gelê me jî bi vî rengî nêzîk dibe.
Şert e ku hîmên hiqûqî bêne afirandin
Ji bo ev pêvajo bi rê ve biçe Rêber Apo soza xwe bi cih anî, îradeya xwe nîşan da. Li gel şert û mercên tecrîdê jî bi tena serê xwe kete dewrê. Lê belê yên ku bêne kirin jî hene. Yek ji van jî weke ku min beriya niha got, amadekirina zemîna siyasî û hiqûqî ya vê yekê ye. Bi vî rengî nabe. Lîderekî siyasî rabû, bang kir, hinek ketin dewrê, hin hevdîtin hatin kirin, pêvajo bi vî rengî dimeşe. Garantiya vê yekê nîne. Garantî nîne ku sibe ji vê yekê venegerin. Pêvajo bi gotina kesekî ve nameşe. Divê her kes bi vê zanibe. Lewma şert e ku hîmên wê yên siyasî û hiqûqî bêne afirandin. Ev aliyekî gelekî girîng e.
Em dixwazin sîstema Îmraliyê ji hev bê belavkirin
Divê Rêber Apo xwedî derfetên azad ên kar be. Madem cihê wê hatiye, dixwazim vê yekê jî bibêjim. Rêbertî li Îmraliyê ye; hewl didin nîqaşên li ser Îmraliyê bigirin. Lê belê em nikarin sîstema Îmraliyê qebûl bikin. Yanî niha Rêberê me bang kir, PKK'ê jî bersiva erênî da vê yekê. Diviyabû şert û mercên li wê derê yekser bihatina guhertin; di cih de diviyabû bihatina guhertin. Lê belê hîn jî çûn û hatina wê derê bi destûra Wezareta Edaletê ve girêdayî ye. Şert û mercên kar bi vî rengî nabe. Lewma em dixwazin sîstema Îmraliyê ji hev bê belavkirin. Em dixwazin Îmrali bê hilweşandin. Ji vê jî wêdetir; em dixwazin Rêbertî ji Îmraliyê derkeve.
Ez dixwazim beriya her tiştî ji rayedaran re vê bibêjim. Bila kes xwe nexapîne. Kes nebêje Rêbertî, PKK di demeke lawaz de ye ku gaveke bi vî rengî diavêje. Berevajî vê yekê bandora vê bangê nîşan dide ku çiqasî xurt e û bandorê li gelan, civakan, cîhanê û herêmê dike." ANF/NAVENDA NÛÇEYAN