Asîmîlasyonê pûç bikin

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 29 Îlon 2020 - 02:19

  • Hozan Comerd: Rexneyên tên kirin li ser zimên in; nifşê nû bi zimanê xwe nizane. Em divê biçin deverên Kurd lê, û hewl bidin bersivan ji rexneyên heq re bibînin; di platformên muhim de minaqeşeya wê bikin, bibin çareserî.

DENÎZ BABÎR
HEILBRONN

 

Hunermendên Kurd li li bajarê Elmanyayê Heilbronnê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civiyan û li ser pirsgirêkên xwe yên rêxistibûnê û rewşa zimanê Kurdî li Diasporayê peyivîn. Hozan Temeli, Hasan Saglam, Seyîdxan, Cewad Merwanî, Amele, Hozan Comerd û Hozan Sîmar beşdarî konferansê bûn.
Hunermendan konferansa xwe bi navê "Ziman û çanda me rûmeta me ye" li dar xist. Hunermendên ji eyaletên Bayern û Baden-Wurtembergê beşdarî konferansê bûn û xebatên çand û hunerî nirxandin.
Şanoger Amele, tesbîta ‘Li Başûrê Elmanyayê gelek ciwanên me yên hunermend hene lê nerêxistinkirî ne’ kir û wiha peyivî: "Ji ber ku avahiyeke rêxistinnekirî wê xebateke bi xêr û bêr dernexe holê, divê em vê xebatê bikin avahiyeke bêhtir rêxistinkirî. Em dixwazin siyasetên asîmîlasyonê yên sîstemên desthilatdar pûç bikin. Bila ti kes hêza hunermendan piçûk nebîne."

Nifşê nû dûrî Kurdî ye

Paşê Hozan Comerd peyivî û got, Kurd demeke dirêj li dîasporayê mane belê çanda xwe ji dest nedaye û wiha peyivî: "Çanda xwe ji dest neda lê belê rexneyên cidî hene. Rexneyên tên kirin jî li ser zimên in; nifşê nû bi zimanê xwe nizane. Em jî li ser vî esasî divê biçin deverên Kurd lê, û hewl bidin bersivan, çareseriyan ji rexneyên wan ên heq re bibînin; di platformên muhim ên weke vê de minaqeşeya wê bikin, bibin çareserî."
Piştî minaqeşeyan Federasyona Civakên Kurdistanî (FCK) ji bo Meclisa Baden-Würtemberg û Bayernê komîsyoneke çandê ya ji 9 kesan ava kir.

Beşdarî çalakiyên pêngavê bibin

Hozan Seyidxan jî di konferansê de axaftina dawiyê kir. Wî pêngava "Bes e ji tecrîd, dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye" bi bîr xist û got, "Em, hunermendên ser bi TEV-ÇAND’ê, stran û kilamên me wê li ser esasê azadiya Rêber Apo bin. Em careke din bang li hunermendên Kurd dikin ku beşdarî vê pêngavê bibin".

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.