'Artêşa Tirk asê bûye'

În 28 Cotmeh 2022 - 21:15

  • “Rewşa niha ya herêmê ew e ku artêşa dagirker asê bûye. Beriya her tiştî di destpêka operasyona dagirkeriyê de armanca sereke ya dewleta Tirk di demeke nêz de dagirkirina xetên stratejîk bû. Lê ev armanc pêk nehat. Piştî wê, ji bo ku xwe ji van herêman rizgar bike, dest bi berfirehkirina qada şer kir û êrîşên xwe zêde kirin.”

Rojnameger Pîrdogan Kemal ku şerê li Zap, Metîna û Avaşînê ji nêz ve dişopîne da zanîn ku li herêmê 5 cureyên çekên kîmyewî tên bikaranîn û got: “Dewleta Tirk ji ber ku ketiye qadên gerîla poşman bûye û niha asê maye. Li hemberî berxwedana gerîla ya dîrokî ne dikare paş de vegere û ne jî dikare pêş ve biçe."

Tirkiyeyê 17'ê Nîsanê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi awayeke berfireh êrîş dan destpêkirin. Di êrîşan de heta niha 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn û 44 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-STAR) şehîd bûne.

Di 18'ê Cotmehê de nasnameya 17 endamên HPG û YJA-Starê yên bi çekên kîmyewî şehîd bûbûn, eşkere kir ku ji dîmenan xuya dikir 2 endamên HPG'ê çawa ji kîmyasalê tesîr bûbûn. 

Rojnameger Pîrdogan Kemal şerê li herêmê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.
 
Tiştê dixwestin pêk nehat

Rojnameger Pîrdogan Kemal diyar kir ku Tirkiye li herêmê 5 cureyên çekên kîmyewî bi kar tîne û ev tişt gotin:

“Hejmara çekên kîmyewî yên ku di şerê 6 mehên dawî de hatine bikaranîn, di tevahiya dîroka şer a 40 salî de jî nehatine bikaranîn. Bi taybet jî madeyên kîmyayî yên ku derbasî sîstema rehikan, sînîr û sîstema bêhnê dibin, bikar aniye. Hêzên gerîla van çekên kîmyewî bi bêhn û rengê wan nas dikin û zelal dikin. 

Rewşa niha ya herêmê ew e ku artêşa dagirker asê bûye. Beriya her tiştî di destpêka operasyona dagirkeriyê de armanca sereke ya dewleta Tirk di demeke nêz de dagirkirina xetên stratejîk bû. Lê ev armanc pêk nehat.

Piştî wê, ji bo ku xwe ji van herêman rizgar bike, dest bi berfirehkirina qada şer kir û êrîşên xwe zêde kirin.

Ev rewş bi taybetî piştî du mehan hat ditin. Dema ji vê guhertina planê tu encam derneket, vê carê hêzên paramîlîter ên taybet ên girêdayî PDK'ê tevlî kir ku ji destpêkê ve hewl dida bi awayekî neyekser hêzên PDK'ê û paramîlîter tevlî şer bike. Dema ku ev yek bi taybetî li Zapê tu encam negirt, xwest li qada Metînayê jî pêk bîne. 

PDK ji wan re rê vedike

PDK rêyên ber bi herêmên Girê Amediyê, Girê Ortê û Sêdare yên Metîna ve biçe, vedike. Her wiha li van herêman ji bo dewleta dagirker a Tirk baregehan ava dike. Yanî bi qasî ku em dişopînin negihaştine armanca xwe. Artêşa dagirker tenê bi alîkariya PDK’ê qada şer berfireh kir, lê bi baweriya min ji vê yekê poşman bûye.

Ji ber ku li vir derbên herî giran dixwe. Hêzên gerîla her roj bi delîlan agahiyên herî berbiçav ên vî şerî radigihîne raya giştî. Em rojnameger jî van êrîşan û têkoşîna gerîla li qadan dişopînin û agahiyên lezgîn bi raya giştî re parve dikin.

Bi piştgirî û hevkariya NATO'yê

Kemal anî ziman ku çekên kîmyewî yên li herêmê tên bikaranîn li Pakîstanê tên peydakirin û got ku ev çek bi piştgirî û hevkariya NATO'yê hatine bikaranîn û wiha peyivî: “Dewleta Tirk niha bi vê derewa ku bi awayekî eşkere çekên kîmyewî hildibirîne û di envantera wê de cih nagire, ji ber ku îdia dike ku di bin navê qanûnan de ye, hewl dide raya giştî bixapîne. Her çendî wan eşkere kir ku di salên borî de gelek caran bi destên xwe ev çek bi kar anîne jî, lê niha bi derewên şerê taybet hewl didin vê rastiyê serûbin bikin. Artêşa dagirker heman derewan li ser çekên nukleerî yên taktîkî û bombeyên termobarîk ên ku bi kar tîne jî dibêje. Mînak dewleta Tirk li xwe mikur hat ku bombeyên termobar bi kar aniye. Bernameyeke hilberînê ya bi navê 'Tendurek' jî heye ku li cihê çêkirina van bombeyan dest pê kiriye. Di nav vê bernameyê de bombeyên bi navê MK-82-T jî hene. Van bombeyan li dijî tunelên şer ên gerîla bi kar tînin. Di rastiyê de dîmen û bermahiyên bombeyên termobarîk ên par li herêma berxwedanê ya Werxelê hatibûn bikaranîn ji raya giştî re hatin parvekirin. Ev bombe bi taybetî di tunelen de tên bikaranîn. Her wiha ev bombe di çarçoveya derfetên ku ji Tirkiyeyê re tên dayîn de tên hilberandin. Lê xala herî girîng ew e ku li gorî hin lêkolînan dewleta tirk van çekan ji NATO’yê bi xwe dikire, lê di bin navê amûrên leşkerî yên din de bi hin kesan dikire. Şîrketên pêşiyê ji bo ku wekî ku ji hêla NATO'yê ve hatine kirîn xuya nakin. Her wiha îhtimaleke mezin li cihên ku bi dizî ji artêşê re çekên wiha çêdikin hene.

Ji bo nimûne, ew bi dizî ji bazirganên çekan ên neqanûnî li Pakistanê dikire. Wekî ku min got, ew wan di bin navê materyalên cuda de nîşan didin. Xala sereke ku divê em li vir bipeyivin ev e: Di vî şerî de rola NATO'yê ye ku ji sala 1985'an û vir her cure piştgiriyê dide artêşa Tirk a dagirker. Ev rêxistina xwedî dîrokeke qirêj rasterast hevkarê şerê qirkirina gelê Kurd e. Îro ev hêz ji hemû çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî yên li dijî qadên parastina medyayê tên bikaranîn û ji van êrîşan berpirsyar e. "

Artêşa dagirker 
berxwedana gerîla plan nekir

Rojnameger Kemal anî ziman ku Tirkiye li herêmê asê maye lê PDK'ê jê re qad vekirine û got ku tevî hemû derfetan jî tu pêşketin çênebûye û wiha domand: "Di 17’ê Nîsana 2022’yan de bi dehan herêm bi awayekî hevwext bi dijwarî hatin bombardumankirin. Armanc ew bû ku hêzên gerîla îmha bikin. Lê hesabê malê dîsa bi kêrî bazarê nehat. Xala sereke ya ku artêşa dagirker plan nekir, berxwedana mezin a gerîla ya sala 2021’ê bû. Û hêzên gerîla ji vî şerî  tecrube girtin. Bi taybetî di şerê tunelan de yê sala 2021’ê de gerîla di ezmûneke mezin re derbas bû. Di heman demê de ekîbên gerok ku şêwaza herî girîng a serdema nû bûn, li ser bingehê ax, li ser planên ji berê hatine plansazkirin hatin birêxistinkirin. Ji ber vê yekê artêşa dagirker matmayî mabû û di destê ewil de dest bi zordestiyeke mezin kir. Ji ber ku me li qadan dît. Li ser vê yekê, bi berfirehkirina qada şer re ber bi herêmên rojavayê Zapê ve li qadê cerdevan, kontra û çete bi cih kirin. Ev taktîk bi berxwedana gerîla hat têkbirin. Pişt re leşkerên xwe yên herî payebilind li qadê bi cih kirin. Ji van jî ew herêmên ku ji wan re bûne goristan mîna Girê Amediyê, Girê Hakariyan, Girê Cûdî û girê FM. Li hemberî van herêman jî wekî her carê PDK gihîşt hawara wan û daket qadan. Ger em li van hemûyan binêrin, her çendî niha li gelek deveran hêzên dagirker ên Tirk hene jî, lê heta niha li tu qadan nikaribûye dest bi operasyoneke rast bike. Tevî hemû rê û rêbazan nikarin tunelên şer ên gerîla û berxwedana li wir biqedînin. Berevajî vê, wan derbên mezin xwarin. Ya duyemîn jî, li hemberî gerîlayên çalak û profesyonel bêçare bûn. Ji ber ku bi van her du şêwazan hêzên gerîla înîsiyatîfa şer girt. Yanî me di vî şerî de dît ku teknîka şer a ku ew pê serbilind in bi rê û rêbazên rast dikare bê pûçkirin. Ji ber ku li her qadê 24 saetan bi dehan balafirên keşfê difirin û li her derê kamerayên termal û Mobese hatine bicihkirin û tevî xebatên sîxuriyê yên PDK'ê jî hêzên gerîla di her kêliyê de li ber xwe dide. Dewleta tirk ji ber ku ketiye qadên gerîla poşman bûye û niha asê maye. Li hemberî berxwedana gerîla ya dîrokî ne dikare paş de vegere û ne jî dikare pêş ve biçe."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.