14 ton û 925 kîlo tiryak hat zevtkirin
Şemî 8 Mijdar 2025 - 03:25

Li Wanê ku her kolanek bi kamerayên mobeseyan tê şopandin û bi dehan nuqteyên lêgerînê lê hene, di pênc salên dawî de 14 ton û 925 kîlogram tiryak hatiye desteserkirin. Her çend tê gotin ku tiryak bi rêya Îranê bi qaçaxî derbasî bajêr dibe jî, daneyên heyî nîşan didin ku hejmara bikarhênerên tiryakê roj bi roj zêde dibin.
Di salên dawî de ji ber polîtîkayên "şerê taybet" ên ku tên sepandin, li bajarên Kurdistanê bikaranîna tiryakê zêde bûye. Lêkolînên li hin bajaran nîşan didin ku temenê bikaranîna tiryakê daketiye heta 10-12 salan. Wan ku bi Îranê re sînor e, yek ji wan bajaran e ku lê bikaranîn û bazirganiya tiryakê pir zêde bûye. Di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê yên dijwar de, li bajêr a ku 24/7 ji hêla kamerayên mobeseyê ve tê şopandin, bikaranîna tiryakê zêde dibe.
Lêkolînên ku li ser bikaranîna tiryakê li bajêr hatine kirin nîşan didin ku temenê bikaranîna tiryakê di navbera 15 û 25 salî de ye. Bi tevahî 24 xalên kontrolê yên trafîkê li seranserê bajêr hene û bi awayekî çalak dixebitin. Her wiha 11 xalên kontrolê yên rêyan û 65 xalên kontrolê yên "rêya şokî" ên Fermandariya Cendirmeyan hene. Xalên kontrolê yên hem cendirme û hem jî yên polîsan li deriyên navçeyan jî hene. Li bajarekî ku tedbîrên ewlehiyê ewqas tund in, belavbûna bikaranîn û bazirganiya tiryakê balê dikişîne.
Li Wanê ku her kolanek bi kamerayên mobeseyan tê şopandin û bi dehan nuqteyên lêgerînê lê hene, di pênc salên dawî de 14 ton û 925 kîlogram tiryak hatiye desteserkirin.
MA / WAN / ZEYNEP DÛRGÛT













